Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê bi edaleta jinê hesab bipirsin
Jinan êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku wê bêdeng nemînin. Jinan gotin, "Em ê bi edaleta jinê hesabê van sûcan bipirsin."
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/08/20240825-20240825-25-8-2024-nsa-mnbj-yshjbn-asthdaf-alshfytyn-hyrwa-bha-aldyn-wksltan-tara-3-jpgc2c819-image-jpg9173d2-image.jpg)
Minbic – Li Minbicê bi dehan jinan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclis Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a a li bajarê Silêmaniyê ya li dijî wesayita rojnamevanan û şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin ba hev.
Li wir Meclisa Kombûna Jinan a Zenubiya ya Kantona Minbicê daxuyanî da. Daxuyaniy ji aliyê endama meclisê Nesrîn Hesen Meleve hat xwendin.
Nesrîn Hesen Meleve êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan şermezar kir û got: "Bi zanebûn rojnamevanên azad û azadiya derbirînê kirin hedef. Ev êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan e."
Nesrîn Hesen Meleve bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser gelên herêmê û çapemeniya azadî bisekinine. Nesrîn Hesen Meleve got: "Dengê şoreşa ’Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê belav dibe. Em ê bêdeng nemînin. Em ê ji bîr nekin, em ê bi edaleta jinê hesab bipirsin."