Kombûna Jinan a Zenûbiya banga diyalogê kir

Kombûna Jinan a Zenûbya piştgiriya jin û zarokên Suweydayê kir û bang li hemû aliyan kir ku tundiyê rawestînin û berê xwe bidin diyalogê û rêbazên aştiyane. Kombûnê, ji bo parastina civakê û avakirina siberojê banga yekgirtinê kir.

Navenda Nûçeyan – Êrişên HTŞ’ê yê cîhadîst li ser Suweydayê didome. Kombûna Jinan a Zenûbya, têkildarî pevçûnên li Suweydayê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku ew bûyerên Suweydayê ji nêz ve dişopîne û hemû rêbazên şer û tundiyê şermezar kirin.

Kombûnê, di daxuyaniyekê de banga pêkanîna ewlehiyê ji şêniyên Suweydayê re kir û bang li hemû aliyan kir ku tundiyê rawestînin û berê xwe bidin diyalogê û rêbazên aştiyane.

Di daxuyaniyê de kombûnê diyar kir ku avakirina dewleteke demokratîk a pirreng ku ji mafên welatiyan re rêzê digire, tevlêbûna jinan di beşên jiyanê de misoger dike, zarokan diparêze, derfetên xwendinê û mezinbûna di hawîrdoreke ewle û saxlem de dabîn dike, ev e çareserî.

Kombûnê, bang li rêxistinên hiqûqî yên xwecihî û navneteweyî kir ku li demildest tev bigerin, sûcên li dijî sivîlan li Siwêdayê tên kirin belge bikin, sûcdaran aşkera bikin ji bo ku hesab ji wan bê pirsîn. Desteka derûnî û qanûnî ji mexdûran re pêşkêş bikin û qadên ewle dabîn bikin ku rûmeta mirov û mafên wî peyda dikin.

Di dawiyê de kombûnê ji bo parastina civakê û avakirina siberojeke baştir banga yekgirtinê kir.