Koma yekem a koçberên Efrîn-Şehbayê gihîştin Tebqayê

Piştî daxuyaniya Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê, koma yekem a koçberên ku li Şehbayê hatibûn dorpêçkirin û piştî hewldanan derketibûn rê, gihîştin Kantona Tebqayê.

Navenda Nûçeyan- Li ser daxuyaniya Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê, koçberên ên ku piştî dagirkirina Efrînê (2018) li Şehbayê bicîh bibûn, di saetên piştî nîvro de ber bi Tebqayê ve derketin rê.

Koma yekemîn a koçberan gihîştin Kantona Tebqa a Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Karwanê koçberan ji aliyê gel û saziyên kantonê ve hatin pêşwazîkirin û li cihên hatine amadekirin hatin bicîhkirin.

Tê payîn ku koçberên din jî ji Şehbayê derbasî herêmê werin kirin. Tê gotin ku wê derdora 200 hezar kes derbasî herêmê werin kirin.

Ji bo koçberan ji serê sibehê ve gelek dibistan, avahiyên saziyên rêveberiya û navendên spore wekî cihên demkî yên bicîhbûnê hatin amadekirin. 

Li van navendan ji bo koçberan pêwîstiyanê xwarin-vexwarin, tendurîstî û hwd. tên pêşwazîkirin.