Koçberiya xelkê Efrînê: Bêdengiya navneteweyî hevkariyê nîşan dide

Ferîde Îbo bal kişand ser koçberkirina dubare ya penaberan ji Efrîn û got, "Êrîşên berdewam û bêdengiya navneteweyî tê wateya hevkariya nerasterast di sûcên li dijî gelê Kurd de."

ESMA MIHEMED

Qamişlo – Bajarê Efrînê, ji sala 2018’an vir ve ji ber êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê û milîsên girêdayî wê, rastî binpêkirinên sîstematîk û koçberiya bi darê zorê hatiye. Ev pêvajo ji bo sivîlan, bi taybetî jî ji bo jinan, yek ji ezmûnên herî dijwar bûye. Ev ezmûn ne demkî bû; bêyî ku parastinek navneteweyî û berpirsyariya qanûnî hebe, veguherî pêvajoyek domdar a koçberiyê, tijî xetere û windahiyan.

Koçberiya ji neçariyê

Şahidiya Ferîde Îbo ya ji Koordînasyona Konferansa Star a li Efrîn û Şahbayê ye, vê pêvajoya trajîk nîşan dide; ew qonaxên dubare yên koçberiyê û berxwedana gel a ku digel bombebaran, dorpêçkirin û komkujiyan jî neşkestiye, belge dike. Li gorî Ferîde Îbo, êrîşa li hember Efrînê ya sala 2018’an "êrîşek tevahî û rêxistinkirî" bû, bajar ji her alî ve hate hedefgirtin. Sivîl û hêzên leşkerî ji bo erd, nasname û rûmetê berxwedanek dirêj û girîng pêşkêş kirin. Ferîde Îbo bi gotinên “Tevî çavkaniyên sînorkirî, sivîlan her tiştê ku ji destê wan dihat, kirin da ku bajarê xwe biparêzin û pêşî li ketina wî bigirin. Lê bombebarana hewayî ya dijwar û bikaranîna zêde ya hêzê ji hêla leşkerî ve encam diyar kir” wê serdemê vegot.

Piştî 58 rojên berxwedaneke bênavber, sivîl di bin bombebaran û êrîşên hewayî de neçar man ku koçber bibin. Pêvajoyek tijî tirs, kaos û windakirinê. Armanc herêma Şahba bû. Ferîde Îbo anî ziman ku ev koçberî ne alternatîfek bûye û wiha got: “Ji ber hedefgirtina rasterast a sivîlan, ji bo jiyanê pêwîstiyek bû ew.”

Koçberiyên dubare

Herêma Şahba ne îdeal bû; ew "herêmeke karesatê ya tevahî" bû û şert û mercên jiyanê yên têrker lê tunÎbon. Berê rastî êrîşên DAIŞ’ê hatibû, nifûsa wê hatibû koçberkirin û binesaziya wê zirar dîtibû. Koçberên ji Efrînê bi hêviya ku di demek nêzîk de vegerin bajarê xwe, li wir bi cih bûn. Lê bombebaranên topxaneyên rojane û gefên ewlehiyê yên berdewamî, jiyana li Şahbayê bêaram û xeternak kir. Her ku hejmara koçberan zêde bû, kamp dest pê kirin; hejmara wan gihîşt çar kesan. Hin malbat neçar man ku di malên wêranbûyî an jî beşek jê wêran bûyî de bijîn. Ferîde Îbo dorpêça teng û astengkirina ketina pêdiviyên bingehîn ên xwarin, bijîşkî û sotemeniyê wekî “krîza mirovî girantir dike û jiyana rojane vediguherîne têkoşînek domdar ji bo jiyanê” bi nav dike.

‘Bi gefa qirkirinê re rû bi rû man’

Tevî hemû zehmetiyan, xelkê Şahbayê nêzîkî heft salan li ber xwe dan, koçberiyê wekî "rewşek demkî" dîtin û hêviya vegera malê parastin. Lê belê, gefên dubare û binpêkirinên berdewam, "xeyala koçberiyê" dîsa anîn pêş. Ferîde Îbo tiştê ku paşê li herêma Şahbayê qewimî wekî "bi gefa qirkirinê re rû bi rû man" vedibêje ku gel neçarî pêla sêyemîn a koçberiyê kir. Piştî ezmûnên xwe yên berê yên komkujî û koçberiya bi zorê, mirov di rewşek tirsek rastîn de bûn. Ferîde Îbo got ku “Biryara mayîna li nêzîkî herêmê alternatîfek bi zorê bû. Armanca wê ew bû ku ger ji bo parastina sivîlan garantiyek were dayînvegerê hêsan bike.”

‘Zarok û kal û pîr ji ber nexweşî û sermayê mirin’

Sê qonaxên koçberiyê di bin şert û mercên herî dijwar ên avhewayê de pêk hatin. Koçberiya yekem ji Efrînê di rojên sar û şilî yên Adarê de, ya duyemîn ji Şahbayê di destpêka Kanûnê de û ya sêyemîn di 18’ê Kanûnê de. Ev koçberî, ji ber sermayê, şert û mercên jiyanê yên xirab, nÎbona germkirin û lênêrîna tenduristiyê, bû sedema mirina hinek zarok û kal û pîran. Ferîde Îbo derbarê wan kêliyan de wiha got: “Mirov neçar man ku di şert û mercên nemirovane de li dibistan, stargeh û kampan bijîn. Hin zarok û kal û pîr ji ber nexweşî û sermayê mirin. Bandorên psîkolojîk û fîzîkî yên koçberiyê îro jî têne hîskirin.”

Hêviyên mezin ên ji bo vegerê

Ferîde Îbo destnîşan kir ku di destpêka sala 2025’an de, piştî guhertinên siyasî, hêviyên mezin ji bo vegera mirovên koçber a bo malên xwe derketin holê. Bi taybetî bi tevlîbûna xala vegerê di peymanan de, xelk her roj hêviya "em ê îro, sibê, vê mehê vegerin" dikir. Lê belê, ev hêvî zû winda bûn. Destwerdanên derve û êrîşên nû yên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, pêla çaremîn a koçberiyê ferz kir. Vê carê, koçberî ber bi Qamişloyê ve hat kirin. Xelk di tirsa qirkirinê de, ji çarenûsa xwe ne ewle, berdewam kir. Bêdengiya navneteweyî û nÎbona garantorek ji bo parastina nifûsa sivîl, koçberiyê hîn dijwartir kir.

‘Gelê Kurd bi tevahî, berxwedana xwe domand’

Ferîde Îbo rexne li bêdengiya hevpeymaniya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir û wê wekî "hevkariya nerasterast a di sûcên li dijî gelê Kurd de" bi nav kir. Revandin, kuştin, birîndarkirin û rastiya ku çarenûsa windayan nayê zanîn, asta van sûcan zêde dike. Gelê Kurd bi tevahî, berxwedana xwe domand. Ferîde Îbo axaftina xwe bi gotinên “Berxwedana me qet nesekiniye. Mêr, jin, ciwan û kal û pîr taxên xwe diparêzin, dewriyeyên şevê organîze dikin û beşdarî meş û çalakiyan dibin. Ev yek pabendbûna wan a bêdawî bi hÎbon û mafê jiyanê re nîşan dide” domand.

Hesab nayê pirsîn

Lê belê, jin koma herî zêde ji koçberî û şer bandor bûyî ne. Ferîde Îbo ragihand ku gelek jinan mêr, zarok û xwişk û birayên xwe winda kirine û wiha pê de çû: “Neçar mane ku barê jiyanê bi tena serê xwe hilgirin. Êşa jinan du qat giran e, ji hêla psîkolojîk, civakî û aborî ve. Tevî vê yekê, ew di pêşengiya berxwedanê de man. Şoreşa Rojava cihê wan ê rewa daye jinan, bawerî û îradeyê di wan de çandiye; jinan di warên siyasî, dîplomatîk, leşkerî û civakî de rolek çalak girtine. Jin di parastina yekparçeyiya civakê de di dema koçberiyê de, bilindkirina moralê giştî û rêxistinkirina li hember kaosê de stûnek bingehîn bûne. Armanckirina bi zanÎbon a jinên Kurd û binpêkirinên li dijî şervanên jin ên şehîd bûne, tirs û nefreta li hember îrade û rola pêşeng a jinan nîşan dide. Ev sûc binpêkirinek eşkere ya hemû qanûn û normên navneteweyî ne. Hesab pirsîn tuneye.”

‘Parastina mafên jinan tê wateya parastina tevahiya civakê’

Ferîde Îbo, balkişand ser rola jina a di tekoşînê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî koçberkirina bi darê zorê, komkujî û binpêkirinan, jinên Kurd dê dev ji mafên xwe yên çandî, civakî, siyasî û mirovan bernedin. Berxwedana wan li Efrîn û li seranserê Kurdistanê berdewam dike. Parastina mafên jinan tê wateya parastina tevahiya civakê. Ji ber ku her êrîşek li ser jinan êrîşek li ser bingehên edalet, demokrasî û azadiyê ye.”