Li Bexdayê Roja Zarokan a Cîhanê bi çalakiyên hunerî hat pîrozkirin

Yekîtiya Jinên Iraqê, roja cîhanî ya zarokan bi çalakiyê hunerî û şahiya zarokan pîroz kir. Di çalakiyê de zarok, dayîk û mamoste amade bûn. Armanca çalakiyê ew bû ku zarok kêfxweş bibin û hişyariya derbarê maf û parastina zarokan zêde bibe.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Yekîtiya Jinên Iraqê duh, li navenda çandî ya Beytuna ya li Bexdayê, bi boneya 1’ê Hezîranê Roja Zarokan a Cîhanê ku her sal di 1’ê Hezîranê de tê pîrozkirin, çalakiyek li dar xist. Gelek zarok, dayîk, mamosteyên pêş dibistanan û jinên malê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku ji hêla Cîgira Sekretera Yekîtiya Jinên Iraqê Suheyla el-A'sam ve hate pêşkêşkirin de, ji derveyî lîstik û pêşbirkên zarokan, stran hatin gotin û diyarî hatin belavkirin.  Armanca çalakiyê kêfxweşkirina zarokan û balkişandin ser girîngiya pêkanîna qadek bi ewle û parastina mafê zarokan e.

Beşdaran bal kişandin ser parastina mafê zarokan û pêkanîna qadek bi ewle ji bo zarokan. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku perwerde, xizmetên tenduristiyê û têkoşîna li dijî tundiyê berpirsyartiya hevpar a civakê ye.

‘Parastina zarokan berpirsyartiya herkesî ye’

Bi vê boneyê, Sekretera Giştî ya Yekîtiya Jinên Iraqê Şamîran Marûkel, daxuyaniya ji aliyê yekîtiyê ve bi mebesta vê rojê hatiye amadekirin û bi diruşmeya ‘Zarokên Iraqê xezîneya îro û mîmarên sibê ne; perwerde û parastina wan berpirsyariyeke civakî ye’ xwend.

Di daxuyaniyê de balkişandin ser berpirsyariya mirovî û exlaqî ya li hember zarokên li seranserî cîhanê û bi taybetî zarokên Iraqê. Yekîtiyê her wiha bal kişand ser rewşa zarokên ku bi pirsgirêkên wekî xizanî, koçberî, tundî, kêmaniya gihîştina perwerdeyê, gihîştina tenduristiyê û bêewlehiyê re têdikoşin. 

Şamîran Marukel di axaftina xwe de diyar kir ku zarok ne tenê nûnerên pêşerojê ne, di heman demê de kesên îro ne û jiyanek bi rûmet, kêfxweşî  û parastinê heq dikin. Şamîran da zanîn ku Yekîtiya Jinên Iraqê li ser bingeha baweriya xwe ya kûr a avakirina civakek dadperwer ji bo parastina zaroktiyê û garantîkirina rûmeta zarokan dest pê dike, parastina mafên zarokan didomîne.

Mafên zarokan diparêzin

Şamîran Marukel anî ziman ku Yekîtiya Jinên Iraqê, di dîroka xwe de, ji bo dabînkirina perwerdeyek bi kalîte û belaş, xizmetên tenduristiyê yên berfireh û parastina ji tundiyê û destavêtinê ji bo piştgiriya zarokan xebitiye. Şamîran anî ziman ku ew ji bo jiyana di qadek bi ewle de û ji şer, nefret û cudakarî dûr û mîsogerkirina pêşkeftina wan a derûnî, civakî û çandî parastina mafê zarokan dikin. Şamîran Marukel di dawiya axaftina xwe de banga xwe ya ji bo hevkariya di navbera hemû saziyên fermî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên medyayê ji bo parastina mafên zarokan li gorî peymanên navneteweyî dubare kir. Bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî karkeriya zarokan û devjêberdana dibistanê, dabînkirina piştgiriya derûnî û civakî ji bo zarokên ku ji şer û tundiyê bandor bûne û xurtkirina çanda hezkirin, xweşbînî û wekheviyê.

Peyamên ji bo zarokatiyê hatine dayîn

Li aliyê din, mamosteya alîkar a pêşdibistana El- Besme Zeyne Abdullah, bal kişand ser girîngiya van cûrên çalakiyên ên ku bi taybet ji bo roja cîhanî ya zarokan tê li darxistin. Diyar kir ku ew Yekîtiya Jinên Iraqê ku her sal van çalakiyan organîze dike teqdîr dike û got ku ev yek sûd dide ku pozîsyona zarokan di civakê de xurt bibe, jêhatîyên wan pêş bikeve û piştgiriyê bide wan.

Zeyne Abdullah îfade kir ku ev çalakî hem ji bo dayîkan hem jî ji bo zarokan derfetek girîng e û ev roja navneteweyî ku li gelek welatên cîhanê tê pîrozkirin, tîne bîra mirovan ku zarok bingeha avakirina nifşên pêşerojê pêk tînin.

Ninurta Şemuil, ligel keça xwe Înanna, beşdarî pîrozbahiyê bûye û bal kişandin ser girîngiya rojê. Vê rojê “Cejna zarokên Iraqî û yên cîhanê’ bi nav kir û diyar kir ku ev roja taybet a ji bo zarokan hatiye veqetandin wisan dike ku ew nirx û cihê xwe di nav civakê de hîs bikin. Ninurta Şemuil destnîşan kir ku zarok beşek bingehîn a civakê, hêviya pêşerojê û bingeha civakê ne.

Kêfxweşiya zarokan

Zarokên beşdarî pîrozbahiyê bûne kêfxweşiya xwe ya bi vê mebestê anîn ziman. Xwendekara pola pêncan a 11 salî Menar Ala, got ku wê ji pirtûkxaneyê hez kiriye ji ber ew li wir xêzkirin, nivîsandin û xwendina çîrokan fêr bûye û her weha derfet dîtiye ku bi hevalên xwe re bilîze. Menar Ala diyar kir ku ew armanc dike di pêşerojê de bibe bijîşk, xwest ku bi tedawîkirinê, alîkarî bide başbûna nexweşan. Rukiyye Sadik a 12 salî û Rusel Hatem a 13 salî jî kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna pîrozbahiyê anîn ziman û gotin ku ew di vê roja taybet de ji hemû zarokan re kêfxweşî û aramiyê dixwazin.

Roja Zarokan a Cîhanê, wek roja parastina mafên zarokan, mîsogerkirina gihîştina wan a perwerde, xizmetên tenduristiyê û garantîkirina şert û mercên jiyana mirovî tê qebûlkirin. Di heman demê de balê dikişîne ser rola zarokan di avakirina pêşerojek bi ewle û dadperwertir de.

Îro wek bangek ji bo dezgehên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl û hemû beşên civakê ye ku bi hev re bixebitin da ku qadek bi ewle û piştgir biafirînin da zarok bikaribin jêhatiyên xwe pêş bixin û bighîjin armancên xwe. Ji ber zarok wek dewlemendiya rastîn a civakan û mîmarên pêşerojê tên dîtin.