Koçberên gundewarên Kobanê: Ne alîkarî divê dorpêç were rakirin

Şêniyên gundewarên Kobanê, diyar kirin ku mesele ne alîkariya koliyên xurekê ye û dan zanîn ku ew dixwazin dorpêç rabe, merc çêbibin û bi ewayekî bi ewle vegerin gundên xwe.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Kobanê- Şêniyên gundewarên Kobanê ku ji ber êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam koçber bûne, diyar dikin ku divê êrîş werin rawestandin, dorpêç were rakirin û di mercên bi ewle de vegerin gundên xwe. Her wiha dan zanîn ku bi alîkariya ji wan re tê şandin trajediya heyî çareser nabe.

Bi êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam û komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser hêrênên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re; şêniyên gundewarên li ser xetên êrîşan neçar man malên xwe biterikînin. Gelek ji wan malbatan li bajarê Kobanê bi cih bûne û niha di dibistan û nexweşxaneyan de dimînin. Bajarê Kobanê jî di bin dorpêça komên çeteyan de ye niha.

Neteweyên Yekbûyî, roja 26’ê Mijdarê 24 kamyonên xurekê şandin bajar lê koçberên Kobanê diyar kirin ku alîkariyên tên kirin, têra pêdiviyan nakin, ji bo ku ser dorpêça li ser bajar hatiye ferzkirin bigrin van alîkariyan dişînin û xwestin dawî li dorpêçê were anîn.

Nûçegihanên ajansa me yên li Kobanê, çûn serdana koçberên ku li dibistanan dimînin û bi gelek jinan re hevdîtin kirin. Yek ji wan jinan Kolî Hamî ya ji gundê Berx Botan ê Kobanê ye.

‘Me ajalên xwe tî û birçî di nava berf û baranê de hişt û em koçber bûn’

Kolî Hamî wiha got: “Em ji gundê xwe koçber bûn, me ajalên xwe tî û birçî hişt, niha di nava berf û baranê de ne. Xizmên me yên ku haya me ji wan nemaye hene; em nizanin sax in an hatine kuştin. Min tenê neviyên xwe yên biçûk bi xwe re anîn.”

‘Cîhan li ser xwîna zarokên me û gelê me bazarê dike’

Kolî Hamî ya ku du kurên wê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hatine kuştin, niha bi hevjînê xwe re neviyên xwe yên sêwî xwedî dike. Kolî Hamî balê dikşîne ser mercên zor ên ji ber şer û koçberiyê çêbûne û wiha dibêje: “Kurên min di refên QSD’ê de li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Wan ji bo parastina hemû cîhanê canê xwe feda kir lê îro hemû cîhan, li ser xwîna zarokên me û gelê me bazarê dike. Em baş dizanin wan ji nû ve DAIŞ’ê bi ser me de şandin lê vê carê bi navekî din.”

‘Kesên êrîşê me kirin hemû Sûriyeyî nîn in ji her derê cîhanê mirovan kom kirine anîne vê derê’

Kolî Hamî Neteweyên Yekbûyî bi tundî rexne kir û wiha domand: “Ger bi rastî jî xema wan bûya dê niha em di vê rewşê de nebûna pêdiviya me bi alîkariyê tune bûya û li dijî vê dorpêça ku ji bo felaketê li ser me hatiye ferzkirin bêdeng nemana. Em di nava sir û seqemê de dijîn. Ger bi rastî derdê wan mafên mirovan be, bila van êrîşan bidin rawestandin, agirê vî şerî geş nekin lewre em baş dizanin berpirsê vî şerî tenê Ahmed el-Şara (Colanî) nîn e; hemû dewlet di nava vê planê de ne. Kesên ku êrîşê me kirin hemû Sûriyeyî nîn in; ji her derê cîhanê mirovan kom kirine anîne vê derê.”

Kolî Hamî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Kurdan kir û wiha got: “Sînoran rakin, dengê me bibihîsin û di vê rewşa zor de li ba me bin, em êdî bang li civaka navneteweyî nakin. Ji derveyî Kurdan feydeya tu kesê ji wan re tune ye û xwediyên Kurdan tenê Kurd in. Di vê pêvajoya krîtîk de yekîtiya Kurd divê çêbibe û gelê Kurd ji xetera qirkirinê were rizgarkirin.”

Komkujî her dem dubare dibin

Hacîre Beşîr a ji heman gundî jî wiha got: “Bû du car em ji gundê xwe koçber dibin. Di sala 2014’an de dema ku DAIŞ derket holê û êrîşê Kobanê kir, em ji gundê xwe derketin. Wê demê li gund komkujiyek çêbû 35 mirovên sivîl hatin kuştin; ji hinek malbatan pênc kes di wê komkujiyê de mirin. Niha jî ger pêşî li şer neyê girtin, em careke din bi komkujiyek bi wî rengî re rûbirû ne. Di vê Çileya zivistanê ya bi sir û seqem de, me malên xwe terikand, em di gelek mercên zor de dijîn. Ji ber birandina cereyan û înternetê, haya me ji xizmên me yên li gund tune ye.”

Hacîre Beşîr, xwest êrîş werin rawestandin û bi awayekî bi ewle vegerin gundên xwe.

‘Pêdiviya me ne bi alîkariyê bi rakirina dorpêçê heye’

Rabîa Şêx Muhemmed jî diyar kir ku ji ber êrîşên li ser gund neçar mane malên xwe biterikînin û bi gotinên; “Em ji bo zarokên biçûk ji gund derketin, dema dengê topan tê dikevin nava tirs û xofê” wiha domand: “Divê dorpêça li ser bajar were rakirin. Pêdiviya me ne bi alîkariyê bi rakirina dorpêçê heye. Em dixwazin êrîş bi dawî bibin, av û cereyan were berdan û riyên bajar ji bo danûstandinê vebin. Li malên me û gundên me her tişt heye, pêdiviya me bi alîkariyê tune ye. Li cihê alîkariyê bila mercên vegerê werin avakirin.”

Rabîa Şêx Muhemmed bal kişand ku ew careke din koçberiyê napejirînin û wiha bi dawî kir: “Em ê dest ji Kobanê bernedin. Em ê vî bajarî biparêzin lewre vî bajarê nasname û dîroka me ya kevnar temsîl dike. Em ê destûr nedin wan çeteyên bi pere bikevin bajar. Em ji koçberiyê bêzar bûn.”