KJAR: Çalakiya Werîşe Muradî hewesta li dijî siyaseta Îranê ye

KJAR’ê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî de daxuyaniyek niviskî da û ragihand ku çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî hewesta li dijî siyaseta dermirovî ya rejîma Îranê ye.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafê mirovan û endama KJAR’ê Werîşe Muradî pênc roje di dema roja cîhanî ya pêşîlêgirtina darvekirinê, li dijî cezayê darvekirin û rewşa girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Komeleya Jinên Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

KJAR’ê diyarkir ku Werîşe Muradî dengê civak û bi taybet denge ew jinên kedkar e ku rojane rastî êrişên rejîma Îranê tên û got: “Xwedîderketina li Werîşe Muradî, xwedîderketina li dengê azadiya jinan e.”

Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:

“Şerê cîhanê yê sêyemîn bi qonaxên xwe yên cûda li Rojhilata Navîn berdewam dike. Şerê derbaskirina sînoran yên netew-dewletan ku sînorên exlaqî tune kiriye berdewam dike. Ew şerên ku bêhna xwînê jê tên û êşên xelkê heremê û bi taybet êşên jinan, tê wateya nebûna demokrasiyê. Faşîzma li navçeyan û encamên belavbûna faşîzmê li navçeyan, tenê jenosîd e.

Rejîma Îranê yek ji wan netew-dewletane ku li navçeya xwe bi salan e hêzên opozisyona navxweyî bêdeng dike û şerê ji derveyî welat berfireh dike. Siyasetek bi temamî mêrsalarî ye û armanc bingeh danîna serweriyê ye. Di vê navendê de berjewendiyê dewletê ji kes û çînên civakê li pêştir e. Ew dewleta ku rojane fetwa, zagon û projeyasayan nû derdixin, zayendperestî, nasyonalist û ayînî ye. Armanc dike îradeya civakê tune bile û bêdengiyê li ser civakê bisepîne. Dewlet di hewla desthildariyê de ye û ji bo bi destxistina desthilatê dest bi xwîn rijandinê kiriye. Civaka ku hikumet lewaz kiriye, yekrêziya gelan, bi taybet jinên li qadan, dengê jinên li girtîgehan tirs xistiye nava dilê hikumetê. Berdewambûna nerazîbûnan, piştgirî, piştevaniya azadîxwazan li ser asta navnetewî li gel jinên têkoşer li girtîgehan, bûye sedem ku rejîm zêdetir bitirse. Ji ber wê bedengkirina hêzên azadîxwaz li girtîgehê, ji derveyî bêdengkirinê, hewla veşartina vê bedengkirinê dide.

‘Cezayê darvekirinê roj bi roj zêde dibe’

Me dît zextên fîzîkî, derûnî û di heman demê de derxistin û bicihkirina cezayê darvekirinê di nava sala borî de roj bi roj zêde dibe. Lê belê ev gef û îşkence bandor li ser jinên têkoşer di nava girtîgehê de nake. Hevala me Werîşe Muradî yek ji wan jinên pêşeng e ku di meha tebaxa  2023’an de hate girtin û niha li girtîgeha Evîn tê girtin. Rastî îşkenceya derûnî hat û destûr nayê dayîn hevdîtinê li gel parêzer û malbata xwe pêk bîne. Lê belê tevî zext û îşkenceyên zêde, hertim hewl daye dengê xwe û girtiyên din siyasî bigîhne civakê. Gelek caran nameya nerazîbûna derbarê cezayê darvekirinê li Şerîfe Muhamedî û Pexşan Ezîzî birî de belav kiriye û li gel hemû jinan bû ku ‘bi her şêwazek’ zexta darvekirinê lê dikin û daxwaza rakirina cezayê darvekirinê kir. Ji ber vê di roja cîhanî ya pêşîlêgirtina cezayê darvekirinê de bi nameyekê li girtîgeha Evînê ji ‘Civaka azad û damû dezgahên navnetewî’ re nivîsî de, ji bo balê bikşîne ser rewşa niha û di heman demê de li dijî zext û êrişên li ser azadîxwazan tê sepandin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ne diyar kir. Ragihandina vê çalakiyê helwestek ji bo kêmbûna qetilkirina navxweyî û darvekirinê ye û her wiha li dijî siyaseta dermirovî ya rejîma Îranê ye.

‘Werîşe Muradî dengê civakê ye’

Hevala me Werîşe Muradî dengê civakê ye. Bi taybet dengê jinên kedkar e ku rojane rastî êrişên rejîma Îran ya Îslamê tên û di heman demê de dengê hemû jinan e ku ji bo bigihin azadiyê gav davêjin. Weke Komelya Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) em bang li jinên çalakvan, têkoşer, civaka azadîxwaz, kom û sazî û rêxistinên navnetewî dikin ku xwedî li havalên me derbikevin û piştevaniya wê bikin, bibin dengê gel. Ji bo bi dawîkirina sîyaseta dermirovî ya darvekirinê, rê nedin rejîma Îran ya Îslam bi navê şerê ji derveyî welat sûcên ku dikin serde bigrin.”