‘Kiryarên DAIŞ’ê li peravên Sûriye û Suweydayê didomin’
Rêvebera Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Suad Hiso tekez kir ku feraseta çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî fermî li Sûriyeyê zindî dibe û got: “Kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê di bin navê olê de anîn serê Êzidiyan, îro HTŞ’a cîhadîst li Peravên Sûriye û Suweydayê berdewam

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di dîrokê de 74 ferman li dijî civaka Êzidî pêk hatin. Di sala 2014’an de fermana dawî ya li ser Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat. Çeteyan êrîşeke hovane birin ser Êzidiyan, di heman demê de pêşmergeyên PDK’ê bi fermana fermandariya xwe, ji Şengalê vekişiyan. Piştî vekişandinê, rê li ber çeteyan hat vekirin û bi çekên giran ketin Şengalê. Di encamê de bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û çeteyan ew li bazaran firotin.
Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Suad Hiso ya ku bi boneya 11’emîn salvegera Fermana 74’an ji ajansa me re axivî bal kişand ku jinên Êzidî bi têkoşîna xwe rê li Şengalekî azad û xweser vekirine. Suad Hiso her wiha anî ziman ku kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê îro li Sûriyeyê bi destê çeteyên HTŞ’ê li dijî civaka Elewî û Durzî tê berdewamkirin.
Duh Şengal bû, îro peravên Sûriye û Suweyda ye
Suad Hiso da zanîn ku civaka Êzidî tu carî fermana dawî ya li serê gelê Şengalê hat rakirin ji bîr nake, li dijî wê xwe birêxistin kiriye û got: “Her dem dayîk û bavên me behsa fermanên ku ji aliyê desthilatiya Osmanî ve li serê civaka Êzidî hatin rakirin, dikirin lê me bi çavên xwe nedidît lê fermana 74’an ku ji aliyê neviyên Osmaniyan ve pêk hat em bûn şahidên wê roja bi êş. Çeteyên DAIŞ’ê dema êrîşî Şengalê kirin di bin navê olê de û bi nave Xwedê serê mirovan jêkirin, jinan revandin û malan talan kirin. Îro em dibînin heman feraset, bi nave HTŞ li dijî pêkhateyên li Sûriyeyê heman tiştî dike. Li peravên Sûriye û Suweydayê jin rastî tecawizê hatin, wan revandin, serjê kirin û tiştên pîroz ên civaka Durzî û Elewî bi rengekî derehlaqî binpê kirin. Duh çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kiryarên qirkirinê pêk anîn, îro li peravên Sûriye û Suweydayê bi navekî din û fermî kiryarên DAIŞ’ê zindî dibin, siyasetên qirkirinê didomin...”
‘Feraseta ku jinan red dike civakê jî red dike’
Suad Hiso diyar kir ku Sûriyeya demokratîk bi mîsogerkirina maf û rola jinan dikare were avakirin û wiha got: “Feraseta ku HTŞ dide meşandin feraseteke cîhadîst û teror e. Rêveberiya Demkî ya Şamê heya îro jinan qebûl nake û hebûna wan red dike. 14 sal piştî Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan dest pê kir û heya roja îro berdewam dike redkirina rola jinan nayê qebûlkirin. Sîstema ku HTŞ dixwaze ferz bike sîtemeke pêkhateyan qebûl nake û mafên jinan misoger nake. Gelo bi vî rengî Sûriyeya çawa were avakirin? Bêguman tu pêkhate vê yekê qebûl nake û ji bo xwedîderketina li maf û nasnameya xwe têdikoşin. Îro ez jinek Êzidî me, gerek di Sûriyeyê de mafê min hebe, qebûlkirina hemû beşên civakê di Sûriyeyê de xaleke girîng û hesas e.”
‘Pêwîstiya Sûriyeyê bi modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye’
Suad Hiso balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir û wiha got: “Çareseriya Sûriyeyê bi pêkanîna banga Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîke heye ku bi wê dê her kes xwedî nasname, maf û ziman be. Bakur û Rohjhilatê Sûriyeyê mînak e û gerek her kes jê sûdê bigre, modela ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser ava kiriye û birêxistin kiriye gere bibe modelek li tevahî Sûriyeyê. Ji ber ku tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhate rehet dijîn û xwedî nasname û hebûn in.”
‘YPJ, YPG û HPG hêzên xwedîderketina li mirovahiyê ne’
Suad Hiso destnîşan kir ku PYJ, YPG û HPG xwedî li mirovahiyê derdikevin û wiha berdewam kir: “YPJ, YPG rûmet û hêza me ye, dema ferman bi serê gelê Êzidî pêk hat, pêşmerge û hikûmeta Iraqê xwe kişandin û rê li ber qirkirina civaka me vekirin lê YPJ, YPG û HPG xwedî li me derketin, rûmeta Kurdan parastin, felsefeya ku li ser dimeşin, tu ferq û cudahiyê naxe navbera pêkhateyan. Armanca wan parastina mirovahiyê ye lewma îro em dibînin li Sûriyeyê her kes bang li QSD, YPG û YPJ’ê dikin. Ji ber ku her kes êdî bawer dike ku tu hêz wan naparêze ji bilî QSD’ê.”
‘Banga Ocalan rê li ber qirkirina Êzidiyan girt’
Suad Hiso di dawiya axaftina xwe de got ku Êzidayetî çanda kevnar a Kurdan e û wiha pê de çû: “Rêber Apo got: ‘Eger Êzidîtî têk biçe, bizanibin Kurdayetî têk diçe’. Ji ber vê yekê Êzidî hatin parastin bi saya Rêber Ocalan komkujî têk çûn û Êzidî bi ser ketin. Îro bi pêşengiya jinên Êzidî civaka Êzidî, xwe birêxistin kir, hêza xwe ava kir û di hemû qadên jiyanê de rola xwe dilîze. Rêber Apo di nameya xwe ya dawî de anîbû ziman ku ola Êzidî ola herî kevnar e li Mezoptamyayê. Tevî ewqas ferman li serê wan hatin rakirin jî, xwe spartin çiyayên Kurdistanê. Em di vê pêvajoyê de dixwazin Rêveberiya Xweser a Şengalê were qebûlkirin, ji ber ku baweriya me bi tu kesê nayê em ê xwe birêve bibin û biparêzin. Îro erka hemû Êzidiyan ew e ku xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî asta têkoşînê bilind bikin.”