Kirmaşan di bin şerê veşartî de ye
Komara Îslamê ya Îranê, di çapemeniya xwe de her çendî bibêje li dijî gefên ji derve têdikoşe, li kolanên Kirmaşanê rastî pir cuda ye. Guhdarkirin û kontrolkirina telefonan, binçavkirina bêdeng û pêkanînên birina ciwanan a leşkeriyê, didomin.

NASIM EHMEDÎ
Kirmaşan – Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, tedbîrên lawaz ên Komara Îslamê ya Îranê li dijî êrîşan raxist ber çavan. Ewlehiya ku rejîm îdia dike, derket holê ku tepisandina muxalefeta navxweyî, pêkanîna zextê li dijî gel û bi zorê tepisandin e.
Tedbîrên bê serûber ketine cihê ewlehiya rast
Li Îranê bi şerê ku di navbera herdu welatan de dest pê kiriye, tedbîrên hatin girtin, mînak weke di bagajên wesayîdan de ji bo amûrên bê mirov û dronan lêgerînkirin, weke ku encamek diyar nebûye ewlehî û aramiya gelan ji holê radike atmosferek rageşî ava dike.
Bi tirsê hewl dide ewlehiyê ava bike
Rayedarên Îranê, bi hinceta tedbîran li dijî ketina sîxurên Îsraîlê di Îranê de zextê li ser gel ava dike, hewl daye atmosferek ewlehiyê ya tund ava bike. Bi vê yekê hedefên xwe yên zextê ku hewl dide gel di bin kontrolê de bihêle bi awayekî veşartî xistiye meriyetê.
Zêdekirina amûrên guhdarkirin şopandin û zextên dîjîtal
Rejîm beriya pevçûnan, kamerayên bajar, pêkanîn û li ser medyaya dîjîtal hewl dide muxalifan bişopîne. Lê belê ev amûrên şopandinê ne xwedî wê rewatiyê ne ku li ser civakê rasterast werin bikaranîn. Niha jî bi hinceta ‘avakirina qada bi ewle’ rêbaza ku gel di asta zêde de bişopîne û guhdar bike dît. Qada zextê hê zêdetir bihêz kir.
Lêgerînên berfireh
Di riyên navbera bajaran de, hebûna hêzên ewlehiyê zêde bûne û hemû cih di bin çavdêriyê de ne. Bi vê rêbazê çûyîna gel a rojane jî hatiye kontrolkirin. Wesayîd, telefon û amûrên şexsî bi asanî dikarin lêgerîn bikin.
Herî zêde Kirmaşan tê şopandin
Ev atmosfera tund a ewlehiyê her çendî li gelek bajaran were hîskirin jî li Kirmaşana ku gelek baregehên leşkerî hene, zext zêdetir diyar in. Li gorî çavkaniyên xwecihî, di nava hefteyek de li kolanên Kirmaşanê gelek kamerayên şopandinê hatine bicihkirin. Di heman demê de li ketin û derketina bajarên weke Serpol Zahab, Qesrî Şîrîn, Dalaho, Îslamabad-i Garb hejmarek zêde ya xalên kontrolê hatine avakirin.
Leşekerên zaro, di şer de mertalên zindî ne
Reşwek ku balê dikşîne ser van xalên kontrolê heye, piranî yên ku kontrol dikin, ciwanên di dibistana Amadeyî de bûne endamên ‘Tekîlata xwendekaran a Besic’ û niha bi zorê, yan jî ji bo leşkeriyê anîne ser erk. Personelên leşkerî tenê tên şopandinê dikin. Ev jî nîşan dide ku di dema êrîşek ji nişkave de, di çeper de ne personelên leşker, ji bo ev ciwan ziyanê bibînin bi kar tînin. Heman rewş di xwepêşandanên di salên dawî de hatin jiyîn. Rejîmê, li dijî xwepêşanderan hêzên xwendekarên besîc bi kar anîbûn.
Operasyonên berfireh ên binçavkirinê
Li gorî raporan, di dema van kontrolan de hejmarek zêde kes hatin binçavkirin. Wesayîdan birin otoparkê. Lê belê têkildarî hejmara yên hatine binçavkirin daneyek zelal û eşkerebûyî nîn e. Tenê ajansên nûçeyan ên nêzî rejîmê yên weke Fars, Tabnak, Asr-e Îran ragihandin ku nêzî 700 kesan li bajarên Kirmaşan, Loristan, Fars û Îsfehanê ji ber ‘Xebatên li dijî ewlehiyê’ hatine girtin. Binçavkirin herî zêde li Kirmaşanê bûn.
Di lîsteya binçakirinan de Kirmaşan di rêza yekem de ye
Pêkanîna zexta ewlehiyê ya tund a hikumetê li Kirmaşanê van hejmaran eşkere dike. Dema atmosfera ewlehiyê ya heyî were dîqetkirin, hejmara kesên hatine binçavkirin îhtîmel e ku ji hejmara hatiye ragihandin zêdetir be.
Hemû tên guhdarkirin ji sohbeta malbatê heta axaftinên rojane
Di rojên dawî de di nava zextên zêde bûne de, dixwazin cîranê herî nêz jî kontrol bikin. Li gorî daxuyaniya Serokên FATA’yê polîs Vahîd Mecîd, afaftinên gel ên bi telefonê di nava hundirê welat de û axaftinên ku ji derveyî welat bi mirovên xwe re dikin jî tên guhdarkirin.
Pêkanînên li dijî karmendên dewletê
Li Kirmaşanê hejmarek zêde karmendên dewletê ragihandin ku ji ber gefên amîrên saziyan neçar mane hemû bernameyên ji telefonên xwe derbixin. Tenê bernameyên peyamên xwecihî, yên wek Rubika, Eita, Baleh, destûr tê dayîn bi kar bînin. Di heman demê de hat pişniyarkirin ku heta fermanek duyem bi mirovên xwe yên ji derveyî welat re neaxivin.
Projeya rejîma li ber hilweşînê
Ev atmosfera zextê hemû, di demek ku gel neçar e di nava zoriyên cuda de bijî pêk hat. Niha rejîm, bi hinceta têkoşîna li dijî dijminê derve, dixwaze demek nû ya zextê û hezimkirinê bide destpêkirin lê belê vê carê, ji ber bêaramiya di bingeha desthilatdariyê de, tundiya ku li ser gel tê pêkanîn û polîtîkayên tirsê tundtir bûne. Rejîm ji bo parastina pergala xwe ya li ber hilweşînê serî li hemû rêbazan dide lê belê zêdebûna zextan wê vê hilweşînê nesekinîne.