Mamosteyên li Idlib û Helebê dest bi grevê kirin

Mamosteyên li bajarên Idlib û Helebê ya Sûriyeyê, li dijî paşguhkirina berdewam û şert û mercên jiyanê yên xirab ên rû bi rû tên, dest bi grev kirin û dersdayinê rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Mamosteyên li Sûriyeyê, ji ber mûçeyên kêm û nebûna piştgiriya dewletê ya bi bandor, rastî zehmetiyên darayî yên cidî tên. Ev paşguhkirina domdar, gef li aramiya pêvajoya perwerdehiyê dixwo û kalîteya perwerdehiyê qels dike. Bi vê yekê re, sektora perwerdehiyê ya li Sûriyeyê di nava qeyranekî cidî de ye.

Mamosteyên li Idlib û Helebê, di çarçoveya hemleya "Greva Rûmetê" de li dijî polîtîkayên Wezareta Perwerdehiyê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, dersdayin li çend dibistanan rawestandin. Çalakvanan, pankartên bi nivîsîn ku paşguhlirina sektora perwerdehiyê û mamosteyan şermezar dikin, bilind kirin.

Mamosteyan, destnîşan kirin ku mûçeyên mehane yên mamosteyan pir kêm bûne û daxwaza pêkanîna mafên xwe yên rewa û peydakirina jiyanek baş bo xwe kirin.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla "Hevpeymaniya Mamosteyên Azad ên Sûriyeyê" ve hat weşandin, hat diyarkirin ku aramanca rawestandina dersdayînê li dibistanên li Idlib û deverên derdora wê zextê li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Perwerdehiyê bikin da ku mûçeyên mamosteyan zêde bike.

Li gundewarên rojavayê Helebê jî, mamosteyên dibistanên Atarib û Saharayê daxuyaniyek weşandin û diyar kir ku wan dersdayîn rawestandiye.

Mamosteyan sedemên helwesta xwe wek nerazîbûna li dijî xirabûna şert û mercên jiyana mamosteyan, kêmbûna mûçeyên wan û nebûna pêdiviyên bingehîn ji bo proseya perwerdehiyê, nîşan dan. Mamosteyan got ku li dibistanan pirtûk û qirtasiye kêm in û rayedarên pêwendîdar ti guh nadin wan.

Mamosteyan, bang li civaka sivîl û civaka herêmî kir ku piştgiriyê bidin wan û der barê berdewamiya paşguhkirina mamosteyan û sektora perwerdehiyê de, hişyarî dan.