Keziyên şervanan: Sembola bîra Kobanê û têkçûna zordaran e

Kobanê ne tenê bajarekî dorpêçkirî bû; di heman demê de sembola îradeya jinên Kurd bû. Jinan keziyênporê xwe veguherandin alên berxwedanê; li dijî zilmê, van keziyan şahidiya rûmet û têkçûna tarîtiyê kirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Kobanê- Kobanê îro serkeftina xwe ji nû ve bi bîr tîne, rojên ku fedakariyên şervanên jin veguherand bîra nemir bi bîr tîne. Li vî bajarê, zilm hat şikandin. Keziyan, mîna şahidiyek zindî ya îradeya jinên Kurd û serkeftina wan a di her nifşê de nû dibe ma.

Kobanê di sala 2014’an de dema ku DAIŞ’ê deverên berfireh ên Sûriyeyê xist di bin kontrola xwe de, yek ji destanên berxwedanê yên herî mezin nivîsand. Leşkerên bi pere yên DAIŞ’ê bi baweriya ew ê bajêr dagir bikin êrîş kirin; fikirin ku mîna bajarên din bikeve. Lê Kobanê bi biryardariyek bêhempa li ber xwe da. Pêşengiya vê berxwedanê, ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) a ji şervanên jin pêk tê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hat meşandin.

‘Bi keziyên şervanên roj û agir berxwedan tê xurtkirin’

Şerê Kobanê 134 rojan domiya û jinên Kurd di çeperên pêş de ax, rûmet û hebûna xwe parastin. Bi dehan şervanên jin canê xwe fedayê bajêr kirin; di 26’ê Çileya 2015’an de ragihandina serkeftinê nedîtin lê keziyên porê wan mîna şahidên vê rojê hebûn.

Piştî rizgarkirina Kobanê, abîdeyek bi nivîsa; "Bi keziyên Şervanên Roj û Agir Berxwedan tê Xurtkirin” hat avakirin.

Di Abîdeyê de keziyên şervanên jin ên şehîd cih girtin û ev yek nîşanaya semboleke zindî ya têkçûna DAIŞ’ê û nîşaneya ku jin di şer de ne mexdûr in, afrînerên serkeftinê ne. Kezî êdî ne tenê tayekî por bû, ala berxwedanê, bîreke rûmetê û dîrokekî ku bi fedakarî hatiye nivîsandin bû.

‘Êrîşa li ser por êrîşa li ser rûmetê ye’

Îro, deh sal piştî wê serkeftinê, ew kesên ku alên reş hildigirin hewl didin ku dîsa Kobanê dorpêç bikin, hewl didin bi birîna porê wan ê şervan îradeya jinên şervan bişkînin. Lê bersiva jinan ji her çar beşên Kurdistanê diyarker bû, êrîşa li ser por, êrîşa li ser rûmetê ye. Porê sor ne ji bo xemilandinê ye; ew sembola nasname û berxwedanê ye.

Di salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ’ê de, nûçegihanê me, dema ku berxwedana xelkê bajêr dişopand, komek zarokan dît ku porê xwe li kêleka abîdeyê dipêçin. Ev peyamek bêdeng lê watedar bû, por ne tenê têlek por e, semboleke nemir e ku şahidiya dîroka têkoşîn û serkeftina îradeya azad dike; çiqas zordar biguherin jî jin dê bi hûnandina keziyên xwe bi berdewam li ber xwe bidin.

Îro, piştî ku 10 sal di ser vê serkeftinê derbas bû, kesên bi alên reş hewl didin careke din Kobanê dorpêç bikin û hewl didin bi riya birîna keziyên şervanên jin îradeyê bişkînin. Lê bersiva jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê ev bû: Êrîşa li dijî por, êrîşa li dijî rûmetê ye. Kezî ne ji bo xemilandinê ye; sembola nasname û berxwedanê ye.