Kewser Cindî ya Helebî li hevjînê xwe yê wendakirî digere
Kewser Cindî ku hevjînê wê girtiyek wenda yê di zîndanên rêjîma Baasê de ye, ji bo diyarkirina çarenûsa girtiyên wenda, banga lêkolînê kir û got: "Em di nav kêliyên hêvî û bi êş de dalqandî mane. Hikûmeta nû bersiv nade tu pirsên me."
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250210-20250209-img-20241223-wa0000-jpg3c95d3-image-jpg698529-image.jpg)
XUFRAN EL-HABIS
Heleb – Piştî 8'ê kanûna 2024'an û bi hilweşîna rêjîma Baasê re, hezkiriyên girtiyan û girtiyên jin ên di zîndanên rêjîmê de bi salan mane, bi hêviyek mezin li benda dîtina wan û dermankirina birînên xwe bûn. Zîndanên ku li bendê bûn deriyên xwe vekin û girtî jê derkevin, ji xwe vala bûn. Dîwarên zîndanan tenê bîranîn û êşên wan hilgirtibûn. Tenê rûpelên ku navên wan qeyd kirine li şûna wan mabûn. Ev hêvî, bû hesret ji bo dayîkên ku li benda zarokên xwe ne û jinên ku li benda hevjînên xwe ne.
Di nava wendabûna hesab xwestinê de, cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam jî piştî ku Colanî mîna 'serokê dewletê' hat erkdarkirin jî, niha heman senaryoya zilm û bindestiyê li Sûriye dimeşîne. Ne edalet pêk hat û ne jî bersiva pirsên malbetên girtiyan hatin dayîn. Ev yek jî êş û trajediyê zêdetir dike û hêvî dalqandî dimînin.
'Ew kêliya destpêka dawiya jiyana min bû'
Kewser Cindî yek ji van jinên çav li rê mane ye. Dayîka du zarokan e, ji bajarê Helebê ye û 40 salî ye. Hevjînê wê ji aliyê rêjîma Baasê ve bi darê zorê hatiye dîlgirtin. Kewsera ku behsa çîroka xwe ya bi êş kir, di destpêka gotinên xwe de çîroka girtina hevjînê xwe vegot. Kewser da zanîn ku ji 10 salan zêdetir e ku hevjînê wê hatiye girtin û destpêka çîroka xwe bi van gotinan anî ziman: “Dema derbasî Lubnanê dibû, bi hincetên derew û bê sedem ji aliyê rêjîma Baasê ve hat girtin. Ew kêlî, destpêka dawiya jiyana min bû. Zarokê min di wê demê de biçûk bûn, min xeyal nedikir ku bi zarokên xwe re bi tenê bimînim. Jiyana me hate guhertin. Aqûbeta hevjînê min ne diyar bû. Min her li ber zarokên xwe rastiyê vedişart. Piştî ku mezin bûn, min nekarî vî tiştî zêdetir veşêrim. Ji ber vê yekê û tevî rastiya bi êş, min ji wan re eşekere kir ku bavê wan girtî ye û em heta niha jî bi aqûbeta wî nizanin. Bi eşkerekirina rastiyê re, min hîs kir beşek ji zaroktiya wan hat dizîn."
'Kêliyek bi hêvî û êş hatibû dagirtin'
Kewser Cindî qala kêliya vekirina deriyên zîndanan û hêviyên wê yên bi salan e veşartî mane kir û wiha pê de çû: "Dema ku min bihîst deriyên zîndanan hate vekirin û girtî wê serbest bin, hêviya ku bi salan e min veşartî, ji nûve zindî bû. Ez bi hêvî bûm ku navên wî ji nav girtiyên ku hatine berdan bibhîzim û zarokê min li hêviya dîtina bavê xwe, li gel min sekinîbû. Ji aliyek ve min hêvî dikir ku wî bibînim û li aliyê din jî ez tirsiyam ku wî nebînim. Ew kêliyên hêvî û êşê tu car ji bîr nakim. Ew di zîndana Seydnaya de bû. Ev zîndan jî wek ciyê qetilkirina mirovan tê nasîn. Mixabin min tu şopên wî peyda nekirin."
'Li hember min hovîtî û bê ehlaqî dikirin'
Kewser da zanîn ku ji bo agahdarkirina rewşa hevjînê xwe gelek hewl daye, lê bê hevî mane û ev tişt gotin: "Di dema ku rêjîma Baasê hikim dikir û hevjînê min girtin de, gelek caran hewl dida ku serî li navnedên wan ên qaşo ewlehiyê bidim û li ser rewşa wî yan li aqûbeta wî bipirsim. Her carê rastî binpêkirinên rêveberên wan navendan hatim. Gotinên bê ehlaqî ji min re digotin. Her wiha bi awayek hovane û ne ehlaqî ji navendan derdixistin. Min tenê dixwest çarenûsa hevjînê xwe nas bikim. Ji bilî xemgînî û hesretan min nedikarî tiştek din bikim. Tu kes ji min re nedibû alîkar an jî bersiva pirsên min nedidan. Ez bê hêvî û bersiv vedigeriyam ba zarokên xwe. Mîna ku jiyan nexwaze fersendek aştiyê bide me."
'Hikûmeta niha ji hikûmeta berê ne cudatir e'
Kewser Cindî hikûmeta nû ya Sûriyê jî, ji ber ku ew jî mîna rêjîmaa Baasê girîngî nade dosyeyên girtiyên wenda, şermezar kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Rêveberê Heyet Tehrîr El Şamê şermezar dikim. Ji ber ku wan jî mîna hikûmeta berê tu girîngî nedan dosyayên girtiyên wenda û tu car hewl nedan ku aqûbeta wan diyar bikin. Me gelek hêvî kiribû ku hikûmeta nû ewê bi me re bibe alîkar û bersiva pirsên me bide. Lê mixabin ew hêvî hê jî nîvco mane. Hemû hewldanên min ên ji bo diyarkirina aqûbeta hevjînê xwe, têk çûn. Wan tu girîngî nedan vê dozê û me mîna ku tenê hejmarên bê qîmet hatine qeydkirin, dihesibînin. Rêveberiyê, heta hewl neda ku navên girtiyên wenda lêkolîn jî bike û rastiyê aşkera bike. Ji bo ku em bizanibin ew li kuderê ne, bi çi awayî hatine kuştin tiştek nekirin. Di nava vê bêdengiyê de em di nav êş û zilmê de heya niha dijîn."
'Divê lêpirsînek derbarê wendayan de bê vekirin'
Kewser Cindî banga destpêkirina lêpirsîna ji bo aqûbeta wendayan bê zelalkirin dubare kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ez vê bangê ji cîhên eleqedar û rêxistinên navnetewî re dikim. Pêdîviya me bi alîkariyê heye da ku em aqûbeta wendahiyên xwe zelal bikin. Her wiha divê lêpirsîn bên vekirin û rastî bên aşkerakirin. Ev bi salan e ku em bi êş û azaran re dijîn. Mafê zanîna rewşa girtiyên me ne tenê mafek yasayî ye, mafek mirovî ye jî. Tevî ku min hêviya dîtina hevjînê xwe wenda kiriye jî, di aşkerakirina rastiya aqûbeta wî de bi îsrar im. Tenê dixwazim bersiva pirsên xwe bibînim, ew li kuderê bû, çima hat girtin û li kuderê hat veşartin? Ev pirs bê bersiv her li ba min mane. Ji bo eşkerekirina rastiyê, ezê her biqêrim da ku hemû zanibin mirovên me di çi astê re derbas bûne û hatine wendakirin."