‘Kes nikare di navbera Kurd û Ereban de nakokiyan çêbike’
Leyla Munîr yek ji dayîkên pêkhateya Ereb e tekez kir ku li dijî hevgirtina pêkhateyan dixwazin pergala neteweya demokratîk têk bibin lê Kurd û Ereb yek in û got ku ew ê bi hevgirtinê hemû planan vala derxin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Di destpêka Şoreşa Rojava de pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen di bin pergala neteweya demokratîk de hatibûn ba hev û biryar dabûn axa xwe biparêzin.
Di çarçoveya vê projeyê de pêkhateyên herêmê li hev kirin û di hemû qadên jiyanê de bi taybetî di warê leşkerî de cih girtin. Di bidawîkirina terora DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin. Ereb, Kurd, Ermen û Suryan ji bo ku gelê xwe ji êrîşên hovane biparêzin mil bi mil bi hev re têkoşiyan.
Piştî têkoşîna ku 14 salan domiya, niha Sûriye di qonaxeke hestiyar de derbas dibe. Bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çend roj in rastî êrîşên hovane tê û êrîşka hewl didin polîtîkayên ku alozî û nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêdikin bixin meriyetê.
Li ser vê yekê yek ji dayîkên Ereb Leyla Munîr ku kurê wê li eniyên şer ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava cih digre, piştgirî dide şervanan, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tu kes nikare nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de çêbike ji ber ku bûne xizmên hev û heman malbat in.
‘Kurê min li kêleka birayê xwe yên Kurd şer dike’
Leyla Munîr tekez kir ku Ereb 14 sal in mil bi mil bi birayên xwe yên Kurd re şer dikin û têkoşînê dimeşînin û got: "Em yek in û em ê yek bin, tu cudahî di navbera pêkhateyan de nîn e. Niha kurê min li eniyên şer li kêleka birayê xwe yê Kurd şer dike, ez piştgiriya wan dikim û ji wan re dibêjim serkeftin dê ya me be."
‘Em xwedî projeyek rast in’
Leyla Munîr bal kişand ser girîngiya pergala neteweya demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan diparêze da zanîn ku ev pergal hevgirtin û bihevrebûna gelan esas digre û wiha got: “Me şehîd dan, Kurdan jî şehîd dan divê em mîrateya şehîdên xwe biparêzin. Bi nakokiyan hewl didin di navbera pêkhateyan nakokiyan çêbikin. Ji bo vê yekê jî kes û çeteyên ku bi pere tînin, li dijî gelan didin şerkirin. Em baş dizanin ev kes nûnertiya Ereban nakin. Dixwazin welat hilweşînin. Em Ereb in, keçên Kurdan bi lawên me re zewicîne, keçên me jî bi lawên Kurdan re zewicî ne. Hewl didin nakokiyan di nava civakê de derbixin û civakê ji hev perçe bikin, ev yek nayê qebûlkirin.”