KCDP'ê rapora xwe ya meha Îlonê eşkere kir: 34 jin hatin qetilkirin
KCDP'ê rapora xwe ya meha Îlonê eşkere kir û diyar kir ku di meha îlonê de 34 jin hatin qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/10/20241004-823x463cc-ist-04-10-24-kcdp-eykul-ayi-raporunu-aciklama-manset-jpg142489-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Îlonê parvekir. Li gorî rapora ku hat parvekirin di meha îlonê de 34 jin hatin qetilkirin û mirina 20 jinan jî bi guman e.
Di raporê de hat diyar kirin ku ji sedî 47 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandî ve hatine qetilkirin û ji sedî 65 jin li malê hatine qetilkirin. Ji sedî 53 jin bi çekê hatine qetilkirin.
Di raporê de wiha hat gotin: "Em diyar dikin ku sûcdar nayên cezakirin, di demên kin de serbest tên berdan û daxistina cezayan sûcdaran teşwîq dike. Sûcdar li kolanan digerin û jin dimirin."