Karmenda tendirustiyê: Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê sucên şer pêk hatin

Bijîşk Evîn Xelîl hêrsa xwe li dijî kiryarên HTŞ’ê yên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berzkir. Dr Evîn da zanîn ku qetilkirina karmendên tendirustiyê, rûxandina nexweşxaneyan û rêgirtina li ber dermankirina birîndaran, sucên şer in.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Çeteyên HTŞ’ê ji 6’ê Çile û heta niha ve bi sedan zarok, jin û gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di komkujiyan re derbaskir. Çeteyan ku bi rengekî eşkere bi kiryarên xwe, bombebarankirina nexweşxaneyan û qetilkirina karmendên tendirustiyê û hwd, sucên şer pêkanî.

Evîn Xelîl ku di navenda tendirustiyê a Miştenûr ya bajarê Kobanê de bijîşk e, helwesta xwe ya li dijî komkujiyên ku pêk hatin bi me re parvekir.

‘Me 7 rojên bi berxwedaniyê dagirtî jiyan kir’

Evîn Xelîl berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi gotina “hevgirtin û berxwedanî di lutkeyê de bû” pênase kir û wiha got: “Ev heft rojên ku me jiyankirin gelek giran û bi watebûn, ji bo vê jî em ji hêrsê dikarin bi rojan jî behsa bûyerên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rû dan, biaxivin. Di dirêjahiya hefteyê de berxwedaneke bê hempa li van taxan hat meşandin. Di vê berxwedanê de gelê sivîl, karmendên tendirustiyê, rojnemevan û hêzên Asayîşê yên xwedî çekên sivik cih girtin. Hevgirtin û berxwedana vî gelî li dijî dijminekî ku bi hezaran çekdar, tank, diron û hemû cureyên çekên giran xwe da der.”

‘Nexweşxane hatin rûxandin û karmendên wê hatin qetilkirin’

Dr Evîn a ku bi taybet li ser armancgirtina nexweşxane û karmendên wê rawestiya, wiha behsa kiryarên ku hatin meşandin dike: “Êrîşên çeteyan gelek dijwarbûn ku di encamê de gel perîşanbûn û gelek komkujî pêk hatin. Hovîtiya wan gihîşt asta ku raste, rast nexweşxaneyan bombebaran bikin û dorpêçbikin da ku birîndar xwe neghînin nexweşxaneyê û birîndarên di hundir nexweşxneyê de jî nikaribin xwe bighînin cihên ewle. Ji xwe du nexweşxane hebûn ya Osman û Xalid Fecir, tevî hemû şert û mercan karmendên tendirustiyê hewildaneke mezin ya pêkanîna erka xwe nîşan dan. Tevî vê jî nexweşxane bi temamî hatin rûxandin, gelek bijîşk û karmendên tendirustiyê bi rêbazên hov hatin qetilkirin.”

‘Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê sucên şer pêkhatin’

Evîn Xelîl kiryarên ku çeteyên HTŞ’ê li Helebê pêkanîn bi sucên şer pênasekir: “Kiryarên hov yên ku li hember gelê Kurd yê Helebê pêşketin, beriya wê li beramber Elewî û Durziyan jî hatin meşandin. Ji bo vê jî diyar e ku ev çekdar xwedî hişmendiyeke nijadperestin ku ev pênaseya hişmendiya DAIŞ dike û me ev yek di dema êrîşên wan yên li ser Kobanê de jiyan kir. Lewra jî em nikarin van koman bi artêşa Sûriyê a ku gelê wê biparêze pênase bikin, berovajî ev DAIŞ’in û netewên Sûriyê tasfiye û qir dikin. Ev kiryar hemû jî sucên şer in ku di hevpeyman û zagonên Netewên Yekbûyî û Rêxistina Tendirustî û mirovî ya cîhanî de belgekirî ne.”

‘Emê bi berxwedana xwe her tim serbilind bin’

Bijîşk Evîn Xelîl hestên xwe yên li hember berxwedaniya hatiye meşandin bi van gotinan anî ziman: “Weke jin û bijîşkeke Kurd ji bo berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê a bi heybet dibêjim, em bi berxwedana gel, şervan û fermandarên xwe serbilind û kêfxweşin. Heta kêliyên dawî jî berxwedaneke bê hempa meşandin ku heta çalakiyên fedayî jî pêşketin. Ev rojên derbasbûyî vîn û serkeftina gelê Kurd pênase kir, ew sekin û biryadariya ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat berzkirin têrker e ku serê gelê Kurd her tim bilind be.”