Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Ji serê salê ve 424 kes hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin didome. Girtiyan raghandin ku ji serê salê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 424 kes hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 47 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 75’an de, derbarê darvekirinan de daxuyaniyek belav kir.

‘Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 424 kes hatine darvekirin’

Li gorî daxuyaniyê di nava heftiyekê de yek ji jin 17 girtî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanyayê, da zanîn ku ji serê sala 2025’an heya niha, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 424 kes hatine darvekirin.

Hate gotin ku roja Çarşema borî 3 kolberên Kurd yên bi navê Azad Şucaî, Idrîs Elî û Resul Ehmed bi tometa sîxuriyê hatine darvekirin.

Di heman daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku li Îran û Rojhilat, pêlek binçavkirinê bi hêceta siyasî û ewlekariyê destpê kiriye û piraniya kesên tên binçavkirin, cezayê giran didinê. Herwiha ji mafê xwe yê dadgehkirinê jî tên bê par hiştin.

Banga azadiya hemû girtiyên siyasî

Kampanyayê, da zanîn ku ji her demî zêdetir niha jiyana girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, di metirsiyê deye û hate gotin; “Em bi Gelê Kurd û Îranê re banga hilweşandina cezayên darvekirinê û azadiya hemû girtiyên siyasî dikin.”