Ji NY’ê banga ji bo Îranê: Mafên Baheyî û Xiristiyanan biparêze

Ekspertên Neteweyên Yekbûyî, bi serokatiya Maî Sato, der barê zext û awayê pêkanîna li ser xirîstiyan û behaiyan de du daxuyaniyên cuda dan û banga parastina mafên wan kirin.

Navenda Nûçeyan – Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan a li Îranê, Maî Sato, li ser bingeha raporên binçavkirin û îşkencekirina endamên kêmneteweyên olî ragihand ku herî kêm 61 Behayî û 79 Xirîstiyan hatine binçavkirin an jî girtin.

Du daxuyaniyên fermî yên der barê kêmneteweyan de

Maî Sato li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku wê û pisporên din ên Neteweyên Yekbûyî du daxuyaniyên girîng li ser muameleya nebaş a li dijî kêmneteweyên olî li Îranê weşandine û wiha hat gotin: “Yekem di 15’ê Tîrmehê de li ser rewşa Xirîstiyanan. Ya duyem jî di 29’ê Tîrmehê de li ser rewşa Behayiyan hat weşandin.”

Her wiha bal kişand ser rewşa girtiyan û fikarên xwe yên li ser binçavkirinên bê têkilî, îşkenceya ji bo girtina îtîrafên bi zorê û weşandina van îtîrafan li ser medyaya dewletê anî ziman.

Zextên li ser Behayiyan û gefên darvekirinê

Di nava girtiyên Behayî de kesên wekî Peyam Walî, Roya Sabêt, Artîn Gazanferî, Şakîla Qasemî, Behand Naîmî û Parna Naîmî cih hene.

Li gorî raporên ku Maî Sato ragihandine, Behand Naîmî û Parna Naîmî bi gefên darvekirinên sexte hatine cezakirin da ku bi zorê bên neçarkirin îtîrafan bikin. Ev rewş fikarên cidî li ser ewlehiya wan li girtîgehê derxistiye holê. Her wiha hat diyarkirin ku Behayî di sala borî de bi tohmetên bê bingeh ên sîxuriya Îsraîlê re rûbirû mane, di nava destûra bingehîn a Îranê de jî wekî kêmneteweyek olî nayên naskirin.

Rewşa Xirîstiyanan û desteserkirina dêran

Sato her wiha behsa doza Mihemed Nîkbaxt kir ku bûye Xirîstiyan li mala xwe hatiye girtin û rastî lêdanê hatiye lê malbata wî tu agahiyek li ser rewşa wî nagire.

Di destpêka vê mehê de jî Dêra Mizgînî ya St. Peter a li Tehranê hat desteserkirin û 27 Xirîstiyanên Ermenî û Asûrî yên ku di avahiya dêrê de dijiyan, ji wir hatine derxistin. Xirîstiyanên ku ola xwe guherandine, bi serdegirtinên malan, desteserkirina milk û tohmetên hevkariya bi sîxurên biyanî re rû bi rû ne.

Banga li hikûmeta Îranê

Raportora Taybet bi bîr xist ku Îran wekî dewleteke alîgirê Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî, mecbûr e qedexeya qedexeya a îşkenceyê bi cih bîne, mafên darizandina bi awayê dadwer bigre bim temînatê mafên destûrî yên hemû kesan, bi taybetî yên kêmneteweyan biparêze.