Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 81’emîn de didome
Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re” li 49 girtîgehên li Rojhilat û Îranê di hefteya 81’emîn de didome. Girtiyan balkişandin li ser zêdebûna cezayên darvekirinê û bang li malbatên girtiyan kirin ku cezayên darvekirinê yên li ser zarokên xwe ragihînin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re”, ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li 49 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya 81’emîn de didome. Girtiyên beşdarê kampanyayê bûne, balkişandin ku tene di 6’ê Tebaxê de 20 girtî hatine darvekirin û bang li tevahî gelê Îranê û cîhanê kirin ku li kêlaka malbatên girtiyan biseknin û bi hemû derfetên destên xwe li dijî polîtîkaya darvekirinê ya li Îranê rabin ser lingan.
Daxuyaniya Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re”, wiha ye:
“Roj bi roj darvekirin û zextên li Îranê zêdetir dibin û piştî veguhestina girtiyên siyasî ya ji Girtîgeha Mezin a Tehranê ya ji bo Girtîgeha Evînê, 5 girtiyên siyasî yên bi navê Wehîd Binî Eamiryan, Puya Qubadî, Babik Elî Pur, Ekber Danişurkar û Mihemed Teqewî yên cezayê darvekirinê li ser wan hatiye sepandin, ji bo girtîgeha Qezilhesarî ya Kerecê hatine veguhestin.
Du girtiyên ewlehiyê yên bi navê Babik Şehbazyan û Umêd Tebarî Muqedem veguhestine girtîgeha Qezilhesarî ya Kerecê û dirêde hatin îşkencekirin û veguhestin Girtîgeha Ghezal Hesar. Ev tedbîra zextker, perçeyek a zêdebûna zextên li dijî girtiyên siyasî û zêdebûnek cidî ya cezayên darvekirinê ye.
Li gorî agahiyan, girtiyê siyasî ya bi navê Amer Parkî Baluchzehî, ji bo darvekirinê veguhestin Girtîgeha Zahedan û jiyana wî din ava xeteriyê de ye. Tene di 6’ê Tebaxê de 20 kes hatin darvekirin. Li gorî vê yekê, ji serê vê meha Tebaxê ve, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 110 kes hatin darvekirin.
Lêbelê, li dijî vê pêla darvekirinê, berxwedana girtiyan û gelan didome. Bazirgan û gelê wêrek ên bajarê Semîromê, ji bo protestokirina cezayê darvekirinê yê her du birayên binavê Fazel û Mehran Behramayan, bazar û dikanên xwe girtin.
Em bang li hemû malbatên girtiyên dikin ku cezayê darvekirinê yên li dijî zarok û xizmên xwe neveşêrin, bi eşkereyî belav bikin û li dijî van cezayên dijî mirovahî dengê xwe bilind bikin. Di heman deme em bang li xizmên girtiyên siyasî, welatiyên Kurd û Îranê yên navxwe û dervey welat dikin ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin û rabin ser xwe.”