Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 109’an de didome
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’, diyar kir ku di demên dawî de pêkanîna darvekirinan zêde bûne û hinek girtiyan di bin gefa darvekirinê de ne û ji raya giştî re bangek lezgîn a hevgirtinê kir.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ku li dijî pêkanînên cezayê darvekirinên li 56 girtîgehên Îranê hatî destpêkirin, di hefteya xwe ya 109’an de çalakiyên greva birçîbûnê didome. Di daxuyaniya kampanyayê de, hate diyar kirin ku di demên dawî de pêkanîna cezayên darvekirinên zêde bûye û hate destnîşan kirin ku pêvajoyên darizandinê yên bilez û biryarên li ser bingeha sûcdariyên giran di hin dozan de dibin sedema fikaran. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Mehrab Abdullahzade ya li Girtîgeha Urmiyê girtî ye, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û jiyana wê di xetereyê de ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Kesên ku di serhildana meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dan, li seranserê welat hatin bîranîn û ev çalakiyan bûn sembola berdewamiya serhildanê û hevgirtina civakî. Ev komûnên ku li dijî hikûmet û dîktatoriyê bi dirûşmeyan hatin çêkirin, bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, veguherand îlhama edalet, azadî û wekheviyê. Em wekî endamên kampanyaya Sêşema na ji darvekirinan re’, em bi gelê Îranê û xwendekarên zanîngehê re di nav hevgirtinê de ne; em piştgiriyê didin xwendekarên ku li dijî zextê li ber xwe didin û banga parastina zanîngehan a mîna qadên berxwedanê ya li dijî dîktatorî û tundwerî dikin."
Sûcê serhildana li dijî Xweda
Rejîma darveker, ji bo kesên ku di vê dawiyê de hatine binçavkirin, darizandinên bilez û dozên çêkirî pêk tîne. Girtiyan mafê hilbijartina parêzerên xwe û parastina xwe hatine bêparkirin û rastî îşkenceyên dijî mirovane hatin. Hinek ji wan bi sûcdariyên bê bingeh ên mîna “muharebe” di bin gefa darvekirinê de ne. Mînak, Mihemed Emîn Biglerî ya 19 salî û Mihemed Ebasî yê 55 salî li Tehranê mehkûmê cezayê darvekirinê hatin kirin. Abdullah Parkî jî di bin şert û mercên gumanbar de di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.
Cezayê darvekirina ya Mehrab Abdullahzadeh ya li Girtîgeha Urmiyê hat pejirandin û jiyana wê di xetereyê de ye. Rêveberiya "Velayat-e Feqîh" di meha Çileyê de zêdetirê 300 kesab darve kir û ji destpêka meha Sibatê û vir ve 33 girtî hatin darvekirin.
Dengê xwe bilind bikin
Kampanya, bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan û kesên xwedî wijdana mirovahiyê dike ku bibin dengê gelê Îranê û girtiyan û nehêlin ku zarokên vê axê ji aliyê sûcdarên hovane ve bên qetilkirin. Em bang li hemû malbatên girtiyan dikin ku der barê rewşa zarokên xwe yên di girtîgehan de agahdariyên berfireh bidin. Dengê xwe bilind bikin; ev yekane rêya li dijî zilma vê rejîma dîktatorî ye.”