Kampanyaya 'Sêşema ji Darvekirinan re Na' li 67 girtîgehan belav bû
Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan reNa’ ku li dijî biryar û pêkanîna cezayê darvekirinê yê li Îranê tê meşandin, ragihand ku di hefteya xwe ya 147’ an de li 67 girtîgehan belav bûye.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan reNa’ ku li zindanên Îranê li dijî dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinê tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 147’an de bi beşdarên nû mezin bû.
Digel tevlîbûna komek girtiyên ji Zindana Nurabad Memseni ya li parêzgeha Fars a di kampanyayê de, çalakî li 67 girtîgehên li seranserê Îranê belav bû. Di çarçoveya kampanyayê de, girtiyan li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Daxuyaniya dawî ya kampanyayê kesên ku di salvegera heftemîn a xwepêşandanên Mijdara 2019’ an de mirin û birîndar bûn, bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xwepêşandan bi awayek hovane hatin tepeserkirin, bi hezaran kes hatine kuştin û nêzîkî 10 hezar kes hatine binçavkirin. Her wiha hate diyarkirin ku ji destpêka sala 2026’an vir ve, zêdetirî 607 girtiyên ku 21 ji wan jin in, hatine darvekirin.
'Têkoşîn wê berdewam bike'
Di daxuyaniyê de kesên ku di xwepêşandanên Mijdara 2019’an de can dane, hatin bibîranîn û ev tişt hatin gotin: “Di salvegera heftemîn a xwepêşandanan de, em kesên ku di vê heyamê de jiyana xwe ji dest dan û zirar dîtin, dema ku rejîma despotîk xwîna bi hezaran xwepêşanderên bêçek rijand û 10 hezar kes girtin, bi bîr tînin. Em li ber bîranîna hezar û 500 kesên wêrek ên ku di van xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan, serê xwe ditewînin. Ev mirov ku bi wêrekî ji bo têkoşîna wekhevî, azadî û jiyaneke bi rûmet derketin kolanan, Mijdara xwînî di bin agirê rejîmê de jiyan. Em soz didin ku têkoşîna wan bidomînin heta ku îdealên wan pêk werin. Bi dubarekirina dirûşmeyên ku me di salên berê de li zindanan digotin, em diqîrin: Mijdar li kolanên Îranê berdewam dike.”
Cezayên îdamê û gefa darvekirinên nû
Daxuyaniyê bal kişand ser gelek cezayên darvekirinê yên ku ji hêla Dadwer Salavati ve di salên dawî de li dijî welatiyan hatine dayîn, nemaze yên ku beşdarî xwepêşandanên Mijdara 2019’an bûne. Her çend hin cezayên darvekirinê yên li dijî xwepêşanderan di encama hewldana raya giştî û berteka bi milyonan kesan de hatin rawestandin jî, daxuyaniyê destnîşan kir ku dadwer ku wekî dijminê mafên mirovan tê binavkirin, di posta xwe de berdewam dike.
Kampanyayê bang li dadwerên ku bi binpêkirina mafên mirovan têne tawanbarkirin kir û got “Em wan kesên ku mîna van dadweran dijminên mafên mirovan in, hişyar dikin. Roja ku ew ê hesab bidin ne dûr e. Wê rojê, ew ê ti hincet ji bo revîna ji berpirsyariyê tune be.”
Hefteya borî, hate ragihandin ku Peyman Farahver ji aliyê Daîreya Înfazê ya Girtîgeha Lakan a li Reştê ve ji cezayê darvekirinê hatiye agahdarkirin û ew bi xetereyeke mezin a darvekirinê re rû bi rû ye. Her wiha hate ragihandin ku cezayê darvekirinê li du girtiyên siyasî, Mihemed Mehdî Parsa (Ehwaz) û Omîd Janemî (Zarrînşar, Îsfahan) ku di xwepêşandanên Kanûna 2025’an de hatibûn girtin, hatiye birîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca van biryaran ew e ku di civakê de tirsê biafirînin û siyaseta tepeserkirin û komkujiyan li dijî xwepêşanderan bidomînin.
Berteka li hember kuştina Peyman Salihî
Di daxuyaniyê de girtiyan bal kişandin ser mirina welatiyê Kurd Peyman Salihî jî. Hat ragihandin ku Peyman Salihî ku bi eslê xwe ji Bokanê ye û wekî bernamesaz li Tehranê dijiya, di 9’ ê Mijdarê de ji aliyê Daîreya Îstîxbarata Tehranê ve hatiye binçavkirin û du roj şûnda cenazeyê wî yê bêcan ku nîşanên îşkence û lêdanan li ser hebûn, radestî malbata wî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev asta tundiya dewletê wekî bîranînekê ye ku divê zext, tundî û kuştinên bê daraz ên li dijî welatiyan bi dawî bibin û divê berpirsyar bên cezakirin.”
Sendîkayên karkeran li dijî darvekirinan banga hevgirtinê dikin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî zext û darvekirinan, berxwedan û hevgirtina li dijî cezayê darvekirinê berdewam dike û komek ji girtiyên ji Zindana Nurabad Memseni li parêzgeha Farsê vê hefteyê tevlî kampanyayê bûn.
Hat destnîşankirin ku hin rêxistinên sendîkayên karkerên perwerdeyê û teqawidbûyan jî bi daxuyaniyên ku weşandine piştgirî dane kampanyayê. Li gorî agahiyan, teqawidbûyî li bajarên cuda, di nav de Reşt, Şûş û Tehranê, daketin kolanan da ku nerazîbûna xwe ya li dijî darvekirinan nîşan bidin. Kampanyayê bang li hemû beşên civakê, sendîkayan, karkeran, çalakvanên siyasî û sivîl kir ku beşdarî çalakiyê bibin û diyar kir ku divê her welatiyek bibe beşek ji vê têkoşîna hevpar a li dijî cezayê darvekirinê.