Kahrîzak û bêdengiya tê ferzkirin: Dema mirina jinan nayê vegotin

Li Kahrîzakê, hebûna bedenê bê nasname ya jinên xwepêşander, nîşan dide ku destûr nadin vegotina mirina wan û şîngirtinê. Ev dûrxistin, ji kolanê destpê dike û di bîra civakê de didome.

ŞILA KASIMKHANÎ

Navenda Nûçeyan- Rapora qadê ya Komeleya Zanistên Xwendekarên Zanîngeha Tarbiat Modarres der barê cenazeyên jinên xwepêşanderên Kahrîzak ên bê nasname de, ji belgeya travmaya civakî ya kûr an jî ji nûçeyekê wêdetir e. Li gorî raporê, hê 50 jinên xwepêşanderên Tahranê li Kahrîzakê wek nasnameyên wan nediyar hene. Di raporê de hat diyarkirin ku bi taybetî bikaranîna îfadeya ‘jinên xwepêşander’ ne îstatîstikek tesadufî ye. Di civakên di bin rêveberiyên rejîmên totalîter de, bedena jinan her dem bûye amûrek ku wateya qada şer, azadî, bê îtaatî û wateya jiyanê digre, ji ber vê bûye hedefa tundiyê.

Bê nasnamekirin: Polîtîkayên jibîrkirinê

Bê nasname mayîna jinên mirine, tê wateya wan bi awayek fîzîkî ji kolanan jê bibin û piştre bi awayek sembolîk ji bîra civakê bibin. Bedena jinan di protestoyên rojane de, ne tenê bedenek ji bo protestoyê ye, wele hebûneke ku ‘sazûmaniya heyî’ xirab dike tê dîtin. Sazûmaniyek ku bi bi dehan salan li ser dîtina jinan, bihîstin û jiyana wan hatiye avakirin.

Dema em behsa ‘cenazeyên jinên xwepêşander ên nasnameyên wan nediyar’ dikin, dibêjin ku ev ne bûyereke tesadufî, yan jî xetayek asan a îdarî ye. Bê nasnamekirina bedena jinan ‘teknîka zayendperestî-polîtîk e.’ Bedena jinan piştî mirinê jî ji bedena mêr zêdetir kontrol lazim e. Ji ber tişta ku di nava xwe de digre ji aliyê hêzan ve tirsek mezin çêdike.

Rêvebirina mirinê û cudakariyê der barê şînê de

Di gotinên serdest de, bedena mêr di mirinê de jî vegotinek polîtîk digre. Malbata mêrê mirî, bi giştî bi her cure maliyetê navê wî ji nû ve tîne û mêr di kategoriyên weke ‘yên mirî’, ‘qurban’ an jî ‘şehîd’ de cih digrin. Lê belê bedena jinê, bi taybetî weke bê îtaatî dibîne, ji ber girêdayî têgînên ‘exlaq-taybet’ ji vî derfetî bêpar in. Dema jin dimrin vegotina polîtîk xirab dibe. Di vê xalê de malbata jinê nêrîna civakê ya giran ‘namûs’, gefên ewlehiyê û sûcdariyên veşartî rastî cote zextan tên û zorî bêdengiyê tên kirin, ev bêdengî ne tercîhek e, ferzkirina pergalî ye.

Jina xwepêşander a miriye, bedenek ku divê neyê dîtin, navê wê neyê bihîstin û ji bo wê şîn neyê girtin e. Mayîna bê nasname, şeklê vê dûrxistinê ye. Ji ber di aliyê pergala hêzê de jibîrkirina wê ‘kêm maliyet’ tê dîtin. Di aliyê Micherl Foucult de, li vê derê em rûbirûyî ‘biyopolîtîka’ (Biopower)in, ne tenê jiyana wê mirina bedena jî tê rêvebirin. Bedena jinê piştî mirinê dikeve zivrîneka sar a îdarî, tê qeydkirin, veşartin û dikeve refan. 

Giorgio Agamben vê rewşê wek daxistina ‘jiyana saf’ bi nav dike. Di vê çarçoveyê de bedena jina xwepêşander, ne dibe bedenek welat, ne xwedî maf, nê jî layîqî şîna civakê. Jina ku demek zindî bûye niha tenê cenazeyek e divê li cihek were ragirtin, bêyî ku destûr bidin bikeve vegotineke dîrokî. Di raporê de wiha tê gotin: “Cenazeyê nasnameya wê ne diyar, di nava dewrgirtina jiyana me ya hejmaran de, vegotina herî girîng a hê nebûye hejmar e.” Ev peyv berovajîkirinek kûr ava dike, di vegotinên fermî de îstatîstîk û raporên bê alî tên gotin, ji xwe metn dibêje, cenazeye bênav, bi bêdengiya xwe derewa sazûmaniya heyî derdixe holê.

Kahrîzak û erdnîgariya winda bûye

Kahrîzak ne tenê cihek erdnîgarî ye, di heman demê de xalek ku bîra tundiya dewletê lê sazî bûye û di nava mirin û siyasetê de ye. Dema tê gotin; “Ev jin hê li Kahrîzakê ne”, tê îlankirin ku dosya nehatiye girtin, mirin nehatiye çareserkirin û şîna civakê xistine refan. Civakek ku şînê negire, yan wê biteqe yan jî wê ber bi razandinek mutlaq ve bê kişkandin.

Çima bedena jinê ewqas bi xeter tê dîtin? Ji ber beden bi taybet di kêliya protestoyan de, di qada daxwaz, deng, nêrîn û civakî de hebûneke otorîter digre nava xwe. Mirina vê bedenê, ger were binavkirin û vegotin, vedigere daxwazeke kolektîf, tundiyên veşartî û tundiya zayendî di nav de û kontrolên pergalî yên li ser beden dibe ku derbikeve. Li vê derê têgîna Judith Butler ‘jiyanên dikarin şîn bigrin’ (grievable lives) wate qezenc dike. Hêzên siyasî berê diyar dike ku kijan jiyan layîqî şîna civakê ye û kijan jiyan bê nav û bê merasîm were jêbirin. Şîn girtin ne diyardeyek xwezayî ye, pergalek a poltîk û gotini ye.

Di vê çarçoveyê de, bedena jina xwepêşander, bi taybetî dema normên zayendê tên binpêkirin, dem bi dem ber bi dûrî qadên girtina şînê ve tên dehfdan. Lê belê tam ev cenazeyê bê nasname, ji ber ji mafê şîngirtinê bêpar dimînin, dibe ‘valahiya vegotinî’ ku ne were înkarkirin, ne jî bi temamî bi vegotina fermî were hezimkirin.

Modela gerdûnî ya windabûnê û şahidiya li beramberî sazûmaniyê

Ceribandinên gerdûnî, nîşan didin ku ev modal dubare dibe. Di dîktatoriyên li Emerîkaya Latîn de ji jinên winda bûne heta zextên li ser jinên herêmê. Li Arjantînê ‘Dayîkên Qada Gulanê’ destpêkê li kurên xwe digeriyan, lê belê piştre derket holê ku hejmara keçên hatine windakirin gelek zêdetir e. Di şerên navxweyî û zextên mezin de, jin dem dem ‘winda dibûn’, tenê ‘nedihatin kuştin’, ji ber windabûn bi awayekî kontolê li ser bedenê nehatine vegotin.

Aliyê herî bi tirs ê bedena jinan nasnameyên nediyar e, ne kuştina wan e, belkî cesaretnekirina kesên ku li wê bigerin e. Ev ne ji bê eleqederbûna malbatê, ji tundiya sazûmaniyê çavkanî digre. Tirs enjekteyî malê, şerm enjekteyî civakê û tunekirin jî enjekteyî jiyana jinê hatiye kirin. Li vê derê hêz tenê bedenê nakuje, derfeta daxwazkirinê difetisîne. Cenazeyê jinên bê nasname, ecama hevkariya tundiya pergalî, darazên civakî û bêdengiya hatiye ferzkirin e.

Di encamê de, mesele ne tenê mirina jinan e, mesele ew e ku kîjan beden destûr dîtiy di bîra civakê de bimîne. Bedena jinên bê nasname, şahidiya vê cudakariya bingehîn e. Bedenek hatiye jêbirin, ji bo domandina sazûmaniyê ji holêrakirine lê belê tam bi vê ‘jêbirin’, xwezaya wê sazûmaniyê  tê eşkerekirin. Bedena jinan, di mirina wê de jî qada pevçûnê ye û cenazeyên li Kahrîzakê ne vê berxwedanê, binketin û bêdengiya hêzan qeyd dike.