Nahla Hayder bang li hikûmeta Iraqê kir: Zagonên cûdakariyê rakin!
Nahla Hayder diyar kir ku Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê û Qanûna Cehferî bûye sedema paşketina mafên jinan û bang li hikûmetê kir ku li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere û zagonên cudakariyê rake.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq- Tora Jinan a Iraqê, ‘Raporê siyê’ pêşkêşî rûniştina 92’an a Komîteya jiholêrakirina her cure cudakariya li dijî jinan (CEDAW) ku li Cenevreyê hat lidarxistin kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên li Iraqê di serî de Zagona Rewşa Kesane ya 2025’an û qanûna Cehferî di nav de rûbirûyî binpêkirinên cidî ne. Gef û kampanyayên reşkirinê ku rêxistinên jinan û parêzavanên mafên mirovan dike hedef di nava pirsgirêkên din ên balê dikşîne de cih girt. Torê da zanîn ku ev binpêkirin ne tenê mafên jinan, gefê li tevahî mafên mirovan û sivîlan dixwe. Bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo Iraq erkên xwe yên zagonî li hemberî jinan pêk bîne, zextê bikin.
Rapora siyê, nîşan da ku Zagona Rewşa Kesane 2025’an û qanûna Cehferî, gefê li aramiya malbat û aştiya civakê dixwe. Hat diyarkirin ku qanûn, destûra bingehîn a Iraqê bi pergala hiqûqê û serxwebûna darazê re di nava nakokiyan de ye, di heman demê de Iraq qanûnên navneteweyî binpê dike. Li gorî raporê, di nava binpêkirinên ku zagon pêşbînî dike de, destûrdayîna zewaca di temenê biçûk de, rakirina cezayên zewacên ji derveyî dadgehê, bêparhiştina jinên havberdane ji mafê bicihbûnê, bêparhiştina dayîkê ji mafê xwedîkirina zarok, ji mafê mîras û xakê bêparmayîn, bêyî rizaya hevjîn pêkanîna qanûnê û bêyî sazûmaniya edlî, destûrdayîna pirzewaciyê cih digre.
Li Iraqê rêxistinên civaka sivîl ku bi mafên jinan re eleqedar dibin û parêzvanên mafên mirovan bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin. Kampanyayên reşkirinê, sûcên îxaneta li dijî welat, komkujî û gefên revandina mirovan, girtinên kêfî û astengkirina xebatên wan li zanîngehê, saziyên medyayê û perwerdeyê, di rêza destpêkê ya van zextan de ne. Bikaranîna têgehên ‘zayend’ û ‘wekhevî’ bi fermî hat qedexekirin, rêxistin bi hincetên bi nirxên olî û exlaqî bi nakokin, zorî dikin ku ji normên navneteweyî dûr bixin.
Li welat tundiya di nava malê de, bi taybetî tundiya di nava hevjînan de, gihîştiye asta cidî, sedemên vê jî nebûna zagonên ku tundiya di nava malê de weke sûc bibîne û zarokên keç biparêze ye. Mufredatên hinek zanîngehan, Peymana ji Holêrakirina her Cure Cudahiya li dijî Jinan (CEDAW), wek amûreke parçekirina malbatê û teşwîqa nêzîkatiyên berovajî di nava hevjînan de rexne dikin. Tora Jinên Iraqê, bi rapora siyê û pêşniyarên rûniştina 92’an bang li hikûmetê kir ku li gorî peymana navneteweyî û CEDAW’ê tevbigerin û parastina jinan û bi edaletê wekheviyê pêk bînin.
‘Bêedaletiya di nava jinan de zêde kiriye’
Seroka Komîteya Ji holêrakirina her Cure Cudajariya li dijî Jinan Nahla Hayder, Iraq tevî beşdarî peymana 1987’an bûye, heya niha hikûmet li gorî peymanên navneteweyî tevnegeriyaye rexne kir.
Nahla Haydar, diyar kir ku bi taybetî di qada zagon û hiqûqê de, qanûna Cehferî di nav de di demên dawî de di mafên jinan de paşketinek girîng hatiye jiyîn û got: “Ev daketin yek j qonaxa herî bi xeter a ku mafên jinan rast hatiye. Her wiha guherîna Zagona Rewşa Kesane, newekheviya di navbera jin û mêran de kûr kiriye û bêedaletiya di nava jinan de zêde kiriye.”
‘Ev pêkanîn binpêkirinek li hemberî peymanên navneteweyî ye’
Nahla Hayder di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Saziyên hikûmetê, mufredatên zanîngehê bi kar tînin û agahiyên xelet belav dikin peymana CEDAW’ê weke belgeyek ku malbatên parçe dike nîşan didin. Ev rewş min gelek xemgîn dike. Ev pêkanîn binpêkirinek li hemberî peymanên navneteweyî ye. Di heman demê de em kampanyayên tacîz û kişkişandina rêxistinên civaka sivîl ên Iraqê, dişopînin. Van çalakiyan zextek sîstematîk li hemberî astengkirina xebatên parastina mafên mirovan û mafên jinan ava dike, qet nayê qebûlkirin.”
‘Qanûn ji aliyê olî mezhebî û beşên din ên civakê ve tê redkirin’
Nahla Hayder diyar kir qanûna Cehferî destûr dide zewaca zarokan û mafê mîras û xwedikrina zarokan ji dê were girtin û got: “Qanûn ji aliyê olî, mezhebî û beşên zana yên civakê ve tê redkirin. Ev redkirin çavkaniya xwe ji domandina tundiya li dijî jinan, bêparmayîna dayikê ji mafê xwedîkirina zarokan, bêparmayîna ji mafê mîras û milkan, zewacên derveyî dadgehê û zewaca zarokan û xespkirina gelek mafên din digre. Di raporê de hat diyarkirin ku qanûna Cehferî, jinan bi awayê aborî dixe rewşek xirab û newekvehiya zayenda civakê kûr dike. Ev rewş cudahiya di rewşa aborî de berfireh dike û parastina mafên jinana zortir dike.”
‘Divê wekheviya jin-mêr li gorî rêgezên destûra bingehîn bin’
Nahla Haydar anî ziman ku Iraq di nava rêza bi peyamnên navneteweyî û nirxên civakî de avakirina hevsengiyek ji bo başkirina mafên jinan re bi nakok e û wiha domand:
“Kevneşopî, jinan bêparhiştina ji beşdariya perwerde, tenduristî û bazara kar mafdar dernaxe. Divê saziyên hikûmetê ji bo destekdayîna peyman û pêkanîna perwerdeya bê beramber û xizmetên tendirustiyê yên weke xizmetên bingehîn bibin xwedî îradeyek rast a siyasî. Divê hikûmet hinek zagonên Iraqê ku hukmên cudakariya li dijî jinan bi awayekî berfireh di ber çavan de derbas bikin û wekheviya jin-mêr li gorî rêgezên destûra bingehîn bin. Ev jî rakirina madeya zagona ku zewicandina jina bi kesê ku rastî tecawizê hatiye re, revandina ji ceza jî digre nava xwe.”
Nahla Hayder destnîşan kir ku jinên li Iraqê, welatiyên xwedî hemû mafan in û got: “Jin parçeyek dîroka welatê me ye. Ev rewş pêwist e zagonên ku beşdariya jinan di pêvajoyên biryardayînê, dinyaya kar û lîdertiyê de destek dikin û dîroka jinên lîder ên Iraqê ku balê didin ser rola wan werin parastin.”