JINNEWS: Di meha Hezîranê de 19 jin û zarokek hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Hezîranê ya JINNEWS'ê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, jin û zarok jî di nav de 10 kesan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêr dibe sedema mirina jin û zarokan. Her çiqas saziyên fermî daneyên li ser jinên ku hatine qetilkirin bi awayekî zelal parve nakin jî nûçe û daneyên sînorkirî yên di çapemeniyê de bi tevahî wêneyê heyî nîşan nadin. Jin di nava kêmbûna daneyan ji hêla dewletê ve, gotinên hikûmetê yên ku tundiya mêran rewa dikin û polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê de, parastina mafê xwe yê jiyanê didomînin.

Li gorî çeteleya ku JINNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kirine, di meha Hezîranê de 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, 6 jin û 4 zarokan jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Jin ji aliyê kesên herî nêzên xwe ve hatin qetilkirin

5 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî ve, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê mêrê jê veqetiyaye ve, du jin ji aliyê kesê nas nakin ve, gumanbarê 3 jinan nayê zanîn, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê hevjînê hevberdayî ve, 2 jin ji aliyê mêrên bi wan re dijîn ve, jinek ji aliyê mêrê ku nas nake ve hatin qetilkirin.
Li Semsûrê 1, li Amedê 2, li Edenê 4, li Stenbolê 2, li Rihayê 1, li Şirnexê 1, li Bursayê 2, li Îzmîrê 1, li Burdurê 1, Sakaryayê 1, Antalyayê 1, Bîlecîkê 1, li Hatayê jinek hat qetilkirin.