NADA: Bila Jenosîda Şengalê bi fermî were naskirin û berpirsiyar bên darizandin

Bi boneya 12'emîn salvegera Jenosîda Şengalê, Hevgirtina Jinên Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) daxuyaniyek da û banga naskirina jenosîdê, darizandina sûcdaran û parastina mafên gelê Şengalê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Hevgirtina Jinên Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA), bi boneya 12’emîn salvegera Jenosîda Şengalê daxuyaniyek bi sernavê "Ji Şengalê Bo Cîhanê: Jenosîdek Berdewam û Edaleteke Ku Bi Dawî Nabe” weşand.

NADA’yê, bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên li dijî Êzidiyan hatine kirin bi tevahî wekî jenosîd nas bike, berpirsiyar bên darizandin û mafên kesên mane biparêz e.

Di daxuyaniyê de, hate tekez kirin ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî jenosîdek bipergalî pêk anî, bi hezaran kes hatin qetilkir û bi taybetî jinên Êzidî hedef girt. NADA, diyar kir ku ev ne êrîşek leşkerî ya asayî bû û destnîşan kir ku jin bi armanca tunekirina civakê hatin hedefgirtin, li bazarên koleyan hatin firotin, rastî tundiya zayendî, îşkenceyê û trawmayên giran ên derûnî hatin. Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûne, gund û bajarok hatin hilweşandin û cihên pîroz hatin talankirin.

'Bandorên jenosîdê hêj didome’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî salên derbasbûyî jî, êşa civaka Êzîdî bi dawî nebûye û bi hezaran malbat hêj li benda aqûbeta xizmên xwe yên winda ne û kesên sax mane jî di şert û mercên dijwar ên mirovî û civakî de têkoşîna jiyanê didin.

Hevpeymaniyê, bi bîr xist ku raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî nîşan dane ku sûcên li Şengalê hatine kirin, li gorî pênaseya qirkirinê ya di Peymana Qirkirinê ya 1948’an de ye.

Li gorî daxuyaniyê, 19 welatan komkujiya li dijî Êzîdiyan wekî qirkirin pênase kirin. Lêbelê, li Iraqa ku welatê sûc lê hatiye kirin, gavên pêwîst neavêt û ev yek jî çanda bêcezatiyê xurt dike û pêvajoya edaletê dereng dixe.

Zêdetirê 2 hezar û 700 kes winda ne

Hevpeymaniyê, diyar kir ku têkçûna DAIŞ’ê encamên qirkirinê ji holê ranekiriye û ne dabînkirina edalet, nebûna zelalkirina çarenûsa windayan, berdewamiya koçberiya bi darê zorê û valakirina Şengalê nîşan dide ku qirkirin bi awayên cûda berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zêdetirî 2 hezar û 700 Êzîdî yên piraniya wan jin û zarok hêj winda ne û mekanîzmayek neteweyî ya daîmî û bibandor tune ku vê dozê bişopîne. Hevpeymaniyê, destnîşan kir ku bi deh hezaran malbatên Êzîdî hêj di kampan de dijîn û ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û vegera ewle û dilxwaz planeke berfireh nehatiye bicîhanîn.

'Gotina nefretê û bêcezatî bû sedema karesetê’

NADA’yê, diyar kir ku qirkirina li dijî Êzidiyan ne tenê encama bûyerek bû, gotinên nefretê, dûrxistin, tundrewiya olî ya radîkal, helwestên baviksalar û polîtîkayên bêcezabûnê yên salan, bû encama  karesetek wiha. Koalîsyonê, hişyarî da ku heta li dijî van sedeman têkoşîn neyê meşandin, trajediyên bivî awayî dikarin bi awayên cûda dubare bibin û piştgiriya xwe ji bo kampanyaya "Ji bo Edalet û Azadiyê- Bibin Dengê Dilên Qirkirinê" ya ji aliyê rêxistinên jinan ên Şengalê ve di 17’ê Tîrmehê de hat destpêkirin, ragihand.

Ji civaka navneteweyî re bang

NADA, bang li hikûmeta Iraqê, hêzên neteweyî û herêmî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku bê şert û merc sûcên li dijî Êzidiyan wekî jenosîd nas bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de, daxwaza pêkanîna bi bandor a Qanûna Jinên Êzidî yên Rizgarbûne, ji bo gelê Şengalê dabînkirina tezmînat û piştgiriya derûnî, tenduristî, civakî û hiqûqî, ji bo lêkolîna çarenûsa windayan avakirina komîsyonek neteweyî ya daîmî, vekirina gorên komî, ji nû ve avakirina Şengalê û darizandina hemû sûcdarên qirkirinê ya li dadgehên Iraqî û navneteweyî hate kirin.