Jinên Zirganê bi nanê şoreşê ji her rewşê re amade ne
Şaha El-Elî ji gundê Girê Mîr yê bajarê Zirganê dibêje ku ger êrîşek çêbibe da ku ew û şervan birçî nemînin xwedî tedbîr in.
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Gel û jinên Zirganê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de, bi sekneke bi heybet li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Her jinek bi rêbazek li ber xwe dide, şervanên jin di eniyên herî pêş de, di çeperan de berxwedanek bê hempa dimeşînin. Jinên sivîl ên bêçek jî di xeta agir de bi hebûna xwe bi xwe, peyamek didin dagirkerên Tirk ên ku dixwazin jinan qir bikin.
Li vir, li eniyên pêş û xetên agir kes bê kar tuneye. Her kesek bi awayekî li ber xwe dide û rêwîtiya têkoşînê yên berî wan ev rê vekirine, didomînin. Li hember êrîşên li ser axê û aboriya herêmê jin bi tedbîr in.
Şaha El-Elî a ji gundê Girê Mîr ya bajarê Zirganê, dijwariya êrîşan û tedbîrên li hember dema şerek biqewime êrîşek an jî dorpêçek çêbibe girtine, vegot.
Di nav topbaranê de jiyan û dem bi hev re diherikin
Şaha El-Elî li kêleka çêkirina nanê sêlê, ji me re behsa rewşa herêmê û tengasiyên ku dijîn kir. Şaha got ku “Topbaran ev çend sal in dewam dike, ma mirov her di wê tirsê de bijî û xwe veşêre jî nabe. Jiyan wê bidome û dê wext derbas bibe.”
Quncikek ji tedbîrên şerê gelê şoreşgerî
Şaha EL-Elî anî ziman ku li hember êrîşan jin bi tedbîr in û wiha berdewam kir: “Me arvan, genim û mûneta xwe hilaniye. Pêjxaneyê nan her tim kar nakin. Topbaran gelek bandorê dikin. Lewma jî em nikarin li hêviya rawestandina topbaranê an jî sekna baranê bisekinin. Arvan heye û em hem nanê tenûrê hem nanê sêlê çêdikin. Em tedbîrên xwe yên rojane digrin.”
Şaha El-Elî da zanîn ku li hember îhtimala dorpêçek ku çêbibe, wan tedbîrên xwe yên domandina jiyanê girtine û wiha got: “Dibe ku em neghêjin vê pêvjoyê, lê ger êrîşek an jî dorpêçek li ser me çêbe, ji bo ku birçîbûyîn çênebe me tedbîrên xwe girtine. Ji çêkirina nanê tenûrê heta nanê sêlê, qirşik hene û em ê vê pêvajoyê xwe îdare bikin. Wê neghêje wê astê ku em ji ber dorpêçê ji birçîna bimrin. Her tişt li mal tê peydakirin, tiştekî kêm tuneye.”
Rastiya şer
Şaha El-Elî da zanîn ku dawîbûna şer daxwazeke gelemperî ye û wiha dirêjî da gotina xwe: “Şer gel wêran kir, şehîd zêde bûn û heta bi zarokan be jî tirsa wan a li hember şer zêde bûye, ev rastiyek e. Ji ber pêwîstiyeke wiha hebû, ez demek kurt e fêrî çêkirina nanê sêlê û tenûrê bûme. Aliyekî şer ê wiha heye; em fêrî rojên giran û girtina tedbîrên wê kirine. Li ser vê bingehê jî em serkeftinê ji hêzên ku me diparêzin re dixwazin.”
‘Divê têkiliya dîrokî di navbera Kurd û Ereban de were parastin’
Şaha El-Elî balkişand ser têkiliyên di navbera gelê Kurd û Ereb de û girîngiya parastina vê têkiliya xwişk û biratiya dîrokî anî ziman. Şaha wiha pêl da gotina xwe: “Em Kurd û Ereb yek in, tu ferq û cûdahî navbera me de tuneye, me bi salan bi hevre jiyan kiriye. Lewra cihê dijminatiyê di navbera me de tune ye, em malbatek in. Tevî hemû êrîşan, topbaran û koçberiya gel, her çi bibe jî aramî û ewlehiyê em di gund û mala xwe de dibînin û dijîn.”
'Nanê hişk hilînin'
Şaha El-Elî bang li jinan kir ku bi alternatîf tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin hesabê rojên herî giran bike. Her bi tedbîr tevbigerin. Divê ku jin nanê hişk jî kom bikin û ji rojên reş re bihêlin. Wê hinek roj bi ser me de werin ku em ê nanê hişk û avê bixwin û vexwin. Divê em ji her tiştî re amade bin.”