Jinên Yemenê li dijî newekheviyê di grevê de ne
Mamosteyên li bajarê Taiza Yemenê ev nêzî mehek e ji bo başkirina mûçeyên wan di grevê de ne û dibêjin: “Mûçeyên me ji 50 dolar derbas nabe.”
RANIYA ABDULLAH
Yemen – Sendîkaya Mamostayên Yemenê di nîvê meha Kanûnê de têkildarî mafên xwe daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi armanca pêkanîna daxwazên xwe, ewê seranserî heftiyek dema kar dikin nîşaneyên sor bi xwe ve bikin. Piştre mamosteyan ragihandin ku ew çalakiya grevê ya rawestandina perwerdehiyê li dar dixin. Sendîkayê da zanîn, heya ku rêjeya mûçeyên wan li gor rewşa aborî ya herêmê zêde nebe, wê dev ji çalakiya xwe bernedin.
Yekîtiya Mamostayan li parêzgeha Taiza li başûrê rojavayê Yemenê li herêmên ku di bin kontrola dewleta naskirî ya navneteweyî de, ragihandibû ku ew ê vê grevê rawestînin û prosesa xwendinê li hemû dibistanên vê parêzgehê ji nû ve dest pê bikin. Tevî vê daxuyaniye jî, grev û xwepêşandên mamosteyan hê jî berdewam dikin.
‘Mûçe têra lêçûnên malê nake'
Mamosteya zimanê Ingilîzî Dunya Elî Hesen ku li bajarê Taizê dixebite, qala tengasiyên jiyanî dike kir û got: “Di ofîsa perwerdehiyê de ji sala 2011'an ve ye kar dikim. Rewşa aborî jî li herêmê hildiweşe. Em mamoste bi tengasî û kêşeyan re rûbirû dimînin. Divê cihên eleqedar û berpirsyar vê aloziyê çareser bikin. Di sala 2010'an de mûçeyên mamosteyan dighîşt 200 dolarî. Ji ber têkçûyîna pereyên herêmî ya li hember pereyên derve, mûçeyên mamosteyan niha 40 doralan derbas nake. Ew têra bicîhanîna pêdiviyên jiyanê nake. Mûçeya mamosteyan jiyanek bi rûmet ava nake.”
'Heta wekhevî pêk neyê em çalakiyê bernadin'
Dunya Elî Hesen da zanîn ku ji ber şer û pevçûnan gelek malbatan karê xwe wenda kirine û wiha got: “Daxwazên mamosteyan ne zêde ne. Tenê dixwazin ku rewşa wan di berçav re derbas bikin û mûçeyan li gor rewşa aborî û jiyanê sererast bikin. Armanca greva me ew e ku rêjeya mûçeyên me zêde bikin da ku bi rewşa aboriya herêmê re guncav bibe. Heya ku daxwazên me bi cîh bînin, me perwerdekirina xwendevanan a di dibistanan de rawestandiye. Heta, nîvê dibistanên me jî hilweşiyane. Êdî dilê me baristan nabe. Daxuyaniyên Yekîtiya Mamosteyan ne rast e û em ê di çalakiyên xwe de bi îsrar bin, heya mafê xwe bi dest dixin û wekheviyek di nava mamosteyan de ava bikin.”
'Banga saziyên eleqedar dikin'
Mamoste Eşwqa El Esbahî diyar kir ku bi berxwedan û çalakiya xwe dixwazin dengê wan bê bihîstin û wiha got: “Mamoste ji bo avakirina nifşên pêşerojê gelek ked didin. Li gor rewşa aborî li herêmê divê mûçeyên mamosteyan jî bê dayîn. Gelek tengasiyan ji ber buhabûnê dibîne û pereyên wan têr nakin. Em bi vê çalakiyê dixwazin dengê xwe bighînin hemû cîhanê. Her wiha cihên ku berpirsyariya me dikin, pêwîst e hewl bidin ku pirsgirêkên heyî çareser bikin.”
Derbarê rawestandina perwerdeyên xwendina li dibistanan de û berdewamiya çalakiyên mamosteyan, xelk ji ber pêşeroja zarokên xwe ketiye nav fikaran. Bi taybetî jî xwendekarên lîseyê. Xwendin hêmana bingehîn a di civakê de ye û divê rewşên guncav jê re bên peydakirin da ku xwendekar bi rihetî bixwînin.