Jinên winda û cenazeyên nayên redestkirin: Mafê şînê nadin malbatan
Cenazeyên gelek jinên ku li Îranê hatine qetilkirin, radestî malbatên wan nayên kirin. Kontrolên hişk ên hikûmetê, gef û nezelalî, malbatan hem bi şîn negirtinê re û hem jî fêrnebûna aqûbeta windahiyên xwe re tenê dihêle.
ŞAÎDA ZAMANÎ
Tehran- Di hawîrdora şîna ku Îranê dorpêç dike de, dayîkên ku hêj cenazeyên keçên xwe newergirtine an jî aqûbeta zarokên xwe yên di binçav de nikarin hîn bibin, hene. Tirsa cezayên giran, gefên radestnekirina cenazeyan û zextên ewlehiyê, bûn sedem ku gelek malbat bêdeng bimînin. Li gel vê yekê delîl û daxuyaniyên nefermî, nîşan didin ku hejmara jinên winda an jî nasnameyên wan nehatine diyarkirin, ji yên di raporan heyî de tên dîtin zêdetir be. Hinek analîst, diyar dikin ku ev yek ji bo veşartina tundî û tepeserkirina civakî ya li dijî jinan, mîna şêwazek veşartina bûyerên windabûnê tê bikaranîn.
Gef li malbatên jinan dixwin
Jinek ku li Tehranê dijî û ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, rewşa hevalek xwe ya hêj di binçavan de ye wiha got: “Ji malbata wê re gotin ku keça wan xwepêşander e û gefa ‘ger hevkarî nekin, ew ê rastî îşkence û tecawizê were’ kirin. Her wiha ji malbatê daxwaz kirin ku vîdyo û wêneyên beşdarbûna meşa 11’ê Sibatê bikşînin.”
Bi taybetî jin bi dehan kes winda ne
Jina ku balkişand ser komkujiyên ku li welat diqewimin, wiha got, "Bi taybetî jin bi dehan kes winda ne û di hin rewşan de agahiyên mirina wan piştî çend hefteyan gihîştin malbatan. Malbat nizanîn ku çi hatiye serê zarokên wan an jî kengî hatine qetilkirin. Tevî ku piraniya cenazeyên mêran di hefteyên destpêkê de tên teşhîskirin jî, aqûbeta hinek jinan hêj ne diyar e.”
‘Cenazeyên hinek jinan hêj di destê hikûmetê de ne’
Ji jinan Sanya C., çîroka jinekî ku heman tecrûbe jiyan kir vegot. Sanya C., behsa hevalek xwe ya nêzî 20 salî, ya di 9’ê Çileyê de ji mala xwe derket û carek din venegeriya kir. Sanya C. bi van gotinan balkişand ser pêkanînên dermirovî: “Malbat bi rojan li wê geriya, lê di nava gelek cenazeyan de jin û zarok bi awayekî pergalî hatibûn windakirin. Piştî lêgerînên dubare, berê malbatê dan Kahrîzakê. Malbata neçar, piştî ku çend roj di ser teşhîşkirinê re derbas bû, gihîşt cenaze. Lê belê, cenazeyên hinek jinan hêj di destê hikûmetê de ne.”
Sanya C. pêvajoyeke din a tirsnak ku malbatan jiyan kirine jî wiha vegot: “Ji malbatê re wêneyên çend girtiyan hate nîşandan û gotin, 'Ger hûn piştrast nekin ku yek ji van kesan keça we kuştiye, em ê ji we re cezayê giran daxwaz bikin. Ger hûn tiştê ku em dixwazin bikin, hûn dikarin cenazeyê bigirin û veşêrin' ji malbatê re.”
‘Nehiştin ku em cenaze bişon jî’
Şêwaza radestkirina cenazeyên jinan hêj ne diyar e û ji bo malbatan mîna pêvajoyek travmatîk derdikeve pêş. Malbatên ku cenazeyên jinên hatine qetilkirin wergirtine, behsa qedexeyên hişk û kontrolên dijwar ên tên ferzkirin dikin. Şaîda D. ya li Rojhilat beşdarî merasîma cenazeyê keça xizmekî xwe bû, wiha got: “Tevahiya bedana wê nixumandi bû. Nehiştin ku em bişon jî. Me tenê rûyê wê û birîna guleyê ya li stûyê wê dît. Ambûlans û wesayîtek îstîxbaratê cenaze rasterast anîn goristanê û bi awayekî pir lez li gorekî ku berê hatibû amadekirin, veşartin.”
Dixwazin bi kontrolkirina bedena jinê peyama zordestiyê bidin civakê
Pêvajoya dîrokî ya ji salên 1960’î heta roja me ya xwepêşandanên li Îranê dirêj dibe, nîşan dide ku jin her tim di eniyên pêş zilmê û navenda berxwedanê de cih girtine. Veguherîna bedana jinan a ji bo qadekî hêz e, nîşanek girêdana kûr a di navbera baviksalarî û otorîterîzmê de ye. Ev pêwendî armanc dike ku bi kontrolkirina bedana jinê û carna jî ji holê rakirinê re, ji civakê re peyamek zordest ragihîne.