Jinên Tûnisî bi rehbera perwerdeyê mafên xwe hîn dibin
Komeleya Çanda Tûnisê, ji bo di warê tendrustiya zayendî û zayînê de zanînê zêde bike, rehbereke perwerdeyê weşand. Mabrouka Bouzidî ku sûd ji vê rehberê giritye got ku ew bi xizmetên komeleyê û agahiyên di rehberê de êdî mafên xwe dizanin.

ÎXLAS HAMRONÎ
Tûnis – Komeleya Tevgera Çanda Tûnisê (ATAC) ya li bajarê Sîdî Bouzîd xebatên xwe didomîne, ji bo di warê tendrustiya zayendî û zayînê de zanabûnê zêde bike bi sernavê "Hûn difikirin ku di warê tendirustiya zayendî û zayînê de mafên we di destûra bingehîn de ketine bin temînatê?” rehbereke perwerdeyê weşand.
‘Rehber ji bo belavkirina zanînê derbarê tendrustiya zayendî ê zayînê ye’
Endama Komeleya Tevgera Çanda Tûnisê Duha Hajî, diyar kir ku rehbera perwerdeyê ya di meha Adara 2017’an de hat weşandin, di çarçoveya projeya bi navê “Ji cudekariyê re na” ya di 27’ê Hezîrana 2021'ê de hatibû destpêkirin de ketiye meriyetê. Duha Hajî da zanîn ku di rehberê de lîsteya navnîşanên saziyên civaka sivîl ên di vê mijarê de xizmetê dikin hene û kesên di warê tendrustiya zayendî û zayînê de dixwazin bibin xwedî agahî dikarin serî li wan navnîşanan bidin. Duha Hajî wiha got: "Rehber, bi taybetî ji bo jinan hewl dide di warê tendrustiya zayendî û zayînê de zanînê zêde bike. Tenê bi agahiyên bingehîn ên li ser mafên zayendî û zayînê bi sînor namîne. Di heman demê de ji xwendekar re ji bo xizmetên di vî warî de werin dayîn, gelek fikran pêşkêş dike.”
‘Di warê tendirustiya zayendî de zanîn kêm e’
Duha Hajî li ser sedemên weşandina rehberê gotinên xwe wiha domand: “Bi raporên Komeleya Tevgera Çanda Tûnisê; me dît ku di warê zayendî û zayînê de nezanîn zêde ye. Ji ber vê yekê komele ji bo di warê van mafan de mirovan teşwîqê zanînê bike, yek jê weşandina vê rehberê, gelek çalakiyan li dar xist. Dermankirina jinên li vê herêmê hinek zor bû. Ji ber feraseta kesên li vê herêmê dijîn, kontrola çandî û olî, têkiliya bi kesan re, di warê têgehên weke mafên jinan, tendrustiya zayendî û zayînê de min gelek zoriyan kişand.”
‘Bêdengiya di navbera jinan de şikiya’
Duha Hajî bal kişand ku xebatkarên komeleyê dema bi feraseta desthilatdariya mêr, bi faktorên çandî û olî yên dibûn asteng re tedikoşiyan, gelek zehmetî kişandine û wiha axaftian xwe berdewam kir: “Tevî zoriyan jî em hem di warê têkoşîna bi şîdeta li ser jinan de hem jî di warê xizmetên tendrustiya zayendî de xebatên xwe didomînin. Di encama desteka daîmî û hewldana bidestxistina alîkariyê de bêdengiya jinan şikiya. Heta hinek jinan, xwestin komele ji bo bibe alîkar bi saziyên dewletê re li hev bikin, mudaxele bike.”
‘Rehber navgîneke girînge ji bo jinan’
Duha Hajî bal kişand ku rehber, li herêmên nîqaşa jinan a li ser zayendî û mafên zayînê red dikin, ji bo nasandina mafen heyî û pêşkêşkirina xizmetên zayendî û zayînê navgîneke girîng e û wiha dawî kir: "Mafên zayendî û tendrustiya zayendî; tê wateya ku jin di warê bedena xwe de biryaran bidin. Mafê wan heye di vê mijarê de agahiyan bigrin. Ev riya hînbûna têgeha şîdeta zayendî û pêşgirtina wê ye.”
Rê û rêbazên pêşîgirtina nexweşiyên jinan tên vegotin
Yek ji jinên ku ji xizmetên komeleyê sûdê girt Mabrouka Bouzîdî got ku ew tevlî xebatên komeleyê bûye, rehbera ku di warê tendrustiya zayendî û zayînê de gelek agahiyan dide lêkolîn kiriye. Mabrouka Bouzîdî wiha domand: "Em hînî riya parastina ji penceşêra memik û malzarokê bûn. Di heman deme de em mafên xwe yên di rehberê de hatine gotin jî êdî dizanin. Rehber di warê başkirina têkiliyên zewacê de ji me re bû alîkar. Piştî ku me rehberê xwend û em tevlî civînên ji bo zanînê bûn, me dît ku mafên me hene. Dema pêdiviya me bi xizmetên tendrustiyê çêbibe em êdî dizanin serî li ku bidin. Her wiha me dît ku axaftina di warê tendrustiya zayendî û zayînê de şerm nîn e, dijberî wê mafê jinan e.”
Jin mafên xwe hîn bûn
Mabrouka Bouzîdî bi gotinên; “Li hinek herêmên gundewar jin hîn bûn ku li cihê daxwaza hevjînên xwe mafê wan e ku di warê anîna zarok de biryarê bidin” gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Komele di çarçoveya projeya “Tora jinên pêşeng” de li Sîdî Boûzîd û Qîrewanê raporên têkildarî şîdeta li ser jinan weşand. Her wiha di beşdariya siyasetê de li ser mijara cudakariya zayendî sekinî. Ji bo jin zoriyên di vê mijarê de dijîn derbas bikin em bi navbeynkariya komeleyê re her dem dixebitin. Ji bo di warê mafên jinan de em zanabûna civakî zêde bikin, xebatên xwe didomînin.”