Jinên Tûnisê: Maf nayên dayîn, tên standin

Leza xwepêşandanan li Tûnisê di 3 mehên dawî yên sala 2025’an de ji sedî 45 zêdebûn. Li gorî rapora Foruma Mafên Aborî û Civakî, hebûna jinan him di daxwaza mafan de û him jî di hevgirtin û sekinandina li dijî binpêkirinan de bû hebûnekî berbiçav.

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Jinên Tûnisê bi xirabûna rewşa li Tûnisê û zêdebûna binpêkirinan re, ji bo li dijî şert û mercên xirab û daxwaza mafên xwe yên civakî û aborî yên ku rayedar paşguh dikin, daketin kolan, qad û rêyan.

Rapora Foruma Tûnisî ya Mafên Aborî û Civakî ya der barê belavbûna zayendî ya xwepêşanderan a di 3 mehên dawî yên 2025’an de, ragihand ku rêjay jinan nivê xwepêşanderan pêk tînin.

Jinên Tûnisê, ji hejmaran wêdetir di xwepêşandanan de bûn hêzek diyarker û li kolanan dest bi pêşengtiya xwepêşanderan kirin. Jinan, tevî ku bi xeteriya binçavkirin re rû bi rû dimînin jî, dev ji piştgirî û hevgirtinê bernade.

Vederkirin û binpêkirinên li dijî jinan

Parêzvana mafên jinan û aktîvîsta civaka sivîl Hayat el-Attar, da zanîn beşdariya xurt a jinên Tûnisî ya di tevgerên civakî de ne tiştekî nû ye û balkişand ser beşdariya jinên Tûnisê ya di qadên cuda de ya ji bo têkoşîna rizgariya neteweyî ya li dijî kedxwarî, serhildana hewza madenê ya Gafsa û şoreşa 2010-2011’an.

Hayat el-Attar, wiha axivî: “Di salên dawî de, jin li deverên gundewaî û yên ku binpêkirinên mafên mirovan lê zêde bûne, bi komî derketin kolanan. Binpêkirinên mafên av, ewlehiya civakî û kedê de dengê jinan hêj zêdetir bilindtir kir û ev yek jî encamên polîtîkayên têkçûyî ye.”

Hayat el-Attar, destnîşan kir ku tevgera cotkarên jin piştî trajediya Sebala ya 2019’an derket holê û jin bi hişmendbûyînê re ji bo mafên xwe û mafên nifşên pêşerojê têdikoşîn.

Hayat el-Attar, da zanîn ji aliyê komele û sendîkayan ve tên piştgirî kirin, lê hêza sereke ya ajotinê bêparkirina ji mafên bingehîn û êşa ku ji ber polîtîkayên teserûfê hatiye afirandin e. Vê rewşê jinan derxist derva û jinan di têkoşînê de li pozîsyonek pêşeng bi cih kir. Hayat el-Attar, balkişand li ser zehmetiyên pir alî û diyar kir ku protesto bi tena serê xwe ne têrkêr e û pêdivî pêşxistina rêbazên nû yên têkoşînê heye ku beşdariya rastîn û bibandor a jinan misoger bibe.

Asteng û zehmetiyên ku jin rastî tên

Endama sendîka û karkera çandiniyê Munira bin Saleh, diyar kir jinên Tûnisê ji bo mafên mîna veguhestina ewle beşdarî tevgerên civakî dibin û piştgiriyê didin çalakiyên ji bo girtiyan û got: “Em rastî astengiyên mîna veguhestina dijwar ji deverên gundan, zextên kevneşopî û redkirina xwepêşandanan re rû bi rû dimînin. Jinên karkerên çandiniyê ne tenê "amûrek ji bo kedê" ne. Maf nayên dayîn, tên standin. Divê jin tevî hemû astengiyan jî xwe rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin.”

Ji kar avêtîna bi keyfî

Fethiye ez-Zagak a di sektora çandiniyê de dixebite û bi awayekî keyfî ji hate derxistin, balkişand li ser tundiya ku karkerên jin.  diyar kir ku ew gelek caran derketine kolanan da ku zext, zordarî û şîdeta devkî û fîzîkî ya ku li cihên kar ên xwe dibînin red bikin. Fethiye ez-Zagak, da zanîn ji bo şermezarkirina ber zext, zilm û tundiya devkî û fîzîkî gelek caran derketiye kolanan.

Fethiye ez-Zagak, wiha axivî: "Ji ber zext, westandin û şert û mercên dijwar ên xebatê yên min di dema ducaniyê de jiyan kir, min keça xwe ya yek salî ji ber nexweşiyê winda kir. Bîjîşka min jî vê yekê piştrast kir."

Fethiye ez-Zagak, diyar kir ku li ser pêvajoya qanûnî bixebitin û rûxmê ku roja Şemiyê roja wan a betlaneyê, ji bo hilberînê zehmetiyan dijîn. Fethiye ez-Zagak, da zanîn piştî daxwaza wê ya ji bo betlaneya şîrdayîne hat redkirin, ji bo parastina mafên keça xwe dev ji karê xwe berda û lewma ji ber vê sedemê, bi awayekî keyfî ji kar hate avêtin.

Fethiye ez-Zagak, kargehê şîband girtîgehek kir û diyar kir tezmînata ku ji bo teqawîdan tên dayîn, lêçûnên dermankirinê jî dabîn nake û destnîşan kir ku divê karker ji bo mafên xwe dengê xwe bilind bikin.