Jinên Suweyda di navber azadî û kirasê bavsalarî de ne
Xuya ye ku jinên Suweyda azad û xwenda ne, biryarên xwe bi xwe didin, lê rastî berovajîkirina vê têgihiştinê diqîre.

Gotar bi pênûsa aktîvîsta femînîst û sivîl û berdevka Komeleya Jinan a Hişyar û Hêzdar Rîham Ferhat
Ji ber ku ew bi awayekî normal siyasetê dikin, ev mafê jinên Suweydayê ne. Lê eger ew bên girtin an jî navên wan di lîsteyên "lêgerînê" de ji aliyê hikûmetên ku ramanan desteser dikin de cih bigirin, wê demê ew ê neçar bimînin ku ji aliyekî ve sûcê civakê û ji aliyê din ve jî neheqiya hikûmetan hilgirin. Ew ji nişka ve ji însanên ku mafên xwe yên xwezayî daxwaz dikin, vediguherin melbenda namûsa “eşîrê” ku li gor şert û mercan xuya dibe û winda dibe.
Ew neçar in ku hemû tirsên di serê mêran de hene hilgirin, bêyî ku fikra wan li ber çavan bigirin. Ew ji perwerdehiyê bêpar dihêlin, azadiya derbirînê ji destê wan digirin, heta rê li wan digrin ku ji malê dernekevin. Di vê paradoksê de, ji bo analîzkirina çima ev azadiya kêmasî ji bo jinê ne mimkûn e ku bi dest bixe ji bilî hebûna zilamek "vekirî" ku qebûl dike "jina xwe" bike nav tekoşîna mêran, em ê rawestin. Her çendî jin destekftiyên bilind bi dest xistibe jî ew ji xebatên xwe bê berpirsiyar dimîne. Berpirsiyara wê jî tenê mêr tê dîtin.
Ev rewş me vedigerîne ser zihniyeta mêr a di civakê de ku bi koka xwe ve girêdayî ye. Jin bêyî ku li kîjan zayendê be, wek bindestê xizmê mêrê herî nêz ê malbata xwe tê dîtin. Pêwîst e mirov ji qalibên ku jinan neçar dikin li dijî vê îdeolojiya qirêj di nava serhildanê de bimîne, were paqijkirin.