Jinên Sûriyeyê: Sûriye welatê Ereban tenê nîn e

Jinên Sûriyeyê ji pêkhateyên Çerkez û Durzî diyar kirin ku Sûriye welata Ereban tenê nîn e, pêkhate û mezhebên cuda lê hene. Ji ber vê yekê divê komara Sûriyeyê ya ku mafên hemû pêkhateyan biparêze were avakirin.”

RAMA XELEF

Dîmeşq (Şam)- Piştî serweriya rejîma Baasê ku li ser civakê nasnameya yek netew ferz kiribû, mijara guhertina nav, ji Komara Erebî ya Sûriyeyê bi Komara Sûriyeyê, gelek fikar û pirs derdikevin holê. Ji aliyê dîrokî ve Sûriye navê "Erebî" heta nîvê sedsala 20'an li xwe nekiribû. Di pêvajoya ku berî serxwebûnê bi "Dewleta Sûrî" an "Komara Sûrî" dihat nasîn.

Bi zêdebûna tevgerên niştimanî yên di bin bandora Nasirîzmê li Misrê û ezmûna yekitiya di navbera Sûriye û Misrê de, di sala 1958'an de, navê niha "Komara Erebî ya Sûriyeyê" bi fermî di 28'ê Îlona 1961'ê de piştî cihêbûnê hat pejirandin. Ev yek jî bi awayekî îdeolojîk ku di wê demê de serdest bû, li ser bingeha ramana ku Sûriye parçeyekî bingehîn ê neteweya Ereb e, eşkere kir.

Sûriye tenê welatê Ereban nîn e, gelek neteweyên ku bi sedsalan tê de dijîn hene weke Kurd, Suryan, Aşûr, Ermen, Çerkez û Durzî. Rakirina têgeha "Ereb" ji navê welat, guhertina rastiya civaka Sûriyeyê nîşan dide. Her wiha welatekî li ser bingeha têgeha hemwelatîbûnê ne girêdayîbûna neteweyî ava dike.

‘Sûriye ne tenê welatê Ereban e’

Cansît Tam ku ji pêkhateya Çerkez e dibêje sîstema berê mafê wê yê welatîbûnê jê girtibû û wiha got: "Sûriye bi pêkhateyên xwe yên cihêrengî navdar e. Tê de nete, ol, pêkhate û mezhebên cuda hene. Her wiha di Sûriyeyê de neteweyên ji neteweya Ereb kevintir hene. Ji ber vê yekê divê dev ji nijadperestiyê berdin û Sûriye bibe welatê hemûyan. Çima dihêlin Kurd, Suryan an Aşûr neçarî neteweyek din bibin? Peyva Erebî li navê Komara Sûriyeyê hat zêdekirin da ku li gorî prensîbên Partiya Baas a Erebî ya sosyalîst be. Îro jî em hewl didin xwe ji hemû hûrgiliyên Partiya Baas rizgar bikin."

‘Divê Komara Sûriyeyê bê avakirin’

Sîdra Kîwan jî ku ji pêkhateya Durzî ye tekez dike ku guhertina nav rengîniya Sûriyeyê nîşan dide û wiha axivî: "Divê navê welat bi Komara Sûrşiyeyê bê binavkirin. Ji ber ku Sûriye ne tenê Ereban di nava xwe de digre, ew gelek nijadên din di nava xwe de dihewîne. Divê ev pêkhate û mezheb jî mafên xwe weke Ereban bigrin."

Gelên Sûriyeyê bi fikar in

Hinek kes naxwazin navê welat bê guhertin da ku rê li pêşiya daxwazên gel venebe. Li aliyê din jî hinek kes dixwazin ev guhertin bê kirin ji ber ku “Komara Sûriyeyê” tê wateya ku Sûriye ne tenê yê Ereban e. Di nava nîqaş û pirsên ku rûdane de, pirsek wiha heye; gelo Sûriye wê parastina yekitiya niştimanî bike? An jî pirsgirêk ji guhertina nav girantir e û girêdayî avakirina Sûriyeya nû ye?