Di bin kavilên Kabîlê de xeyala Şîma: Mîna jinên Kurd avakirina eniya têkoşînê
Şîma Axa ya xwişka yek ji wan kesên di teqînên Kabîlê de xizmê xwe winda kir, bi çavên tijî hêsr û êş wiha dibêje: "Ger rojek eniyek jinan a mîna jinên Kurd bê avakirin, ez ê bibim yekem jina ku ji bo mafê xwe yê jiyanê têdikoşe.”

BAHARAN LEHÎB
Provan – Hikûmeta Pakistanê beriya çend rojan di saetên êvarê de, bi balafiran êrîşê Kabîla paytexta Efganistanê kir. Di heman demê de hat ragihandin ku Talîban li parêzgehên sînor "bersiva van êrîşan dide.” Di vê kaosê de, gelê Efganistanê dîsa ciwanên xwe winda kir.
Di roja 15’ê Cotmehê de, li sê deverên cuda yên Kabîlê teqîn çêbûn, bi van teqînan re li navçeya Spîn Boldak a Qendaharê êrîşek çêbû, di encamê de jin, zarok û ciwan jî di nav de bi dehan kes hatin qetilkirin.
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd, bi lez û bez wiha got: “Kamyoneke tûpê ya li herêmê teqiya" lê belê şahidên bûyerê ragihandin ku "beriya teqînan sê dron li ezmanê Kabîlê dîtine" û di heman demê de teqîn çêbûn. Hikûmeta Pakistanê jî ragihand ku li Kabîl û Spîn Boldakê êrîşên hewayî pêk anîne.
Ji ber ku Talîban rê li ber medyaya navxweyî û navneteweyî digre ku bigihîjin herêmê, hejmara rastîn a miriyan nayê zanîn. Tenê gelê xwecihî wêne û vîdyoyên bûyerê parve dikin.
Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, Şaker ê 20 salî ya ji parêzgeha Provanê jî hebû. Me serdana malbata wê ya xemgîn kir. Dayika Şaker, Saîde Axa, hêsirên wê ji êşê zuwa bûbûn û dengê wê dernediket. Saîde Axa, wiha got: "Kurê min ne endamê tu komek çekdar bû; ji bo dîtina kar ji parêzgeha me çûbû Kabîlê û bi pereyekî kêm debara xwe dikir."
‘Me gelek dayîkên ku ji ber Talîbanê êşên mezin kişandine dîtin’
Me gelek dayîkên xemgîn ên di 20 salên dawî de zarokên xwe di pevçûnên bi Talîbanê re winda kiribûn, dît. Hemû jinan digotin ku bi êşa Saîde re êşa wan zêde bûye.
Şaker zarokê herî mezin ê malbatê bû. Em bi saetan li cem Saîde man; ew neaxivî û rewşa wê her dem diguherî. Li aliyê din me xwişka Şaker Şîma Axa dît. Rewşa wê ji rewşa dayika wê cudatir nebû. Nefret, hêrs û êş li ser rûye wê diyar dibû. Şîma Axa, wiha axivî: "Birayê min mirovekî pir cuda bû, her dem hewl dida ez bibim jinek bi perwerde û serbixwe. Ji ber ku bavê min nexweş bû, birayê min ji nehsaliya xwe ve diçû ser kar û girîngî dida perwerdeya min û wişk û birayên min.”
‘Mirovên nezan me bê perwerde û kar hiştin jiyanê li me herimandin’
Şîma Axa, piştî bêdengiyek dirêj wiha axivî: "Van mirovên nezan, perwerde, kar û jiyana me ji me standin; bi vê yekê têr nebûn, tişta me ya herî hêja jî girtin. Ez her dem xeyal dikim; ger eniyek jinan mîna jinên Kurd bê avakirin, ez ê bibim yekem jina ku ji bo mafê xwe yê jiyanê têdikoşe. Ez ne tenê ji bo xwişk û birayên xwe, ji bo gelê me û hemû jinên ku mafên wan hatine desteserkirin têbikoşim. Ez ji kesên ku ax û welatan dagir dikin, nefret dikim."