Jinên Sûriyeyê hewl didin sînoran bişkênin
Jinên Suweydayî ku di semînerek de hatin ba hev, destnîşan kirin ku Sûriyeyek tê de jin di mekanîzmayên biryardayînê de cîh digirin, xeyal dikin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Jinên çar aliyên Sûriyeyê, dixwazin bi awayekî aktîf beşdarî xebatên jinûveavakirina welat bibin û bi hêviya pêşerojeke adilane hewl didin. Ew dixwazin bibin aktorên sereke. Lê belê tevî hewldanên jinan, rastiya li herêmê, nîşan dide ku di nava gotin û pratîkê de valahiyek aşkere heye. Heta niha rayedaran cesareta ku jin beşdarî cihên kar ên biryardayînê bibin, nîşan nedane. Halbûkî di nava jinên Sûriyeyê de hejmarek zêde ya navên xwedî zanebûn û tecrubeya têrker hene.
Semînera ku ji aliyê Organîzasyona Bihêzkirina Jinan a Orkîde ve di 25’ê Nîsanê de dest pê kir, îro bidawî dibe. Ji beşdarên semînerê Lara El-Cebbar têkildarî hişyarkirina jinan a di siyasetê de, axivî.
‘Jin ji bo mafên xwe bi dest bixin rastî astengiyan tên’
Lara El-Cebbar da zanîn ku di roja yekem a semînerê de têgîna hemwelatîbûnê nirxandine û wiha got: “Ev têgîn di pêkanîna edalet û wekheviyê de rola bingehîn dilîze. Li Sûriyeyê jin ji bo mafên xwe bi dest bixin, rastî astengiyan tên. Di qada siyasî de ji xebatan tên dûrxistin. Lê belê tevî van hemû zehmetiyan, em ji bo ku bibin welatiyên xwedî mafên xwe yên tam, hewldanên xwe didomînin.” Lara El-Cebbar balkişand ser zagonên ku di meriyetê de ne û got ku bi taybetî zagona statuya kesane, serdestiyê ji bo mêran dinase û mafên jinan sînordar dike.
‘Guherîn bi hişyarkirina kesan destpê dike’
Lara diyar kir ku ji ber çandên civakî û mezhebî jî rola jinan bi qalibên paşverû tên sînorkirin û beşdariya wan a di mekanîzmayên biryargirtinê de tê astengkirin. Lara da zanîn ku guherîn bi hişyariya kesan dest pê dike û wiha domand: “Tenê rola perwerdekirina dayîkan ji bo jinan nehatiye dayîn. Em hewl didin fêrî jinan bikin ku dikarin di rêbertî, biryardayîn û jiyana civakî de bibin kesên bi bandor. Em destek didin kotaya jinan a wan teşwîqî beşdariya siyasetê dike û di saziyên siyasî de ji bo jinan nûnertiya adilane pêk tîne.”
‘Sûriyeyek çawa dixwazin?’
Lara anî ziman ku beşdariya siyasî ne luksek e, ji bo pêşerojek adilane û domdar wek neçarî ye û wiha got: “Em Sûriyeya nû xeyal dikin. Jinên li vî welatî, wê bibin perçeyê bingehîn ê pêvajoya jinûve avakirinê. Em welatek ku pergala siyasî ya ku wan li kêlekê nehêle, bi zagonên modern were birêvebirin, bi saziyên eşkere were destekkirin dixwazin.”
‘Ev hewldan dê 12 mehan bidome’
Beşdara bi navê Cumana Mesûd jî hedef û berfirehiya projeyê vegot. Cumana da zanîn ku ev hewldan, 12 jinan hedef dike û wê 12 mehan bidome. Cumana derbarê bernameyê de ev agahî dan: “Bername ji du qonaxan pêk tê; teorîk û pratîk. Di qonaxa yekem de me mijarên civaka sivîl û hemwelatîbûnê girt dest. Di qonaxên din ên bernameyê de, di mijarên analîzên giştî û siyasî de, rêbazên çareseriya şer û pêşxistina kapasîteya siyasî de dê perwerde bibînin. Bi van atolyeyan, em hedef dikin ku jin ji bo beşdariya siyasetê kêrhatiyên xwe derxin hole.”
‘Em hewl didin jin beşdarî hemû qadan bibin’
Cumana Mesûd anî ziman ku di vê bernameyê de hêvî dikin bi hişyariyek baş a siyasî derkevin û wiha got: “Ji bo bihêzkirina jinên civaka me, em hewldanên xwecihî bidin destpêkirin. Lê belê tevî van hêviyan, li pêşiya jinên Sûriyeyê astengiyên mezin hene. Tevî hemû hewldanên saziyên civaka sivîl, kêmaniya îradeya siyasî û hebûna paşverûtiyên civakî ku jinan ji mekanîzmayên biryargirtinê dûr dixin, pirsgirêkek mezin e. Kêmaniya jinan di kadroyên rêveberiyê de ne kêmaniya kêrhatiyê ye, encama pergala paşverû ya ku di qada siyasî de serdest e jî.”