Li Yemenê li dijî rojnamegerên jin zext
Rojnamegera Yemenî Arwa El-Shamîrî, piştî dozeke ku di raya giştî de deng veda anî rojevê û di medyaya civakî de vîdyo weşand, der barê wê de serlêdana sûc hat kirin.
 
					Navenda Nûçeyan – Di dozeke ku bajarê Taizê deng veda de, pêşketineke nû çûbû. Rojnamger û aktivîst Arwa Al-Shamîrî, diyar kir ku rayedarek payebilind der barê wê de serlêdana sûc kiriye. Hinceta serlêdana sûc, destek û belgeyên îfadeyên dayîka yek ji kesên mexdûr ên ku bi îdiayên wê dihatin piştrastkirin bûn.
Li Yemenê aktivîst, her diçe zêdetir bi tevlîheviya siyasî û ewlehî re, di warê azadiya ramanê û parastina mafên mirovan de bi zextên ku zêde dibin û lêpirsînan re rûbirû dimînin.
Ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal hat gilîkirin
Rojnameger Arwa Al-Shamîrî, di daxuyaniya ku 29’ê Cotmehê roja Çareşemê da de ragihand ku Fermandeyê Herêma Leşkerî ya Taîzê Tuxgeneral Abdulazîz Al-Majidî, der barê wê de ji Daîreya Lêkolîn Ceza ya girêdayî Yekîneya Sûcên Sîber re gilî kiriye. Gilî ji ber doza ku Arwa Al-Shamîrî der barê wê de di medyaya dîjîtal de parvekirin kiribû, di raya giştî de bûbû sedema nîqaşek mezin hat kirin.
Al-Shamîrî, di daxuyaniya ji ser hesabê Facebookê da de diyar kir ku agahiyên di demên dawî de parve kirine, îfadeyên dayîka yek ji kesên mexdûr in û ev yek bi belgeyên fermî hatiye piştrastkirin.
‘Vîdyo li ser platformên medyaya dîjîtal heye’
Her wiha ragihand ku dayîka mexdûr, zarokên hinek rayedarên leşkerî bi kuştina kurê xwe sûcdar kiriye, fermandarê bi mijarê ve têkildar jî ji ber veşartina bûyerê û revandina kiryaran ji bo derveyê welat sûcdar kir. Al-Shamîrî, diyar kir ku vîdyoya axaftinên dayîkê tê de ye li ser platformên medyaya dîjîtal heye û êşa ku dayîk dikşîne pir vekirî nîşan dide.
Al-Shamîrî diyar kir ku parvekirinên wê ji aliyê gelek aktivîst û rûpelên nûçeyan ve ji nû ve hatine parvekirin, ev yek jî bûye sedem ku bûyer di civakê de deng vede û bal kişand ku giliya der barê wê de piştî banga wê ya ji bo derxistina fermandariya Herêma Leşkerî ya Taizê ji avahiya Dibistana Kuran Sabaayê hatiye kirin.
Al-Shamîrî, di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê li gorî pêvajoyên hiqûqî tevbigere, bang li aliyê din jî kir ku bi heman rengî tevbigere, kesên hatine sûcdarkirin teslîmî edaletê bike. Her wiha bal kişand ku ev yek dê ji bo pêkhatina edaletê ya ji bo mexdûran bibe piştgirî û baweriya bi saziyên dewletê mezintir bike.
