Jinên Sûdanî li dijî zehmetiyên şer û pevçûnan têdikoşin

Jinên Sûdanê diyar kirin ku tevî zehmetî û astengiyên ku di encama pevçûnên li herêmê rû dane de derketine holê, ew berxwedana xwe didomînin. Jinên Sûdanî bi têkoşîna xwe ya li dijî zehmetiyên jiyanî ber bi 8’ê Adarê ve diçin.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Jinên Sûdanê li hember hemû kêşeyên di encama şer de xwe didin der li berxwe bide. Tevî zehmetiyên wê di nava pêlên koçberî û kiryarên li herêmên di bin serweriya Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, bi hêz û vîn karîbû carek din li ser piya bimîne.

8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî nêz dibe û heya niha jî jinên Sûdanê bi kêşe û zehmetiyan re dimînin. Ev jî di encama pevçûnên ku li herêmê di navber Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de ji Nîsana 2023'an ve, rû dane.

'Jina Sûdanî hember kêşeyan li berxweda'

Rêvebera qada tendrustî ya bajarê Merwî Meza Haşêm bi destpêkirina pevçûnan li paytexta El-Xartûm koçî bajarê Merwî ya tendrustiyê bûye  û li wir karê rêveberiya tendurstî dimeşîne. Meza Haşêm dibêje: "Hemû nexweşên Sûdanî berê xwe didin cem min, piştî ziyanên ku saziyên tendrustî li herêmên nakok dîtine. Piştî pevûnên carek din min dest bi karê xwe kir. Min gelek bijîşkên jin dîtin ku hêz û vîna jina Sûdanî temsîl dikin. Jina Sûdanî bi nermbûna xwe karîbû li hember hemû kêşeyan li berxwe bide. Jinan di şer de destkeftiyên xwe weke bijîşk, dayîk û şoreşger îspat kir."

'Ji ber pevçûnan em ji warê koç bûn'

Rojnamevan Lîna Ehmed a ku ji ber pevçûnan neçar maye dev ji mala xwe berde û koçber bibe jî wiha dibêje: "Ji ber pevçûnên ku li Xartûmê di nava artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgirya Lezgîn de rû dane, me kêliyên bi êş û tirs jiyankir. Malbata min gelek hewildan xwe bighînin herêmek bi ewle. Piştî em koçberbûn min dîsa karê xwe ya çapemeniyê berdewam kir. Ez di ofîsa têkilî û raghandinê ya saziyek tendrustiyê li Sûdanê kar dikim. Me gelek êş û kêşe ji ber van pevçûnan dît. Em li herêmek bi ewle bi cih bûne heya ku şer û pevçûn li herêmên me bi dawî dibin."

'Tevî zehmetiyan jinên Sûdanî têdikoşin’

Pisporê Civakî Teqwa Mubarek bal kişand ser sekina jina Sûdanî li heêber zehmetiyan û wiha axivî: "Tevî zehmetî û azarên ku jinan ji ber pevçûnên ku rûdane, dîtine, dev ji jiyanê bernedane. Jinan carek din rola xwe di nava bazaran de xurtkirin û projeyên xwe yên biçûk vekirin. Jinên Sûdanî rastî tesnîfkirin û sûcdariyên siyasî hatin û ev jî di nava civaka ku tê de dijîn de bû sedema valahiyê. Lê belê ew bi hêz û wêrek ma, bi kesayeta xwe ya bêhempa ku dîrok dizane. Ew civakê bi fikir û hewldana xwe rêve dibe."

'Ji destpêka pevçûnan 556 jin rastî destdirêjiyê hatine'

Serokê Yekîneya Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jin û Zarokan Sûleyma Îshaq bal kişand ser tundiya ku jin di encama pevçûnan de pê re rûbirû dimînin û got: "Hêzên ku di pevçûnan de cih digrin ew berpirsyara kiryarên ku jin li herêmê pê re rûbirû dimînin, radikin. Bi taybetî kiryarên li herêmên ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn tê de belav bûne, zêdetir dibin. Şîdet weke beşek ji istratîjiya şer tê bikaranîn. Ji destpêka pevçûnan ve 556 jin û jinên ciwan ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve rastê destdirêjiyê hatine."