Jinên şahidiya şoreşê kirin: Em bi rojên zor îsrar û baweriyê hatin heta îro

Di ser destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê re 13 sal debas dibin. Jinên ku ji wan rojan û heta îro têdikoşin diyar kirin ku pêlav li erdê diman, lingên wan dihatin şikestin û dihatin binçavkirin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Piştî ku aloziya Sûriyeyê di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, gelê Rojavayê Kurdistanê li Kobanê, Efrîn û Cizîrê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa xwe ya xweseriya demokratîk pêk anîn.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke çirûsk ji Kobanê dest pê kir û piştre li tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê belav bû. Ev şoreş ne tenê ji bo rûxandina pergala rejîma Baasê bû, di heman demê de şoreşa hişmendî, siyasî, azadî, demokrasî û çandî bû jî.

Di 13’emîn salvegera şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinan tê binavkirin de, jinên ku şahidiya kêliyên destpêkê kirin hest û tecrubeyên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Bi dehan car pêlav li pey me diman’

Necmê Kenco bûyerên ku pê re rû bi rû mane wiha bilêv kir: “Dema ku dibêjin Şoreşa 19’ê Tîrmehê, rojên xweş û yên dijwar jî tên bîra me. Gava ku leşkerên rejîma Baasê di kolanên Kobanê de didan pey şopa me, ji bo ku em neyên girtin pêlav li pişt me diman her wiha me hema xwe diavêt malan da ku em xwe veşêrin. Her ku leşkeran em dorpêç dikirin, bi daran li lingên me dixistin û dişikandin ji bo ku em çalakiyan pêk neynin. Lê van kiryaran bi me re îsrar û biryardariyê zêdetir û bihêztir kirin.”

‘Em bi çirûskek û berdêlên giran gihîştin van rojan’

Necmê di domandina nirxandinên xwe de destnîşan kir ku wan bawer nekir bi çirûskekê bigihîjin roja îro û wiha domand: “Me bi çirûskekê destpê kir, bi taybetî weke jin me ji agir çirûskek girt û dest bi şoreşa xwe kir. Bêguman di destpêkê de mirov bawer nake ku wê ji çirûskekê bigihîje van rojan, bedelên wê gelek giran û buha bûn lê me kir. Hemû gelê Kobanê şahidiya çawaniya destpêkirina şoreşê kir ku niha gihîştiye asta ku şoreşa me ji bo hemû gelên azadîxwaz bûye îlham û çavkaniya serhildanê. Bi taybetî jî jinên Kurd niha pêşengiyê ji pêvajoyê re dikin ku di asta Sûriye, Rojhilata Navîn û Awropayê de li ser maseyên siyasî û diblomasî hevdîtinan pêk tînin û çarenûsa şoreşa xwe diyar dikin.”

‘Em bi sozên di rojên destpêkê de têdikoşin’

Necmê Kenco herî dawî hestên xwe bi van gotinan vegot: “Kes nikare rastiya vê şoreşê înkar bike. Ger ne pêşengî û vîna jinan bûya em nedigihîştin vê qonaxê. Ji ber vê jî parastina vê şoreşê û destkeftiyên wê jî em berpirsyariya xwe dibînin, piştî ku me bêhna azadiyê girt, êdî ne mûmkin bû em dest ji vê meşa xwe ya azadiyê berdin. Lewre jî di salvegera 13’emîn a şoreşê de, em xwedî soza xwe ya rojên destpêkê ne û em ê bi heman coşê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Kêliyên destpêkê di bîra me de zindî ne’

Leyla Ehmed jî got ku ew tirsiyane lê baweriya wan tirsê şikandiye û wiha domand: “Coşa kêliyên destpêkê yên şoreşê, hest, coş, tirs, bawerî û gumanên ku me jiyan heta niha jî di bîra me de zindî ne. Ji ber dema mirov rojên zor jibîr bike, nikare rojên bi wate bijî. Ez înkar nakim ku em tirsiyan lê baweriya me tirsê têk bir. Ji bo vê jî me bi sekna xwe ji rejîma Baasê re nîşan da ku em weke gelê Kurd hesreta azadiyê, zimanê dayîkê, çand û nasnameya xwe dijîn. Ji bo vê jî ew kîn û hêrsa bi salan a li dijî serdestî û binpêkirinên rejîma Baasê, di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de weke volkanek teqiya. Bi vê teqînê re êdî me cesaret kir ku em pêşerojê bi vîn û biryara xwe xêz bikin û hêviyên xwe yên hatibûn binaxkirin pêk bînin.”

‘Jin ji du aliyan ve di bin serdestiyê de bûn’

Leyla bal kişand ser bandora şoreşê ya li ser jinan û got: “Bêguman rejîma desthilatdar li ser hemû civakê bandor dikir lê weke jin ji du aliyan ve em di bin desthilatdariyê de bûn. Hişmendiya paşverû ya civakê li ser me jinan çarenûseke ku berê hatiye diyarkirin ferz dikir. Ji bo jinek pêşeroja herî baş zewac û zarok bûn, ji ber vê jî jin di sînorên malbateke feodal û paşverû de hatin qetilkirin. Ji bo vê jî hêrs û kîna jinan mezintir û bi watetir bû, qîrîna jinan a di 19’ê Tîrmehê de hemû dîwar û sînorên koletiya civakî û dewletê şikandin.”

‘Jin ji bo pêşeroja xwe daketin qadan û qîriyan’

Leyla Ehmed da zanîn ku jinan pergala rejîma Baasê û hişmendiya civakê guherendine û wiha bi dawî kir: “Di vî warî de hem rejîma Baasê zextên mezin li ser çalakî û xebatên me çêdikir,  hem jî astengiyên malbatî û civakî gelek bûn. Jinan ev şoreş weke derfeta mezin dîtin û dikaribûn di warê pratîk de jî bikar bînin û bi dehan destkeftiyan qezenc bikin. Civaka ku nehişt jin derkevin kolanan û beşdarî çalakiyan bibin, niha di kolanên Kobanê de dirûşmên ‘jin, jiyan, azadî’ berz dike, ev jî berhemeke biçûk a têkoşîna me ye.”