Jinên Reqa: Em piştevaniya projeya aştiyê dikin

Jinên kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku ew ê ji bo pêkanîna perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat bimeşînin û piştevaniyên xwe ji bo pêkanîna projeya aştiyê ragihînin.

SÎBÎLIYA EL IBRAHÎM

Reqa- Di 28’ê Kanûna 2024’an de Partiya DEM’ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinên gelek girîng kir. Di nav van nirxandinan de got ku ew dikare aştiyê ji bo çareseriya doza Kurd û hemû aloziyên Rojhilata Navîn pêk bîne. Her wiha destnîşan kir ku divê hemû dewlet dev ji berjewendiyên xwe yên teng berdin.

Gelê heremê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re hat kirin kêwxweşiyek mezin pêşwazî kir û di heman demê peyamên ku ji aliyê Abdullah Ocalan hatin wek derfetek mezin ya avakirina aşitiyê bi nav dikin.

Der barê girîngiya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jinên kantona Reqa ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘Nirxandinên Rêber Apo ji bo me gelek girîng e’

Hevseroka Meclîsa Gel Şêrîn Qewas qala girîngiya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Nameya Rêber Apo û nirxandinên wî yên dawî, ji bo me gelek girîng û bi wate ye. Di wê nameyê de mafê hemû pêkhate û mezheban dihewîne. Her wiha armanca vê nameyê, avakirina pêvajoya aşîtiyê ye. Di vê pêvajoya hesas a ku Sûriye û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe de nirxandinên Rêber Apo gelek girîng in. Bi taybetî piştî hilweşîna sîstema El Esad û derbasbûna Sûriyê ya di pêvejoyek nû re.”

‘Netewa Demokratîk mafê pêkhateyan diparêze’

Şêrîn piştgirî û hevgirtina xwe ji pêvajoya avakirina aşîtiyê re anî ziman û wiha got: “Divê gelê Sûriyê hevgirtina xwe xurt bikin û yekbûna xwe li derdora perspektîfên Rêber Apo ava bikin. Ji bo gihandina nameya Rêber Apo ya ji hemû dinyayê re, ji ber ku projeya Netewa Demokratîk projeyek aştî û demokrasiyê ye û mafê hemû pêkhateyan diparêze, berpirsyariya mezin dikeve ser milê jinan. Jin bi fikir û ramanên Rêber Apo gihîşt azadiya xwe û rola xwe di hemû qadên jiyanî de nîşan da. Bi civînan em hewl didin projeya aştiyê li hemû deverên Sûriyê belav bikin.”

‘Em pişevaniya projeya aştiyê dikin’

Hevseroka Komîteya Lihevkirinê Fatimê el Elewî jî qala piştevaniyên xwe ji projeya aştiyê re bilêv kir û wiha pê de çû: “Em jin, piştevaniya xwe ji bo projeya aştiyê ya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, radighînin. Ew proje wê ji me re aşîtî û ewlehiyê piştî şer û pevçûnên ku bi salan e dewamkiriye, ava bike. Her wiha em bang li civaka navnetewî dikin ku piştgiriya vê projeyê bikin û pêk bînin. Ji ber ku ev proje rêya avakirina aştî û ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyê ye.”