Jinên Qahîre: Divê veguhestinê giştî yên bi ewle werin peydakirin

Jinên ku di veguhestinê giştî û taybet de bi êrişên zayendî re rûbirû dimînin, xwestin ev rastî bê guhertin, her wiha diyar kirin ku divê veguhestinên bi ewle werin peydakirin û banga tekoşîna hîn mezintir kirin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre- Misir yek ji wan welatan e ku tundiya li ser jinan roj bi roj lê zêde dibe ye. Daneyên li welat nîşan didin ku her sal zêdetirî 5 mîlyon jin rastî şîdeta mêr tên û 2 mîlyon jin jî ji ber birîndarbûnê têne dermankirin. Ev wêneya ku bi keda parêzvanên mafan derketiye holê, nîşan dide ku jin di nava çi cureyên şîdetê de dijîn. Hejmara jinên ku tenê ji ber tundiyê serî li saziyên dewletê dane 25 hezar e. Ev zêdebûn û lêkolînên hatin kirin nîşan didin ku jin ji aliyê dewletê ve nayên parastin.

Li welat yek ji cihên ku jin xwe ne ewle hîs dikin, veguheztina giştî ye. Di van demên dawî de pirsgirêkên ku bi taybetî jin di veguheztina giştî de dijîn hatin nîqaşkirin. Tevî ku piraniya jinan ji bo parastina xwe malên xwe terk nakin, hin jî alternatîfan diafirînin. Jin ji bo dawî li binpêkirinên ku tên dikin têdikoşin. 

‘Çandeke ku mêran diparêze heye’

Duaa Semîr a jineke kedkar e got: "Veguheztina giştî ji jinan re ne ewle ne û ji aliyê mêran ve gelek rûbirûyî binpêkirinan tên. Di serî de jî tacîza devkî û ya fîzîkî. Min gelek caran dîtiye çiqas mêr di nav qerebalixiyê de bi zanebûn destê xwe li jinan didin. Bi sedema vê yekê gelek jinên ciwan naxwazin bikevin riyên dirêj. Jina ku rojane diçe xwendina xwe yan jî ya kar dike dê çi bike? Teqez ew nikarin rojane pereyên taksiyan bidin ji ber rojane nirx buha dibin." Duaa Semr a ku got çandeke ku mêran diparêze heye anî ziman ku ev mijar encax bi perwerdeyan bê derbaskirin.

‘Jina rastî êrişa zayenî tên herdem tê sucdar kirin’

Senaa Mustefa a ji bajarê EL Qelyûbiye ye got: "Veguheztina giştî bi hemû cureyên xwe bi qerebalix in û eger jin gazinan ji vê yekê bikin bersiva wan her dem tê dayîn ku eger nexwestin dikarin bi awayên taybet ên buha biçin û werin. Min jinek bi 4 zarokên wê re di baseke mezin de dît. Tişta tê zanîn pere ji bo zarokan nayê xwestin ji ber li ser piyan dimînin. Ajokar ew jin gelekî tengav kir û jêre digot ji bo çi zarok anîne û wan bi xwe re dibe her deverê. Gihîşt astekê jin dê bigiriya ji ber herdem jêre digot divê ew bi awayê taybet biçûya. Gelek tundiya devkî li wê û zarokên wê kir."

Senaa Mustefa teqez kir ku tacîz bûye awayekî normal di awayên veguhestinê de û wiha domand: "Kesek nema piştgiriya jinan dike û çi jina hewil bide bersiva kesê tacîz pêkanî bide hevokên tewanbariya wê jêre diçin. Rewşa aborî ya xirab û pêwîstiya bi kar sedemên sereke ne jin tevî hemû binpêkirinan jî derdikevin kar."

‘Gelek jin bi sedema veguheztina giştî naçin kar’

Raniya Mihemed jî têkildarî mijarê got: "Bi salan min êş û azar ji ber veguheztina giştî kişand û ez rûbirûyî gelek krîzan hatime ji ber vê min biryar da ez êdî nema siwarî wan bibim. Yan dimeşim yan jî bi veguhestinê taybet diçim. Min dest ji karê xwe berda ji ber diviya bû li gelek awayên veguhestinê siwar bibama. Min berdêlek li malê dît ji bo debara xwe pê bikim lê belê ev ne çareserî ye. Divê li dijî vê diyardeyê were sekinandin û civak ji metirsiyên wê hişyar bibe."

Raniya Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Di veguhestinê giştî de dijminatiyek bi jinan re heye. Mîna mirov bêje mêr bi zanebûn wisa dikin ji bo jin ji malên xwe dernekevin ji ber jin kar û riyên wan asteng dikin."