Jinên pêşeng ên di warê jîngehê de li Cezayirê hatin xelatkirin

Jinên Cezayirî di veguherandina pirsgirêkên jîngehê taybetî di warên vezîvirandina bermayiyan û pêşxistina projeyên dostane ji bo jîngehê de, roleke girîng dilîzin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Jîngeh û Kalîteya Jiyanê ya Cezayirê, bi boneya Roja Jinên Kedkar ên  Cîhanê duh li paytext Cezayirê merasîmek bi dirûşmeya "Jinên Cezayirî: hişmendiya jîngehê, jêhatîbûna karsaziyê û berpirsyariya civakî" li dar xist. Wezaretê jinên pêşeng di warên aboriya kesk û karsaziya jîngehê de bi merasîmekê xelat kir.

Di çalakiyê de ezmûnên nûjen di warê vezîvirandin û nirxandina bermayiyan de hatin nîşandan, her wiha rojnamevanên jin ên ku di Pêşbirka Rojnamegeriya Jîngehê ya Neteweyî de bi ser ketin, ji bo nasandina rola wan di belavkirina hişmendiya jîngehê û piştgiriya hewildanên pêşkeftina domdar de jî hatin xelatkirin.

Xelatkirina pêşengên aboriya kesk

Ev xelatkirin ji bo pîrozrkirina hewildanên jinên Cezayirî di warê nûjeniya jîngehê û karsaziya kesk de tê, ku gelek jin karîne pirsgirêkên jîngehê veguherînin derfetên aborî yên domdar, bi taybetî di warên zîvirandina bermayiyan û pêşxistina projeyên dostane yên jîngehê de.

Tecrubeyek serkeftî di zîvirandina plastîk de

Xwediya saziya "Julia Plast" ku di warê zîvrandina plastîk de pispor e Souad Bouchakour  diyar kir ku armanca projeya wê ew e ku beşdarî kêmkirina bermayiyên plastîk û ji nû ve entegrekirina wan di çerxa aborî de bibe. Souad Bouchakour axaftina xwe wiha dom kir: ”Proje xwe dispêre berhevkirin, rêzkirin, paqijkirin û zuwakirina plastîkê bi karanîna makîneyên taybet, berî ku ew ji saziyên ku wê di çêkirina tûrên plastîk û teknolojiya qalibkirina derzîkirina plastîk de bikar tînin re, were firotin.

Souad Bouchakour destnîşan kir ku fikra projeyê di sala 2022’an de dest pê kiriye û bi rastî jî di sala 2023’an de dest pê kiriye. Souad kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna vê pêşangehê ku bi salvegera Roja Kedkarên Jin ên Cîhanî re hevdem e, anî ziman. Ji ber ku ev însiyatîf ruhê nûjeniyê di nav jinan de, di warê jîngehê de zêde dikin.

Rola komeleyan a di piştgiriya jinan de

Seroka Komeleya Neteweyî ya Pêşvebirin û Parastina Çanda Jîngehê û Enerjiyên Nûjenkirî Malîka Boutaouî da zanîn ku komele li ser pêkanîna projeyên pêşkeftinê yên li ser bingeha pêşkeftina domdar dixebite û bi giranî li ser piştgiriya jinan di warên nirxandina bermayiyan de disekine. Malîka Boutaouî destnîşan kir ku jin di rêveberiya bermayiyên malan de elementek girîng temsîl dikin, ji ber ku jin rasterast ji nêzî ji sadî 70 bermayiyên malan berpirsiyar in. Malîka got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka bermayiyan, pêdivî bi rêzkirina bijartî berî pêvajoya zîvirandinê heye û wiha domand: “Nebûna vê gavê pêvajoya zîvirandinê dijwartir dike.”

Malîka Boutaouî destpêkirina însiyatîfên perwerdeyê ji bo sûdwergirtina jinan, bi taybetî yên ku li malê dimînin eşkere kir, ku tê de atolyeyên li ser çêkirina sabûnê, nirxandina bermayiyan û veguherandina materyalên bikêrhatî bo madeyên xav ên bikêrhatî hebûn. Malîka Boutaouî got ku "Di nav projeyên ku ji hêla komeleyê ve hatine destpêkirin de projeya "Recycle and Reimagine" heye, ku ji nû ve bikaranîna bermayiyan bi awayên nûjen teşwîq kir.”

Vegerandina kapsulên qehweyê

Xwediya destpêşxeriyek ku huner û parastina jîngehê bi hev re dike yek, Jamîla Bakour ezmûnek nûjen di warê zîvirandina kapsulên qehweyê de pêşkêş kir û rave kir ku bikaranîna van kapsulan li kafe û malan bûye sedema zêdebûna bermayiyan ku demek dirêj digre da ku hilweşe û bibe sedema qirêjiya jîngehê ya girîng.

Ji kapsulan tiştên hunerî

Jamîla Bakour da zanîn ku ew kapsulan berhev dike û bi alîkariya komek jinan ji bo çêkirina zêr û aksesûarên hunerî wan ji nû ve şekil dide û ji xerîdarên ku pir caran dema ku kişf dikin ku ev perçeyên xweşik ji kapsulên qehweyê yên mayî hatine çêkirin, pir pesnê wan daye.

Jamîla Bakour tekez kir ku beşdarbûna wê di vê çalakiyê de û xelatgirtina wê di Roja Kedkarên Jin ên Cîhanî de ji bo wê çavkaniyek serbilindiyek mezin e û peyamek da jinan ku ger îrade û afirînerî hebe, bermahiyên dikarin werin veguherandin bo ramanek projeyek serketî.