Jinên Misirê ji bo Sûriyê bi fikar in: Ferqa HTŞ ji Birayên Misliman tune ye
Jinên Misirê diyarkirin ku bi hilweşîna rejîma Esad re, kontrola Sûriyê ket destê HTŞ’ê, anîn ziman ku tu ferqa HTŞ ji ‘Birayên Misliman’ nîne, dan zanîn ku di dema pêş de rolek giring dikeve ser milê tevegera jinê.
ASMAA FATHÎ
Qahîre- Li Sûriyê şerê navxweyî ku di sala 2011’an de destpêkir, ev 13 sal e bê navber didome, di 27’ê Mijdarê de koma cîhadî Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ), êrişî yek ji bajarê herî giring yê Sûriyê Heleb kir. Bi hilweşîna rejîma Esad re û vekişîna artêşê re, Heleb ket kontrola HTŞ’ê. Di 8’ê Kanûnê de jî Şam ket û kontrola HTŞ’ê. HTŞ ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, ji xeynî navguhertina El Nusra ya çengê El Qaîde li Sûriyê ne tiştek dine. Serokê HTŞ’ê Ebu Muhammed El Colanî bilindbûna wi ya di hikumeta demkî de, di mijara pêşeroja Sûriyê de fikar zêde kir. Li Misirê ‘Birayên Misliman’ ên ku hatî ser desthilatê yek ji karê wan yê destpêkê jinan ji qadên civakî dûr bixwe bû. Jinên Misirê ku ji ajansa mere axivîn, diyarkirin ku li Sûriyeya ku ketî destê cîhadiyan de di aliyê jinan de bi fikar in.
‘Rastiya li Sûriyê fikaran zêde dike’
Şêwirmenda Civaka Sivîl ku di qadên çandinî û hewirdor de dixebite Heba Mumtaz da zanîn ku ji rastiya Sûriyê bi fikar e û wiha got: “Qadên aborî û civakî di nav de gelek zorî li benda jina ne. Jin koma ku herî zêde ji şer û pevçûnan bandor dibin e. Di şeran de jin bi eşkere rastî her cûrê metirsiyan tên, bûyerên tacîz, tecawîz û tundî zêde dibe. Li aliyê din di pêvajoyên şer de ji ber texrîbkirina dibîstan û bi giştî bînesazî, zarokên keç perwerdeyên xwe na domînin. Bi hilweşîna nexweşxaneyan re xizmeta tendirûstiyê hatiye asta rawestandinê. Di van demê wisan de ji ber nebûna şertên xebatê, jiyana rojane zor dike û jin neçar dimînin barên giran hilgirin.”
‘Jinên Sûriyê wê beşdarî pêvajoya avakirinê bibin?
Heba Mumtaa diyarkir ku jinên ji cihên xwebûna rastî gelek pirsgirêkan tên û got: “Ji ber xebatan, jinên ku neçar mane qadên xwe yên jiyanê biterikînin, li kampên ku lê koçber bûne dibin şertên zor de têkoşîna jiyanê didin. Li gel pêvajoyên şer, travmayên psîkolojîk ên ku jin dijîn û jicihêxwebûn rewşa wan hê xiratir dike. Rewşa psîkolojîk ku di encama şer de ava dibe, gelek jinan ber bi fikrê întîxarê ve dibe, li dijî krîzên ku tê jiyîn bê parastin dimînin. Bi hilweşîna rejîma Esed re, Sûriyê ket destê HTŞ’ê. Wê li Sûriyê jin di navendên biryargirtinê de cih bigrin, wê beşdarî pêvajoya avakirinê bibin, lê vê derê nediyarbûnek heye. Lê belê bi giştî jin tên dûrxistin, hebûna wan tê dûrxistin û dixwazin destkeftiyên wan tine bikin.”
Fikara jinên Misir û Sûriyê ji bo pêşerojê
Parêzer Doaa Al- Ajouz anî ziman ku ji serkeftina ku gelê Sûriyê bi dest xistiye û rizgarbûna ji şertên zor keyfxweş e û wiha got: “Lê belê ketina desthilatê di destê HTŞ’ê de fikaran zêde dike. Rewşa heyî dişibe awayê rêveberiya Misir ya ‘Biriyên Misliman’. Ji ber di dema Birayên Misliman de destkeftiyên jinan bi giştî kêm bûn. HTŞ ji ‘Birayên Misliman’ ne cûda ye. Îfadeyên ku hêvî dide, di pêkanînê de dibe ku cûda be û ev jî pêwîstî bi baldarbûnê heye. Dibe ku sînordarkirinan bînin ji dîtbariya jinên Sûriyê re. Jinên Sûriyê, divê di mijarên mafê ku destûr hatî dayîn û nehatî dayîn de baldar bin. Li gor pêşeroja Misirê dibe ku di bin gefê de bin û di vê mijarê de pêwîstî bi garantiyan heye. Li Misirê ji ber piştî şoreşê hemû destkeftiyên jinan kêm bûn, me gelek êş kişand. Birayên Misliman di hilbijartinan de keda jinan xwar dengên piştevaniyê kom kir. Piştre di navbera jinên endamê komê de cûdahî hate kirin û jin ji dika siyasetê hatin dûrxistin. Jinên Misirê rastî gelek zextan hatin û em ditirsin ku jinên Sûriye jî heman qederê bijîn.”
Pirsgirêkên ku jin dijîn
Avakera hewldana Safina ku piştgiriya jinên bajarê Îskenderiye dike Salwa Bashîr têkildarî geşedanên tê jiyîn ev nirxandin kir: “Li Sûriyê hilweşîna rejîma Esad ji bo gel serkeftinek mezin e. Sehneyên ku der barê jin û zarokên girtî li girtîgehan dehşet bû û em ji berdana wan gelek keyfxweş bûn. Bi taybet zarokên ku girtîgeh weke mala xwe dibînin û ji bo vê ceribandina bi êş bînin ziman wê pêwîstî bi piştevaniya psîkolojk hebe. Lê belê desthilata ku ketî destê Heyet Tahrir Al-Şam de wê bandorên neyênî li ser gelan çêbike. Misir jî ceribandinên zor jiyan kir. Gelê Sûriyê ditiye ku Îslama siyasî çi kiriye, ji ber vê jî ji derveyî fikrên ku ceribandina wan ya ji heqê vê derbike, wê di pêkanînê de bimîne. Rastiya jinê, dibe di şer û di demê aştiyê de, rewşa herî zor ya hemû deman dijî. Ev jî riyekê dide tevgera jinan di demê bê de li dijî her cûrê hewldana dûrxistina ku ji ber Heyet Tarir El-Şam rastî bên rabin.”