Jinên Mexrîbî: Ji berxwedana li dijî kolonyalîzmê heta têkoşîna mafan
Ji destpêka kolonyalîzma Fransî û Îspanyayê heta îro jinên Mexrîbî ne tenê şahidiya dîrokê kirine, di teşekirina wê de jî roleke çalak lîstine û di qada giştî û di înîsiyatîfên sivîl de hebûneke girîng nîşan dane.
HANAN HARET
Mexrîb – Jinên Mexrîbîdi têkoşîna li dijî kolonyalîzmê de bi awayên cûrbecûr roleke navendî lîstin. Têkoşîna wan a ji bo parastina maf û rûmeta xwe, digel rolên wan ên niha, wan di seranserê dîrokê de kiriye sembola hêz û berxwedanê.
Têkoşîna jinên Mexrîbî ya ji bo welatê xwe, ne ji têkoşîna wan a ji bo parastina rûmet û mafên xwe cuda bû. Berovajî wê, ew di dîrokê de bi pirsgirêkên azadî û hemwelatîbûnê ve girêdayî ye. Ji serdema kolonyalîzmê bigre heya kêliyên dîrokî yên krîtîk û ji xebata kolektîf û maf-esasî bigre heya têkoşînên din, jinan di parastina erd û gel de rolên navendî girtin, lê hebûna wan di vegotinên fermî de bi giranî hatiye paşguhkirin.
Rola wan a veşarî ya di berxwedana li dijî kolonyalîzmê de
Di serdema kolonyalîzma Fransî û Îspanyayê ya di navbera 1912 û 1956’an de, jinên Mexrîbî ne tenê piştgirî dan berxwedanê, di heman demê de aktorên sereke jî bûn. Li herêma Rif, Lalla Xadîja El-Alawia û Fatma Bent Mubarek erkên wekî gihandina peyaman, dabînkirina pêdiviyan û parastina şervanan girtin ser xwe. Di Atlasa Mezin de, Halima Bouhenda û Lalla Malika di belavkirina agahî û rêxistinkirinê de rolên sereke lîstin; Amina Benxar ji Zerrhoun bedêla dilsoziya xwe ya neteweyî bi girtinê da. Li kêleka van kesayetiyên navdar, gelek jin hebûn ku di şert û mercên dijwar de lênêrîn û parastina zarokan girtin ser xwe.
Ev hewldana veşartî ku pir caran di vegotinên dîrokî de nayê dîtin, stûnek bingehîn bû di domandina berxwedanê. Niha jî wekî beşek ji nîqaşên femînîst ên cîhanî li ser hewcedariya naskirina keda bêpere ya jinan, li deverên pevçûnê tê hesibandin.
Ji serxwebûnê ber bi mafên jinan ve
Têkoşîna jinan a piştî serxwebûnê ji têkoşîna li dijî kolonyalîzmê ber bi têkoşîna li dijî dûrketina civakî û aborî ve bipêş ket. Jin beşdarî bernameyên perwerdê, xizmetên civakî û xwendin û nivîsandinê bûn, nemaze li deverên gundewarî wan rolek navbeynkariyê di navbera hikûmet û civakê de girtin ser xwe. Ev, veguherîna jina Mexrîbî ya ji têkoşîna ji bo rizgariya neteweyî ber bi têkoşîna ji bo avakirina hemwelatîbûnê ve nîşan dide. Di sala 1975’an de, bi hezaran welatî beşdarî Meşa Kesk bûn. Ev meş, ji bo vegerandina herêmên başûrê Mexrîbê û mîsogerkirina yekperçeyiya axê hat organîzekirin. Beşdariya jinan a di vê pêvajoyê de ne tenê beşdarbûna di bûyerek neteweyî de bû. Di heman demê de xalek werçerxê bû ku xuyabûna a wan di qada giştî de û beşdariyên wan ên kolektîf nîşan da.
Lê belê, xwendinên li ser bingeha mafên femînîst, sînorkirin û encamên vê beşdarbûnê dipirsin. Tevî sembolîzma wê ya bihêz, ev beşdarbûn rasterast veguherî destkeftiyên siyasî an mafên jinan. Ev valahiya di navbera naskirina sembolîk û hêzdarkirina rastîn de ronî dike.
Ji dîrokê heta têkoşîna ji bo mafan
Îro, gelek jin van berhemên dîrokî vediguherînin xebatên sivîl û mafên jinan. Xedîce Ahlel ku Seroka Yekîtiya Jinên Mexrîbê ye, tekez dike ku beşdariya dîrokî ya jinan divê ne tenê mîna pîrozbahiyek sembolîk bimîne; di şûna wê de, divê ew bi pirsên edalet û mafan ve were girêdan û bîra neteweyî divê bi têkoşîna jinên hemdem ve were girêdan. Xedîce Ahlel destnîşan dike ku xebata jinan a îroyîn li ser warên ku rasterast bandorê li jiyana jinan dikin, wek pêşîgirtina li tundiyê, dabînkirina xanî, rêberiya qanûnî û bihêzkirina aborî, disekine.
Li gorî Xedîce Ahlel, rola jinên Mexrîbî di Meşa Kesk de bîranînek xeta têkoşînê ya berdewam nîşan dide. Xedîce Ahlel dibêje, “Di her salvegera Meşa Kesk de, em rola ku jinên Mexrîbî di serdemên neteweyî yên cûda de lîstine, çi bi beşdarbûna wan a di meşan de çi jî bi parastina erdên kolonîzekirî, bi bîr tînin.”
Têkoşîna piralî
Çalakvana civaka sivîl Dalîla Messaîd diyar kir ku jinên Mexrîbî her gav di karûbarên welêt de hebûna xwe didomînin erdewam dikin û wiha pê de çû: “Hebûna jinan ne tenê sembolîk e; ew rastiyek berbiçav e di piştgiriya perwerdehiyê, bihêzkirina komên xeternak û beşdarbûna di guhertina civakî de.” Ev hebûn mijarên têkildarî mafên jinan vedihewîne, lê di heman demê de berfirehtir dibe bo mijarên civakî yên berfirehtir ên wekî edaleta civakî, pêşketina domdar û mafê jiyanek bi rûmet. Dalîla Messaîd tekez kir ku ezmûna jinên Mexrîbî nîşan dide ku têkoşîna neteweyî û têkoşîna ji bo mafan, ji hev nayên veqetandin. Dalîla wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan ne tenê şahidiya dîrokê kirin, wan ew teşe kirin, çi di demên berxwedanê de çi jî di roja me ya îroyîn de.”