Jinên Mexribê bi derbaskirina sînoran xwe didin pejirandin
Jinên li gundên çiyayî yên Mexribê dijîn, tevî ku hay ji gelek mafên xwe tune ne jî sînorên li pêşiya xwe derbas dikin û bi avakirina komeleya bi navê “Rûmeta Jinan” hem di warê aborî de hem jî civakî de xwe didin pejirandin.

RECA XEYRAT
Mexrib – Li herêma çiyayî ya 100 kîlometre dikeve başûrê Marakeşê, jiyana jinan bi zextên civakî, karên malê, xwedîkirina zarokan û karên giran ên çandiniyê bi sînor maye. Gelek jin nikarin derkevin derveyî van sînoran, bi rolên civakî, şarşevên ku rû û bedena wan digre li gorî paşverûtiya civakî neçarî jiyanê dimînin. Zextên civakî dibin sedem ku di warê aborî de bi serê xwe nebin û nikaribin bikevin nava civakê.
Ayşe Seîd yek ji wan jinan e, dema ku li jiyana xwe û jinan nihêrî, fam kir ku jin ne tenê li malê, di heman demê de dikarin di hemû warên civakê de pêşengiyê bikin û ji bo vê yekê dest bi projeyek kir.
Ayşe Seîd, di civakeke ku bi normên baviksalar dihat birêvebirin, ji bo azadî û hêza jinên gundan zêde bike, gavek mezin avêt. Bi komeleya bi navê “Rûmeta Jinan” ne tenê pêşxistina aborî, di heman demê de di mijarên edaleta civakî û wekheviya zayendan de hewl dide şiyarî û hayjêbûnê çêbike. Van hewldanên Ayşe Seîd bi taybetî li herêma Al Haouz a Mexribê li gundên Tlet Niqoub û Tsaft hewl dide jiyana jinan biguherîne.
Tevî zextên civakî jî serî netewand û li gund komeleyek ava kir
Ayşe Seîd, li dijî civaka baviksalar serî netewand û bêminetî tevgeriya. Ayşe di temenê biçûk de dest ji dibistanê berda, zewicî û sê zarokên wê çêbûn. Ew baş dizanibû ku riya zanînê, bi perwerdeya zarokên keç pêkan e, ji ber wê ji gelek jinên li gundan re bû mînak ku qeyda xwe di kursên xwendin û nivîsandinê de çêbikin. Ayşe Seîd, wiha dibêje: "Li gund avakirina komeleyê ji bo me jinan hêsan nebû ji ber ku nedihiştin jin ji bo muameleyên avakirina komeleyê ji gund derbikevin. Gelek hevjînên wan jinan îdia kirin ku dê jin nikaribin komeleyê ava bikin û diyar kirin ku ew li dijî fikra avakirina komeleyê ne."
Ayşe Seîd da zanîn ku tevî hemû zoriyan jî bi hemû tiştan re derketine serî û wiha domand: "Tevî zoriyan jî em girêdayî xeyal û fikrên xwe man. Projeya me destpêkê bi dahatê bi sînor bû. Me ji bo dawetên li gund û rojên taybet ên li gund amûr û alavên metbexê anîn û ji bo kesên ku dixwazin van bi kar bînin, beramberî hinek pere me bi kirê da.”
Hejmara jinên beşdarî projeyê bûn zêde bû
Ayşe Seîd diyar kir ku vê awayê xebatê ji bo jinên mexdûrên şîdeta aborî û îzolasyonê mabûn bes nebû, ji ber wê li ser hinek alternatîfên din sekinîne û wiha got: "Birayê min, heta ji min re got ji bo berfirehkirina projeyê divê em çarçoveyek berfireh ava bikin, em bi projeyên kirêkirina malzemeyên partiyên demsalî bi sînor man.” Ayşe Seîd, bi hewldanên xwe jinên gund îqna kir ku li mizgefta gund dersa xwendin û nivîsandinê bigrin. Ji ber pêdivî bi çavkaniyên ku jin bikaribin pêdiviyên xwe û zarokên xwe bigrin bin temînatê hebû, her çû hejmara jinên beşdarî projeyê bûn zêdetir bû.
Ayşe Seîd diyar dike ku li vê projeyê, projeya çêkirina xişran zêde bûye û wiha didomîne: “Min hîs kir ku jin dixwazin bibin xwedî çavkaniyên debarê û her dema em rastî hev hatin, poşman bûm ku neçûme dibistanê. Dema min biryar da komeleyê ava bikim, ji bo belgeyên pêwîst min berê xwe da bajar. Min navê “Rûmeta Jinan” li komeleyê danî lewre diviyabû jinên li gund û gundên derdorê bi awayek bi rûmet bijîn û dizanibûm heta perwerde û hêza aborî tunebe ev yek çênabe.”
Projeyên komeleyê ji ber erdhejê zirarê dîtin
Ayşe Seîd diyar kir ku ji bo jin tevlî komeleyê nebin, mêran destpêkê zorî derxistine û da zanîn ku di demek kurt de jinan di warê aborî û civakî de bi hêz kiriye, bi şikandina îzolasyonê jinan tevlî xebatê kiriye. Ayşe Seîd diyar kir ku piştî erdheja mezin a li herêmê, ji ber nêzî navenda erdhejê bûne, zirar gihîştiye projeya jinan, gelek endamên komeleyê ji bin xirbeyan hatine derxistin, têkoşîna ji bo pêşxistina aborî û civakî, veguheriye têkoşîna ji bo mayîna li jiyanê û got:
"Beriya erdheja ku jiyana gelekan ji me veguherîne trajediyan, ji bo em projeyên xwe bixin meriyetê, rewşa xwe baş bikin û bikaribin li ser lingên xwe bisekinin, zor be jî bi pêş diketin. Piştî erdhejê berdewamkirina projeyan zor bû. Jinên ku malên wan hilweşiyan birînên xwe yên fizîkî û derûnî derman dikirin û hewl didan ji nû ve xwe li jiyanê bigrin."
‘Jin hêviya xwe diparêzin’
Ayşe Seîd diyar kir ku tevî trajediya ji ber erdhejê çêbû jî jin bêhêvî nebûne û got ku peywira xwe ya di komeleyê de domandine. Ayşe Seîd, bal kişand ser perwerdeya zarokên keç û xwest rayedar di vî warî de gavên ku jiyana mirovan hêsan dikin bavêjin. Ayşe Seîd, da zanîn ku ew bi biryar e bi perwerde û derfetên kar ên bi riya komeleya "Rûmeta Jinan" çêbûne, jiyana jinan biguherîne.