Jinên Mexmûrê: Wê di xeta Zîlan de azadiya Rêber Apo bê misoger kirin

Li Wargeha Mexmûrê Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan di 28'emîn salvegera çalakiya xwe ya fedaî de bi merasîmekê hate bi bîr anîn. Jinên wargehê ên ku tevlî merasîma bîranê bûn diyarkirin Wê di xeta Zîlan de azadiya Rêber Apo bê misoger kirin.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan di 28'emîn salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê hate bibîranîn. Merasîma bîranînê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar, li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna şêniyên Wargehê hate lidarxistin.

Merasîm, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nudem Yaman axivî.

‘Xeta Zîlanan xeta me ye’

Nûdem Yaman, di destpêka axaftîna xwe de Şoreşger Zîlan bi bîr anî û wiha got: “Hevala Zîlan 30’ê Hezîranê li dijî komploya li dijî Rêber Apo canê xwe dike mertala zindî û xwe di dilê dijmin de diteqîn e. Nav û xeta hevala Zîlan di tevahî civakan de belav bû. Xeta ku hevala Zîlan avakiriye, niha ji aliyê gerîlayên serê çiya ve tê meşandin. Ger pêşengên me yên wek şehîd Zîlan û Bêrîtanan nebûna, em weke jin nikariban ji bo azadiya xwe gav biavêjin. Divê em wek jinên Kurd hevala Zîlan xeta azadiya jin pênase bikin. Hevala Zîlan ji bo me fedaî ya Rêber Apo ye. Divê em jî wek hevala Zîlan xwedî li Rêber Apo derbikevin û heta misogerkirina azadiya fîzîkîya Rêber Apo dev jî têkoşîna xwe bernedin. Wê di xeta Şehîd Zîlan de azadiya Rêber Apo bê misoger kirin. Xeta Zîlanan xeta me ye."

Piştî axaftinê, sînevizyona ku li ser jiyana Şoreşger Zîlan hatibû amadekirin hate nîşandan.

Piştre gruba şanoyê ya Koma Jînim Jiyanim bi şanoya xwe derketin ser dike û koma mûzikê ya Wargehem a Stêra Zêrin û TEV-Çand jî ji bo bîranîna Şoreşger Zîlan stran gotin.

Merasîm bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.