Jinên Mexmûrê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çawa dinirxînin?
Li taxên Mexmûrê me daxwaz û nêrînên wan ên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk guhdar kir. Jinan anîn ziman ku şertê bingehîn ên çareseriyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û gotin tenê yek alî gav avêtin çênabe, divê dewleta Tirk jî gavan bavêje

AAYA DENÎZ
Mexmûr – Valakirina gundan û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê li herêmên sînorî yên Tirkiyeyê di salên 1990’an de bi hezaran malbatên Kurd ji cih û warên xwe kirin. Di vê serdemê de, bi hezaran kesan ji beer zextên dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bûn, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li Kampa Penaberan a Mexmûrê hatin bicihkirin.
Bi derbasbûna salan, kamp ne tenê bûye stargehek, lê di heman demê de bûye navendeke berxwedanê jî, mekanîzmayên xwe yên xwerêveberiyê ava kirine û hewl dane ku fikra civakeke demokratîk bicîh bînin. Wargehê ji milekî ve li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê, li milê din de jî li dijî polîtîkayên rêgiriya PDK’ê û êrişên hewayî yên dewleta Tirk bi salan e li ber xwe dide.
Îro, jinên Mexmûrê hem mîrata êşdar a koçberiyê û hem jî derfetên ku ji hêla pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve têne pêşkêş kirin dinirxînin. Ji bo wan, ev pêvajoya ku bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir ne tenê nîqaşeke siyasî ye; ew di heman demê de wekî platformek ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe, hilgirtina civakên xwe ber bi pêşerojê ve û afirandina rêzek civakî ya nû bi pêşengiya jinan tê dîtin.
Li taxên Wargeha Penaberan a Şehît Rûste Cûdî ya Mexmûrê me mîkforofa xwe dirêjî jinan kir û daxwazên wan ên li ser pêvajoyê guhdar kir.
‘Dewlet jî pêwîste gavan biavêje’
Ji şêniyên Mexmûrê Gûlizar Şirîşeyî ku zêdetirî 30 sal e pênaberî Mexmûrê bûye got, “Fesîhkirina PKK di destpêkê de gelekî bandor li ser min kir. Piştî me Rêbertî baş guhdarkir me fam kir ku çi dibe bila bibe dawiya şer nîne û dawiya şer aştî û lihev hatine.” Gûlizar Şirîşeyî anî ziman ku gav neavêtina dewleta Tirk dibe sedema fikaran û wiha domand: “Pêvajo dema yek alî be encam nagire û pêwîste dû alî bimeşe. Çawa Rêbertî gav avêt, dewlet jî pêwîste gavan biavêje. Nûmûne dema gerîla hatin û çekên xwe şewitandin pêwîst bû wan gerîlayan derbasî Tirkiyê biban û siyaset kiriban. Heman demê Dewlet Bahçelî jî digot bila Abdullah Ocalan bê meclîsê biaxive. Feqet tecrîda li ser Rêbertî jî hîna didome û pêwîste rêkekê bê vekirin ku Rêbertî gelên dîtir ên cîhanê re bikeve di nava têkiliyê de ku pêvajo bi rêve biçe.”
‘Ruxmê pêvajoyê jî tehemûl ji zimanê Kurdî nîne’
Gûlizar Şirîşeyî balkişand li ser gotinên rayadarên dewleta Tirk û wiha got: “Dewlet Bahçelî û Erdoxan dibêjin emê vê pêvajoyê serbixin û rê nadin ku kes pêvajoyê xira bike. Hertim van gotinan dibêjin feqet di holê de gavekê ku dewletê avetî nîne. Girtiyên ku 30 salin di girtigehê de ne û wextê xwe yê girtigehê mayînê de tijî kirîne nayên berdan. Dîsa dayîka aştiyê dema çû komisyonê ku nêrînên xwe parve bike ji ber xwest nêrînên xwe bi zimanê Kurdî parve bike ev yek qebul nekirin, bertek nişandan û gotin ev ziman qedexe ye. Ger meclîs tehemûla dayîkekê neke ku dayîk bi zimanê xwe biaxive yê pêvajo çawa bimeşe. Bawerî û hêviya me wek ya Rêbertiya me heye ku êdî ev xwîn bê sekinandin û em wek xwîşk û bira bi hevre jiyan bikin.”
Koçberiya 30 salan: Dixwazim biçim li ser ax û welatê xwe
Gûlizar Şirîşeyî ya got “Ev 30 sale ez derve koçberiyê de jiyan dikim. Ez jî dixwazim biçim li ser ax û welatê xwe” axaftina xwe wiha bidawî kir: “Malbata min hemû li Bakûrê Kurdistanê jiyan dikin û tu kesê nabînim. Li wir tiştek ji wan bê ez nikarim biçim wir, li vir tiştek bi min bê ew nikarin bên vir. Cîhaneke ku ewqasî mezin de cihê me hemûya tê de heye û ev nêzîkatiya dewleta Tirk ya raber dike ne exlaqiye. Dewleta Tirk bi sedan caran gelê Kurd xapandiye. Lê Kurd ne ew Kurdê bere ye bê xapandin. Em yek axê de jiyan dikin û dewleta Tirk hindek gavên berbiçav biavêje ji xwe bawerî û hêviya me jî heye ku pêvajo serbikeve.”
‘Em dixwazin êdî xwîn nerije û zimanê me bê qebûl kirin’
Tirkan Avyanî jî li ser pêvajoya aştiyê dîyarkir kû daxwaza wan civakeke bi aştî ye û wiha axivî: “Em dixwazin pêvajoya hatî destpêkirin de aştiyeke civakî çêbe, êdî xwîn nerije, zimanê me bê qebûl kirin û di navbera me de wekhêvî hebe. Dewleta Tirk dibêje emê aştiyê çêbikin feqet her roj li me gefan dixwe û dayikek nikare bi zarokê xwe re Kurdî biaxive. Em naxwazin ji her du milan jî êdî kuştin çêbibe ji bo êdî dayîk negirîn. Êdî em jî dixwazin ji van çolan vegerin biçin welatê xwe, cihên xweş bibinin, malbatên xwe bibînin û azad bijîn.
‘Em dixwazin zarokên me azad bijîn’
Tirkan Avyanî berdewamiya axaftina xwe de got ku ew her carê rastî êrîşên dewleta Tirk tên û wiha rêz da axaftina xwe: “Em li vir rû bi rûyê êrîşên bombardimanan dimînin û zarokên me bi vê yek ê bandor dibin. Em dixwazin ku zarokên me jî bixwînin û azad bijîn. Dewleta Tirk her carê got aştî û aştî ruxmê me çend gav jî avêtin wan yek gav ne avêtiye. Girtiyên me yên girtigehan de ne berdane, dîsa Rêberê me hîna girtiye ku em êdî dixwazin bi Rêberê xwe re azad bijîn. Her wiha gelê Rojava li ser axa xwe ye û yên li wir şer dikin jî kêç û xortên Rojava ne û axa xwe diparêzin. Dewleta Tirk tu hinceta wî nîne ku êrîşan bibe ser Rojava û gef lê bixwe.”
‘Êdî em dixwazin bi Rêberê xwe re azad bijîn’
Tirkan Avyanî di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser erkên komîsyona ji bo aştiyê hatî amade kirin û wiha got: “Komîsyonek ava kirin û gotin emê her tiştî bi reya vê komîsyonê çareser bikin feqet hîna di destpêkê de ne hiştin dayîka ku çûye komîsyonê du gotin bi zimanê xwe yê Kurdî biaxive. Mirov destpêkê mijara ziman çareser dike. Nûmûne ez nikarim zimanê Tirkî biaxivim. Ji ber zimanê min Kurdî ye û çi dibe bila bibe ezê Kurdî biaxivim.”
Tirkan Avyanî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em her awayî bi Rêberê xwe bawerin emê li pêy Rêberê xwe bin û dixwazin bi Rêberê xwe re azad bijîn. Pêvajoya hatî destpêkirin de pêwîste pirskirîk çareser bibin û pêvajo neye xetimandin.”