Jinan li ber walîtiya Sine ji bo Pexşan Ezîzî çalakî li dar xist
Aktivîstên jin li ber walîtiya Sine kom bûn, bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî dan û gotin: “Betalkirina cezayê darvekirinê, wê bibe gavek biçûk ji bo pêkanîna edaletê.”
Navenda Nûçeyan- Nerazîbûnên rêxistinên jinan û parêzvanên mafê mirovan li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ji aliyê daraza dewleta Îranê ve hatiye birîn her diçe zêdetir dibe. Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê komek aktivîstên jin îro li ber walîtiya Sine kom bûn û erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî şermezar kirin.
Jinên ku li hev kom bûn, wêneyên Pexşan Ezîzî bilind kirin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin. Di çalakiyê de jinan daxuyanî dan û diyar kirin ku cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn ne tenê bêedaletî, di heman demê bêmafî ye û li dijî nirxên mirovan e.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Îro li vê derê ji bo em dengê xwe li dijî bêedaletiyê bilind bikin kom bûne. Pexşan Ezîzî jiyana xwe gorî pîvanên mafên mirovan jiyaye. Weke pispora xizmetên civakî, di nava krîzên mirovî de li kampên koçberan nêzî 10 salan xebitî, li dijî bêhêvîtiyê bûye mînaka berxwedanê.
Pexşan ne tenê pispora xizmetên civakî ye. Ew ji bo jin û zarokên ku di siya şer û hilweşînê de jiyana xwe ji dest dane û ji derveyî tarîtiyê cihekî din nedîtine bûye hêvî. Destek ku ji bo rizgariya kesên di bin xirbeyan de dirêjkirî bû. Qêrîna bêdengiya ku li maf digeriya û êş dikişandin bû. Xebatên wê ne tenê ji bo başkirinê bûn, Peyama baweriyê digirtin nava xwe.
Lê belê îro ev jina cesûr, li cihê ku were teqdîrkirin, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye. Ev rewş bêedaletiya li dijî xebatên ji bo mirovahiyê tê kirin e.
‘Li dijî bêhêvîtiyê bû sembola berxwedanê’
Pexşan Ezîzî ne tenê kesek e, dengvedana mirovahiyê ye. Ew nûnera berxwedana hêviya li dijî bêhêvîtiyê, mirin û jiyanê ye. Ji ber vê yekê her hewldana ku ji bo bêdengkirina dengê wê tê kirin, hewldana tepisandina van nirxan e. Cezayê ku li pispora xizmetên civakî Pexşan Ezîzî hatiye birîn nayê qebûlkirin. Parastina jiyana mirovan û hêvî ne sûc e û wê nebe sûc. Betalkirina vî cezayî, kêm jî be wê ji bo sîstema edaletê bibe gaveke biçûk.”