Jinên Libyayî: Ji bo namzediya serbixwe zêdetir cesaret
Li gorî aktivîstên jin, pêdiviya jinên li Libyayê dijîn, ne zêdebûna zagonan e, ya esasî ew e ku feraseta civakî ya jinan kesên îtaetkar dibîne biguhere. Aktivîstên jin, dixwazin bi hewldan û keda xwe xwedî cesaret bin.

MONA TOUKA
Libya- Li Libyayê tûra duyemîn a hilbijartinên şaredariyê nêz dibe. Hilbijartina ku tûra yekem di 16’ê Mijdara 2024’an de çêbû, Komîsyona Hilbijartina Neteweyî ya Bilind a Libyayê, ji bo tûra duyem, meha Hezîranê diyar kir. Rêxistinên jin ên li Libyayê, vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin, bi nêzbûna dema hilibijartinan re jî; gelek hewldanan, ji bo jinan bi awayê çalak tevlî hilbijartinan bikin dest bi kampanya û xebatên şiyariyê kirin.
Tevlîbûna jinan a pêvajoyên siyasî dê ji bo pêvajoya demokratîkbûna Libyayê bibe piştgiriyeke girîng lê pirsgirêkeke hevpar a cidî heye, bi nêzbûna hilbijartinan re tê dîtin ku jin ji namzediyeke serbixwe dûr dikevin. Jin, li cihê namzediya serbixwe, di nava komên cuda de û bi mêrên di nava partiyên siyasî tevlî lîsteyên namzedan dibin. Zagon, ji bo wan qoltixên şexsî, qoltixên ji bo kêmendaman û komên kêmar di nav de, di sê kategoriyan de derfetên namzediya serbixwe dide.
Sedemên dûrbûna jinan a ji namzediyê
Aktivîsta mafên sivîl, Meryem Meşmur, weke yek ji nûnerên rêveberiya tûra duyemîn a Sebhayê, diyar kir ku hem weke namzed, hem jî hilbijêr, ji bo jin girîngiya bi awayê çalak beşdariyê bizanibin, xebatên şiyarkirinê didomin.
Meryem Meşmur bal kişand ku ev rewş ne tenê bi kêmbûna namzediyê, di qeydên hilbijartinê yên jinan de jî qelsî heye û got ku sedema jin naxwazin ji bo qoltixên serbixwe namzediya xwe diyar bikin, bêbaweriya wan a ji pêvajoya hilbijartinê ye.
Meryem Meşmur, diyar kir ku jin di warê namzediya serbixwe de zêde zana nîn in, namzediya serbixwe weke “xeterek ku nehatiye hesabkirin” dibînin û got: “Gelek jin, difikirin ku temînata namzediya serbixwe tune ye û dê tu kes deng nede wan.”
Meryem Meşmur diyar kir ku rewşa heyî ya hilbijartinê ji bo piştgiriya peşdariya jinan bi her awayî guncaw nîn e û wiha domand: “Ji bo ku jin bikaribin bi bawerî li hilbijartinan binêrin divê bi navbeynkar, civaka sivîl heta bi desteka malbatan bi hev re bixebitin. Divê jin bawer bikin ku dikarin di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin bajar û welatê xwe.”
Zextên civakî
Meryem Meşmur, diyar kir ku tevî hinek jin, bi serê xwe yan jî bi lîsteyê bûne namzed jî ji ber zextên civakî neçar mane namzediya xwe paşve bikşînin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Jinên ku serlêdana namzediyê kirin, ji ber ku malbatên wan red kirin an jî zext li wan hat kirin ku di lîsteyên diyarkirî an jî kesên diyarkirî re bixebitin, serlêdanên xwe paşve kişandin. Ev jî awayekî şîdetê ye. Pêkanînên wiha, nîşan didin ku astengiyên ku jin di siyasetê de rast tên didomin. Jin her çendî xebatên ji bo girîngiya hilbijartinê bidomînin jî; tenê ji ber ku jin in gelek caran tên vederkirin. Civak tenê peywirên kevneşopî ji bo jinan dipejirîne. Hê jî naxwaze di hilbijartinê de aktorên bi bandor bin.”
Di zêdekirina beşdariya jinan de rola xebatên hişyariyê
Meryem Meşmur tevî hemû zoriyan jî balê dikşîne ser berdewamkirina hewldanên hişyariyê û desteka jinan a ji bo hev û wiha dibêje: “Her ku zanîn çêbibe û piştgirî zêde bibe dê rewş hêdî hêdî biguhere. Ger jin ji malbat û civakê teşwîqek baş bigrin dê hem weke namzed, hem jî hilbijêr, bikaribin dê pêvajoya hilbijartinê de roleke çalak bilîzin. Ev yek jî dê şansa wan a serkeftinê zêdetir bike.”
Rexnedayîn û banga ji bo guherînê
Azîze Huseyîn a di wezareta rêveberiya herêmî de peywirdar e got ku bi taybetî li herêma başûr, ji kêmbûna namzediya serbixwe ya jinan fikarek mezin dijî û wiha domand: “Ji bo jinan kota heye, qoltixên ji bo kêmendam û kêmaran hene lê jin van qadan nanirxînin. Xwe parçeyek vê tevgerê nabînin. Tu dibêjî qey li bendê ne kesek bi destên wan bigre lê divê ew bi xwe derkevin rê.”
Azîze Huseyîn hişyar kir ku ger ev helwest wiha bidome dê jin bi dehan salan li koşeyan bimînin û got: “Divê jin ji xwe bawer bin, bizanibin ku giraniya deng û gotinên wan heye. Jin dikarin vê îmaja qalibgirtî biguherînin lê ji bo vê divê dest ji bendewariya pejirandinê berdin, bikevin tevgerê.”
Azîze Huseyîn, di berdewamiyê de wiha got: “Tişta ku pêdiviya jinên Libyayî pê heye ne zagon in. Divê xwe ne weke kesên îtaetkar û bendewar, helwdêr bibîne. Ev yek dê bi xwe re guherîna feraseta civakî bîne.”
‘Divê jin bikevin tevgerê’
Îkhlas Medî ya di rêveberiya herêmî de peywirdar e, bal kişand ku jin ji ber nêrîna civakê ji namzediyê dûr disekinin û wiha domand: “Civak hê jî jinan qels dibîne. Dema ku jinek dibe namzed, tişta yekem mirov difikirin ew e ku dê jin nikaribe vê biryarê bi serê xwe bigre. Difikirin ku qezenc bikin jî kesek ku rê nîşanî wan bide heye.”
Îxlas Mehdî sedema ku jin di pewirên rêveberiyê de baş nabin xwedî tecrube, bi vê ferastê ve girêda û gotinên xwe wiha domand: “Jin bi tecrubeyên xwe dê baweriyê çêbikin lê dê guherîn ji aliyê jinan ve be. Divê jin gavên bi cesaret bavêjin, bibin namzed, biaxivin, di komîteyên herêmî û lijneyan de peywir bigrin. Tenê bi vê yekê dikarin têgihîştina qalibgirtî bişkînin. Divê ku li bendê nebin û nebêjin qey dê kesên din ji wan re derfetan çêbikin lewre derfetek wisa tune ye.”
Îkhlas Mehdî, di dawiyê de vê bangê li jinan kir: “Divê jin tenê bi axaftina ji bo guherînê re bi sînor nemînin, ji niha ve bikevin tevgerê. Divê hêz û behremendiyên xwe bi gavên şênber îsbat bikin.”