Jinên Lîbyayê bi pêşangehekê berhemên xwe yên çandî û teknolojîk pêşan dan

Di 10’emîn Pêşangeha Çandiniyê ya Lîbyayê ku li Sabhayê hat lidarxistin de, beşdariya jinan di gelek waran de, ji hilberîna xwarinên gundewarî bigire heta hunerên dest ên kevneşopî yên pelên xurmeyan, derket pêş.

EZÎZA HISÊN

Lîbya - 10’emîn Pêşangeha Çandiniyê ya Lîbyayê ku li Navenda Pêşangeh û Konferansê ya Fezzan li bajarê Sabhayê ya Lîbyayê hate lidarxistin. Gelek sazî û şîrketên çandiniyê û her wiha jin beşdar bûn. Beşdaran ji derveyî berhemên herêmî jêhatîbûna xwe di hilberandina xwarinê, hunerên destan ên gundan û mîrata kevneşopî de, xebatên xwe yê di qada teknolojiyê û robotîk de pêşan dan. Pêşangeha ku roja Yekşemê 15’ê Mijdarê dest pê kir, dê 18’ê Mijdarê bi dawî dibe.

Beşdarên Pêşangeha Çandiniyê ya Lîbyayê, jinên li herêma başûrê welat kêrhatiyên xwe nîşan dan. Nîşan dan ku xebatên hilberîner ên jinan tenê bi qadek ve sînordar nîne, belavî nav gelek qadên cûda ku potansiyela derfetên kar, peydakirina dahat û karsaziya aborî dihiligirin e.

Ev beşdariyên ji Sabha û herêmên din ên li başûrê Lîbyayê xebatên hilberîner ên ku ji hêla jinan ve têne kirin raxist ber çavan. Her wiha nîşan dide ku bi piştgirî, pêşketin û derfetên bazarkirinê, ev xebat dikarin veguherîn derfetên aborî yên berfirehtir.

‘Jin rastî astengiyan tên’

Endama komeleya alîkariyê ya ‘Hevkariya ji bo Lîbyayê’ (Cooperate for Libya) Fatma Mihemed Ebûbekir El-Ebasî, diyar kir ku komele bi mînakên berhemên ji hêla jinan ve hatine çêkirin beşdarî pêşangehê bûye. Fatma Mihemedî da zanîn ku dema eleqeyek baş nîşanî van berhaman bê dayîn, ev berhem dikarin beşdarî aboriya neteweyî bibin û got: “Jin heta di nav ew komeleyên ku têde cih digrin jî rastî gelek astengiyan tên.” Fatma Mihemed bang li Navenda Pêşvebirina Îxracatê ya Lîbyayê û odeyên bazirganiyê kir ku derfetên beşdarbûna jinan berfireh bikin, ji bo berhemên wan qadek zêdetir veqetînin û ji bo peydakirina gihîştina bazaran ji debarek aborî bi dest bixin destek bidin.

‘Berhem ji aliyê jinan ve hatine amadekirin’

Koordînatora pêşangehê ya komeleyê, Mebrûka Zayed, anî ziman ku berhemên ku hatine pêşandan ji aliyê jinên ji herêmên Qebr Ewn, Traxen û Bawanis ve hatine amadekirin û wiha domand: “Ev berhem jêhatiyên hilberîner ên jinên li deverên gundewar nîşan didin. Wan nîşan dane ku ew dikarin bi karanîna çavkanî û pisporiya heyî ya ku ji nifşekî ber bi nifşekî din tê veguhestin çi cûreyên berhemên herêmî biafirînin.”

‘Berhemên ku ji hêla dayîk û dapîran ve hatine çêkirin’

Komeleya Mîrata Gelêrî ya ‘El-Nac'a’ ya ji Murzukê bi berhevokek ji berhemên destçêkirî yên ji pelên xurmê hatine çêkirin beşdar bû. Armanca komeleyê ew e ku van berheman hem di warê estetîkî û hem jî di warê fonksiyonel de zindî bike. Di heman demê de nasnameya wan a çandî ya bêhempa biparêze. Seroka komeleyê Mona Duleymî diyar kir ku di nav berhemên di pêşangehê de hatine pêşandin de baweşînên destan ên ji pelên xurmê yên bi reng û nexşên ku ji mîrateya Murzuk îlham girtine xemilandî. Her wiha berhemên din ên ku bûne nesneyên hunerî û tiştên xemilandinê yên guncaw ji bo bûyerên taybet an pîrozbahiyan cih digre. Mona Duleymî tekez kir ku ev berhem ji hêla dayîk û dapîran ve têne çêkirin û armanca sereke ya komeleyê parastin û pêşxistina vê hunerê û misogerkirina hebûna wê ya li bazarê ya berfirehtir e.

Hebûnek Teknolojîk

Aliyekî din ê beşdariya jinan Tîma Robotîkê ya ‘El-Qalaa’ (Keleh) ye ku di warê teknolojî û nûjeniyê de derdikeve pêş. Ev tîm di sala 2020’an de ji hêla Azîza Adem ve hatiye damezrandin, yek ji tîmên robotîk ên destpêkê li başûrê Lîbyayê ye. Endama tîmê Fatma Mihemed El-Sanusî da zanîn ku armanca wan a sereke ya beşdariya pêşangehê, ew e ku çanda robotîk û teknolojiyê di nav civakê de bidin nasîn û belav bikin û wiha pêl da gotiin xwe: “Tîm di çalakiyên herêmî û navneteweyî de pêşbaziyê dike û di beşdariya xwe ya dawî ya li Kanadayê de, wan di cîhanê de di rêza 17’emîn de cîh girtin û di pêşbaziyek ji bo xwendekarên zanîngehê de pileya yekem bi dest xistin.”

Tîmê xebatên xwe yên ji robot û beşên cihêreng ên ku bi teknolojiya çapkirina 3D hatine hilberandin pêşandan. Ev teknolojî destûrê dide hilberîna parçeyên ku li bazara herêmî nayên dîtin.

Ev pêşketin nîşan didin ku saziyên têkildarî pêşketina aborî û bazirganiyê divê potansiyela hilberîner a wisa binirxînin. Armanca sereke li vir ew e ku ev hewldan ji bûyerên demsalî yên ku bi pêşangehan ve sînordar in veguherînin çalakiyên aborî yên domdar. Bi vî rengî, serxwebûna jinan dê bê xurt kirin û beşdariyên wan hem di pêşkeftina herêmî û hem jî di aboriya neteweyî de dê bi sûd be.