Jinên li kampên Idlibê: Em di nava jiyana nediyar de ne

Jinên Îdlibê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji cihê xwe bûne, li kampan bi cih bûne diyar kirin ku ew di nava jiyana nediyar de ne û gotin: “Heta êrîş berdewam bikin, wê şert û mercên jiyana wan dijwartir bibe.”

HADEEL Al-OMAR

Îdlib - Bajarê Îdlibê yê Bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û tevgera çeteyên girêdayî wê Heyet Tahrîr el Şam (HTŞ) de ye, jiyan her roja ku diçe dijwartir dibe. Ji ber pevçûn û êrîşên ku li Îdlibê berdewam dikin li herêmên gund û bajarokên girêdayî Îdlibê 10 jê jin 15 zarok jî di nav de 42 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 80 hezaran mirov neçarî koçberiyê hatin kirin. Jinên ku ji Îdlibê ji cihê xwe bûne, zor û zehmetiyên li kampan anîn ziman. 

‘Xwarin xizmeta tendirustî, derman û xurek nîn e’

Samar Al-Zaydan a 33 salî ku li navendeke bicibûnê li Bakurê Îdlibê dimîne diyar kir ku dema êrîş çêdibin zarokên xwe digrin gel xwe û direvin. Samar Al-Zaydan da zanîn ku texmîn nedikirin ku wê êrîş heta bajarê Eriha yê Başûrê Îdlibê were û wiha got: “Navenda bicihbûnê ji bo jiyanê ne guncaw e. Xwarin, xizmeta tendirustiyê, derman nîn e. Li navenda bicihbûnê bi sedan jinên ku ji cihên xwe bûne hene û şert û merc gelek zehmet in. Ji ava vexwarinê bigre heta pêwîstiyên bingehîn em bêpar dimînin.”

‘Em weke jinên ku ji cihê xwe bûne di nava jiyana ne diyar de ne’

Samar Al-Zaydan destnîşan kir ku ji ber navendên bicihbûnê li gorî malên wan bi ewle ne îdare dikin û wiha got: “Rojane bombebaran çêdibin, ez ji bo zarokên xwe gelek ditirsim. Ji ber vê yekê ez neçar mam werim nevenda bicihbûnê. Ji ber bihayê zêde yê kirêyan ez nikaribûm malek kirê bigrim. Kirê her diçe bi awayê amormal zêde dibe. Ji bo konek Kanvas bi caran hewldana min çêbû lê belê pêk nehat. Weke jinên ku ji cihê xwe bûne em di nava jiyana ne diyar de ne û wê ev çiqas bidome nayê zanîn. Êrîş berdewam bikin wê şert û mercên me yên jiyanê dijwartir bibin. Bi teybetî dibe ku nexweşiyên şewbê belav bibin. Der barê yên ku ji cihên xwe bûne, tu xizmetên pêşîlêgirtinê, hawirdor û tedirustiyê nîn e.”  

‘Em di qadeke 25 metre de jiyana xwe didomînin’

Taqa Abdulqadir a 35 salî ku ji bajarê Sarmin ê li Rojhilatê Îdlibê dijî tiştên ku di dema ji cihê xwe bûyî de jiyane wiha got: “Ji bo min mirin, ji dûrketina cihê xwe hêsantir e.” Taqa Abdulqadir da zanîn ku hevjînê wê sala borî di êrîşan de jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir ku hevjînê wê tenê dahata malê dabîn dikir. Taqa Abdulqadir bi bîr xist ku niha xwişka wê ya li kampa Deir Hassan a li Bakurê Îdlibê dimîne cihê xwe bi wan re parve dike û got: “Di qadeke 25 metre de em hemû bi hev re dijîn. Heta ku rewş baştir bibe ji bo jiyana li kampê min hewl da li cihekê bigerim lê belê daxwazên min nehat cih. Jiyana kampê li pêşiya me berbijêrek tenê bû. Li kampan ger nufûsa zêde em bigrin ber çavan, xizmeta rêxistinên navneteweyî û saziyên alîkariyê ji bo yên ku ji cihê xwe bûne kêm dimîne.” 

Taqa Abdulqadir da zanîn ku ger cihekî guncaw ji bo xwe û zarokên xwe nebîne wê careke din vegere Sarminê.Divê cihê bicbûnê yê mayînde ava bikin’

Kholoud Al-Raji ya 29 salî ku yek ji xebatkarên li saziya alîkariya mirovî ya Îdlibê dixebite da zanîn ku divê ji bo jinên ji cihê xwe bûne cihên bicihbûnê yên mayînde ava bikin û got: “Jinên ku ji cihê xwe bûne, ji ber kêmaniya piştgiriyê, şert û mercên jiyana wan hê dijwartir dibe. Ev jî ji bo saziyên alîkariyê yên fermî û tîman û departmanan zehmet dike.”