‘Jinên li herêmê di navbera muhafezekariya hundir û şerên navneteweyî de mane’

Bi dehan salan e ji ber pevçûnên çekdarî û krîzên ku her diçe kûrtir dibin, jin bi mercên gelek zor re rûbirû dimînin lê tevî her tiştî êdî ne tenê weke ‘mexdûr’ in di heman demê de bi sekna xwe xwedî biryar in, li ser maseyên muzakereyan cih digrin.

 HÊVÎ SELAH

 Silêmaniye – Rojhilata Navîn ber bi guherîneke dîrokî ve diçe û şerê di navbera blokan de gihîştye lûtkeyê. Di vê rewşê de jin, hem barê giran ê koçberî û hilweşînê dikşînin hem jî bûne xwedî hêzeke çalak, bi pergalên ku xwe ji aliyê siyasî û ramanî ve ferz dikin re têdikoşin. Tecrubeyên li herêmên cuda yên Kurdistanê û welatên cîran, nîşan didin ku bêyî beşdariya jinan, tu projeyeke siyasî bi ser nakeve. Di van rojên ku herêm di pêvajoyeke nû de ye, jin ber bi rêxistinbûneke ku nabe ji nedîtîve werin dîtin ve bi pêş ve diçin.

Lêkolîn nîşan didin ku li her derê pevçûnên çekdarî li wan heye, destpêkê jin dibin hedef lê di heman demê de pêşengên şoreşên civakî ne jî.

Di şerê ku ji aliyê Îsraîl û DYE’yê ve li herêmê hatiye destpêkirin de; jinên li herêmê di navbera du zextan de mane: Yek zihniyeta muhafezekar a li hundir, a din jî şerên ku jiyana sivîlan hedef digrin. Ji ber vê yekê pêşeroja jinan, bi asta yekîtî û zanîna wan ve girêdayî ye. Biryardariya wan a ku dê destkeftiyen xwe biparêzin û rê nedin bazarên siyasî dê pêşî li gelek planan bigre.

Di pêvajoyên piştî şer de rola jinan di dîplomasiya civakî û ji nûve avakirinê de sereke ye lewre yên ku bingeha aştiya daîmî ava bikin û pêşî li dubarebûna şîdetê bigrin jin in. Bi belavbûna şer re, hevsengiyên aborî jî xirab bûn. Bandorên neyînî yên pevçûnan demildest sîrayetî bazarê û debara el kir; bihayê pêdiviyên jiyanî yên binehîn ji nişkave zêde bû û barê malbatên ku dahata wan jixwe kêm bû girantir bû. Îstîqrara bazaran nema û gel neçar ma ji aliyê aborî ve di mercên gelek xirab de bijî. Di heman demê de krîza xizmetê jî gihîştiye lûtkeyê û bi vê yekê re bedela vê yekê dîsa jin didin.

‘Divê Kurd di vî şerî de bêalî bimînin tevlî pevçûnên di navbera dewletan de nebin’

Amîna Ehmed, diyar kir ku bi salan e şer didome, bandorê li ser hemû cîhanê kiriye û got: “Ev şer ne tenê di navbera Îsraîl û Îranê de ye, ji ber berfirehiya xwe divê were dîtin ku şerê cîhanê yê sêyemîn e û ev şer li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin. Kurd heta niha bêalî mane lewre di tevahiya dîrokê de bedelên şeran dan. Trajediyên weke Enfal û êrîşên kîmyewî jiyan û her dem rastî zexta leşkerî û siyasî hatin. Êrîşên heyî her çendî hê negihîştibin asta şerê bejahî jî ger ev îhtimal çêbibe dibe ku zirara herî mezin Kurd bibînin. Ji ber vê yekê divê bêalîbûna xwe biparêzin.”

‘Hêzên dijberî Kurdan her dem herêmên Kurdistanê hedef digrin’

Amîna Ehmed da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve bi îtxalatê ve girêdayî ye û got ku ev yek jî krîzan kûrtir dike û wiha domand: “Bihayê her tiştî zêde bûye, pergala perwerdeyê ew maye nikaribe bixebite û xuyaye ku dê demek dirêj li ser civakê bandorên neyînê çêbibin. Êrîşên ku bênavber didomin, pirsgirêkên siyasî, civakî û leşkerî mezintir dikin. Kurd tevî ku tevlî şer nabin jî her dem dibin hedefa dronan. Pevçûnên ku ji Ukraynayê destpê kirin, ber bi Rojhilata Navîn ve hatine û ev yek di warê mafên mirovan de paşketinê nîşan dide.

Jinên Kurd xwedî hêzeke mezin in’

Amîna Ehmed, bal kişand ku jinên Kurd her dem di têkoşînê de cihê xwe girtine, bandorên mezin çêkirine û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Dîrok nîşan dide ku jinan hem di warê civakî hem jî leşkerî de rolên girîng girtine ser xwe. Îro jî divê jin xwe bihêztir amade bikin. Jinên li Rojhilatê Kurdistanê bi salan e di nava têkoşînê de ne û ji bo mafên neteweyî dixebitin. Divê ku jin û hemû aliyên civakê xwe bi awayekî bihêztir bi rêxistin bikin lewre tu carî maf jixweber nayên dayîn, bi têkoşînê tên girtin. Divê were zanîn ku derfetên di navbera 1991 û 2003’an de çêbûn nehatin nirxandin. Sedema vê jî mudaxeleyên navneteweyî bû.”

‘Divê Kurd di nava yekîtiyê de bin’

Amîna Ehmed herî dawî diyar kir ku divê Kurd li çar aliyên Kurdistanê bibin yek lewre heta ku meseleya Kurd çareser nebe, pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin. Her wiha bal kişand ku dê Kurd êdî ketina kontrola hêzên Herêmî nepejirînin û da zanîn ku li Tirkiyeyê tevgera Kurd ji ber ku berê bi ‘terorê’ hat binavkirin aştî çênebûye û wiha bi dawî kir: “Bi salan e Kurd ji bo aştiyê dixebitin û ji bo parastina xwe û herêmên xwe têdikoşin.”