Jinên Kurd îsbat kirin ku azadî mafek kolektîf e

Rola jinên Kurd di berxwedana neteweyî, vegera civakê û têkoşîna azadiya jinan de, nîşan da ku azadî encax bi beşdariya wekhev a jinan pêkan e.

JOYA HADŞÎTÎ*

Navenda Nûçeyan – Pirsgirêka Kurd ne tenê lihevnekirina xakê ye, çîroka gelek ku demek dirêj ji mafê nav, ziman û aîdiyetê bêpar hatiye hiştin e. Çîroka van çiyayên ku li ser lingan in, hewldana polîtîkayan a jêbirinê, bûye nasnameyek ku diyartir û stranên hatine qedexekirina vegerandina sirûda azadiyê ye. Kurdan ji mafê xwe zêdetir tiştek din nexwestine. Xwestin dengê xwe bidin bihîstin û çîroka xwe ne bi pênûsên kesên din bi destên xwe binivîsin.

Di navenda vê çîrokê de jinên Kurd, ne weke siya mêr, weke kevirê bingehîn ê têkoşînê ye. Jinên Kurd tu caran li êşên gelan temaşe nekirine, bûne hevkarên êş û berxwedanê. Dema şer hat ferzkirin çek hilgirtin, dema koçberî hat ferzkirin zarokên xwe hilgirtin, dema dibistan hat qedexekirin ziman di bîra xwe de hiştin. Ew dayîka ku wan zarokan bi hezkirina xakê mezin kir, şervana çiyayan diparêze û rewşenbîra ku nasnameyê bi pênûsê diparêze ye.

Du şoreşên bi hev re

Jinên Kurd ji ber di heman demê de hevrûyî du zextan bûn, sembola azadiyê ne. Zexta dagirkerî û zexta kevneşopiyê. Ji ber wê şoreşa wan dudu bû. Hem ji bo welat, hem jî ji bo xwe. Ji konên koçberan ber bi meydanên şer ve, ji awazên gel heta gotinên siyasî rêwîtiya wan a dirêj dibe, îsbat kir ku tenê ne hedef in, kirde ne û dîrokê dinivîsînin.

Pirsgirêka Kurd di bingehê de pirsgirêka edalet û rûmeta mirov e. Rola jinan a di vê meseleyê de ne dawî, ne jî demkî ye. Ev rol îsbat dike ku gel encax bi jinan re azad bibe. Dîroka jinên Kurd ne tenê bi rondikan, bi sebir, hişmendî û azadî ye, bi îsrara ku mafek kolektîf nivîsand.

Sembolbûna jinên Kurd di keziyan de tê dîtin. Ji wê keziyê ku ji por, sebir û bîrê hat hûnandin. Kezî ne tenê xemla jinan e, îşareta nasname û aîdiyeta ku dîroka dayîk û pîrikan di xwe de dihewîne bû. Di dawetan de dihat girêdan, di şeran de şidayî dihat girêdan, hinek caran bi tirsa zextê dihat veşartin, hinek caran li hemberî yên ku dixwazin çanda Kurd tune bikin bi rûmet hat pêşandan. Keziyên jinên Kurd bûn sembola berxwedanê. Her tayek wê weke ku çîroka gundê hatiye şewitandin, stranek hatiye qedexekirin an jî zimanek li ber jibîrkirinê vedibêje. Ev ne tenê porê hat hûnandin e, ala bêdeng bû digot: “Em li vir in, em weke keziyên jinan nayên jêkirin û naşikên.”

Qalibê jinên lawaz hat şikandin

Jin êdî hevkarên bingehîn ên têkoşînê ne. Pirsgirêka Kurd qada dengê siyasî, şervan, rewşenbîr û biryardayînê ji bo jinan vekir. Berê hem di nava civakê de, hem jî di siya pevçûnên mezin de hatibûn dûrxistin.

Pirsgirêka Kurd di heman demê de qalibê ‘jinên lawaz’ şikand. Jinên Kurd weke fîgurek berxwedana ku xak û nasnameya xwe diparêze derket holê û girêdanek di nava azadiya welat û azadiya jinan de ava kir. Ji ber ku dema nîvê civakê bi zincîr be, azadiya wê temam nabe.

Bi beşdariya qada siyasî, çandî û leşkerî, jinan di navendên biryargirtinê de cih girt. Êşa xwe ji asta pirsgirêkek taybet veguherandin, dozeke civakî. Bi vî awayî pirsgirêka Kurd bû riyeke ku ne tenê bi qada pevçûnê, bi amûra bihêzkirina jinan û civakê re rola xwe ya di dîrokê de ji nû ve pênase bike.   

*Endama Akademiya Jineolojî ya Lubnanê